WAN - Di danişîna ewil a doz Hevserokê Konseya Bajêr a Wanê Fîkret Dogan de biryara tehliyeyê hate dayin.
Hevserokê Konseya Bajêr a Wanê Fîkret Dogan di 13’ê Cotmeha 2024’an di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve dihat birêvebirin û Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer jî hatibû girtin de hate binçavkirin. Dogan, bi hinceta axaftina li ser telefonê ya bi Ozer re hatibû girtin. Danişîna yekemîn a doza Dogan li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hate lidarxistin. Dogan li girtîgeha Sîlîvriyê li ser SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Danişîn ji aliyê parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin, hevserokên bajêr ên DEM Partî û DBP’ê ve hate şopandin.
Piştî tespîtkirina nasnameyê, Dogan parastina xwe kir û diyar kir ku axaftina wî ya li ser telefonê bi Ahmet Ozer re ne sûc e, nasê wî ye û axaftina bi wî re ji bo çi sûc tê hesibandin. Ji bo pirsa têkildarî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî Dogan got ku KCD saziyeke fermî ye û endamtiya wê ne sûc e.
Piştî parastina parêzeran, dozger mutalaa peşkeş kir û daxwaza beredewamiya girtina wî kir. Şandeya dadgehê, dema girtina wî ya li girtîgehê li ber çavan girt û biryara tehliyeya Dogan da.