ENQERE - Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû der barê merasîma îmhakirina çekan a PKK’ê de wiha got: “Tişta ku divê em bikin ew e ku pêşengiya vê serdemê bikin.” Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan jî merasîmê bi dilşadî pêşwazî kir.
Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû û Serokê Giştî yê DEVA'yê Alî Babacan li ser hesabên xwe yên X’ê der barê merasîma şewitandina çekan a PKK’ê de daxuyanî belav kirin.
'EV NE DAWÎ YE, DESTPÊK E'
Davûtoglû di parvekirina xwe de merasîma danîna çekan wekî "ne dawî ye, destpêkek e" bi nav kir. Davûtoglû diyar kir ku hîn jî gavên girîng hene ku werin avêtin û got: “Em bêyî sazkirina rêziknameyên qanûnî nikarin li ser bingeha mafên mirovan û hevsengiyek di navbera azadî û ewlehiyê de bi dest bixin. Rêya me dijwar e û derdorê me bi xetereyan re teji ye. Tiştê ku divê em bikin ev e ku hesabên siyasî yên piçûk bidin aliyekî û rê li ber serdemeke nû vekin ku tê de 85 milyon kes dê xwe wek welatiyên wekhev û azad hîs bikin"
'HÊVÎ DİKİM KU BİBE WESÎLEYA AŞİTİYÊ'
Alî Babacan jî diyar kir ku ew merasîma îmhakirina çekan a PKK’ê bi dilşadî pêşwazî dikin û got: “Hêvî dikim ku ev gav ji bo welatê me bi xêr be û bibe wesîleya aşitî û aramiyê. Em ê bi awayek erênî û baldarî şopandina pêvajoyê berdevam bikin û bilêvkirina gotinên xwe yên bo pêşniyar û hişyarkirinê jî berdevam bikin.”