ENQERE - Tayîp Temel, da zanîn ku bi weşandina peyama Ocalan a bi vîdeo komplo pûç kiriye û diyar kir ku ji bo çek bi temamî ji dewrê were derxistin divê bingeha hiqûqî were amadekirin û bal kişand ser komisyona ku were avakirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' de bangeke dîrokî kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 15 'ê Sibata 1999'an ve li Girava Imraliyê tê girtin û ev 26 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û cara ewil e li Îmraliyê daxuyaniya vîdeo bi raya giştî ya cîhanê re hate parvekirin. Di daxuyaniya Ocalan de ku ji bo hemû cîhanê bûye rojeva sereke.
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tayîp Temel li ser banga Ocalan ji ajansa me re axivî.
KOMPLO VALA HAT DERXISTIN
Tayîp Temel diyar kir ku weşandina vîdeoyê bûyereke girîng e û wiha got: “Vîdeoya ku îro hat weşandin, bêguman hem ji bo tevgera siyasî ya Kurd hem jî ji bo PKK'ê, hem jî ji bo dewletê xaleke werçerxê ye. Çima xala werçerxê ye? Perde hatiye çirandin. Heqîqet gihîşt civakê. Komplo hatiye pûçkirin. Gelê Kurd dengê ku dixwest bibihîze bihîstiye. Tevgera siyasî ya Kurd dengê ku dixwest bibihîze bihîst.”
BINGEHA QANÛNÎ DIVÊ
Temel da zanîn ku Abdullah Ocalan ji sala 1999’an vir ve xeta xwe diparêze û ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin hewl dide û wiha axivî: “Peyama Birêz Ocalan berpirsyarî û mîsyonên mezin dide siyaseta demokratîk. Berpirsyartiyên girîng dide ser parlamentoyê. Tevî şert û mercên kêm jî pêvajo gihandiye vê astê. Ev sekneke gelekî xurt e. Li hemberî vê seknê divê çi bê kirin? Piştî vê qonaxê divê gavên nû bên avêtin. Navnîşana vê yekê qanûn û meclis e. Qanûn û rêziknameyên qanûnî pir girîng in. Pêwîstî bi gavên wêrek heye. Ji bo çek bi temamî ji dewrê were derxistin divê bingeha hiqûqî were avakirin. Pêdiviyên bi vî rengî ji bo armanca Aştî û Civaka Demokratîk û ji bo tevlîbûna erênî ya li jiyanê jêneger in. Ji ber vê yekê divê komîsyona hatiye avakirin ji bo bêbaweriya gel ji holê rake, gavan biavêje.”
Temel têkildarî gavên ku ji aliyê komîsyonê bên avêtin wiha axivî: “Divê komîsyon di civakîkirina vê pêvajoyê de bi qasî ku divê pîvana hiqûqî û zagonî ya vê pêvajoyê biafirîne rola xwe bilîze. Ev pir zelal e. Mekanîzmayên ku bi hev re tên xebitandin dê bêbaweriya civakê ji holê rake, bi vî awayî dê pêvajoya çareseriyê û perspektîfa wê civakî bike.”
ENTEGRASYONA POZÎTÎF
Temel derbarê mijara entegrasyona pozîtîf ku di peyamê de cih digire wiha axivî: “Mijara entegrasyona pozîtîf bi tevlîbûna demokratîk re têkildar e. Yanî Kurd di seranserê dîroka komarê de ne bûne pêkhateya bingehîn a dewletê. Li dijî vê pêkanînên pir cidî yên dij demokratîk hebûn. Bi sedan weke bêhiqûqî, sirgûn, girtî hatin îlankirin û herî kêm mafên wan jî kirin mijara darizandinê. Van pêkanînan Kurd marjînal kirin û gelek bawerî û gel jî li derve hiştin. Niha bi liv û tevgera tê kirin re Kurd xwedî daxwaz û armanc in ku di nava sîstemeke demokratîk de bibin pêkhateyên bingehîn ên welatekî demokratîk bi wateyeke erênî Her wiha pêwîst e gelên din jî bibin pêkhate û xwediyên neteweya demokratîk. Ji bo vê jî rêzikname û sererastkirinên qanûnî pêwîst in. Pêwîstî bi guhertina zîhniyetê heye. Pêwîstî bi lihevhatineke civakî heye. Di esasê xwe de ji bo vê yekê pêwîste bingehek zagonî bê avakirin. Birêz Ocalan vê rewşê weke entegrasyona demokratîk a erênî bi nav dike. Lazim e ev yek bi vî rengî were fêhmkirin.”
Temel diyar kir ku divê hemû kes piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û wiha got: “Divê saziyeke siyasî ya bi giştî, partî û mûxalefeta min jî di nav de helwesteke ku berjewendiyên partîtî û heyî derbas dike, esas bigire. Ji ber vê yekê, divê komîsyona li meclisê bê avakirin, ji bo avakirina welatekî demokratîk bi hevkarî û bi konsensûsekê bixebite. Divê her kes ji bo avakirina welatekî mînak ku her kes lê azad dijî, pirsgirêka Kurd çareser bibe, pevçûn bi dawî bibin û aştî pêk were, hewl bidin. Pirsgirêka bingehîn a ku Birêz Ocalan û civak pêwîst dibîne ev e.”
MA / Mehmet Aslan