STENBOL - Danişîna doza Hevseroka ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê darizandin hate lidarxistin. Dadgehê, biryara domandina rewşa girtî da.
Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Hatîce Denîz Aktaş di 21'ê Çileyê di operasyona li dijî ESP'ê de tevî endamê partiyê Mert Unay hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. 2'yemîn danişîna doza Hatîce Denîz Aktaş ku bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" tê darizandin, li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate lidarxistin. Tevî parêzerê Hatîce Denîz Aktaşê, ji partiyên siyasî û rêxistinên civakî jî gelek kes beşdarî danişînê bûn.
‘EZ JI BER HILBIJARTINAN TÊM DARIZANDIN’
Hatîce Denîz Aktaşê, di parastina xwe de destnîşan kir ku ji ber xebatên xwe yên siyasî tê darizandin. Hatîce Denîz Aktaşê, got: “Em bi îktîdareke ji bilî xwe tehemûla tu reng û dengên cuda nake re rû bi rû ne. Mafê me yê xweîfadekirin, çalakî û rêxistinê yekser ji holê hatiye rakirin.” Hatîce Denîz Aktaşê, rave kir ku kiryarên Madimak û Pirsûsê tên parastin.
Mert Unay ê ku 10 meh in di hefsa malê de ye jî daxwaza rakirina hefsa malê kir.
Dadgehê têkildarî Hatîce Denîz Aktaşê biryara domandina rewşa girtinê û der barê Mert Unay de jî domandina tevdîra edlî da. Danişîn taloqî 10’ê Îlonê hate kirin.