ENQERE - Biryara bihincet a Doza Kobanê ku li Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş 42 sal û li Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag 30 sal cezayê hefsê hatibû birîn, hat aşkerakirin. Biryar, ji 32 hezar rûpelan pêk tê.
Biryara bihincet a Doza Kobanê ku Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş 42 sal û Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag 30 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hatiye birîn, piştî salekê hate amadekirin. Di dozê de 108 siyasetmedar dihatin darizandin û ji bo 24’an cezayê hefsê hate birîn. Biryara bihincet ji 32 hezar rûpelan pêk tê.
Bi biryarê re rê hate vekirin ku kesên ji dozê tên darizandin serî li Dadgeha Îstînafê bidin.
CEZAYÊN HINEK SIYASETMEDARAN
Di dozê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk 10 sal, bi heman îdiayê li Gultan Kişanak û Sebahat Tuncelê 12 sal cezayê hefsê hate birîn. Li wekîla HDP’ê ya berê Ayla Akat Atayê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal û 9 meh, bi heman îdiayê li Emîne Aynayê 10 sal, li endama PM’a HDP’ê ya berê Ayşe Yagic 9 sal û li Aynûr Aşanê jî 9 sal cezayê hefsê hate birîn.