WAN – Nûnerên rêxistinên sivîl diyar kirin ku Qanûna Hejmar 7554’an rê li ber lêgerîna madenan li deverên parastî yên wekî Çemê Zîlan vekiriye û daxwaza betalkirina qanûnê kirin.
Baroya Wanê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Platforma Ekolojiyê ya Zîlanê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Ekolojiyê (EKO-DER) li Çemê Zîlanê der barê derxistina "Guhertina Hin Qanûnan bi Hejmara 7554’an" de civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsên "Em dev ji axa xwe bernadin" û pankartên bi nivîsên "Em rê nadin li Zîlanê komkujiyek duyemîn pêk bê", û "Talankirina xwezayê bi qanûnê nayê rewakirin" hate vekirin, her wiha dirûşma "Bê xweza jiyan nabe" hate berzkirin.
‘LI DIJÎ DESTÛRA BINGEHÎN E’
Parêzer Mesut Işik, li ser navê rêxistinên civaka sivîl axivî û diyar kir ku ev qanûn rêgezên bingehîn ên qanûna jîngehê qels dike, têkoşîna ji bo parastina xwezayê qels dike û qadên giştî li gorî sermayeyê dirust dike û ev tişt got: "Tevî nerazîbûna raya cemawerîl û hemî nerazîbûnên rêxistinên ekolojiyê, odeyên pîşeyî, komeleyên baroyan û welatiyan, 'Qanûna Maden û Zeytûngehan', ku bi aşkera Destûra Bingehîn bin pê dike, ji aliyê Meclîs ve hatiye pejirandin. Ev qanûn ne tenê xweza û qadên jiyana hevpar ên gel, di heman demê de ji bo mafên bingehîn, ewlehiya qanûnî û rêgezên destûra bingehîn dixe xetere ye.”
‘DIVÊ EV QANÛN BÊ BETALKIRIN’
Işik diyar kir ku Çemê Zîlan û derdora wê li navçeya Erdîş a Wanê di nav deverên herî hêja yên jiyana xwezayî, mîrata çandî û hevsengiya ekolojîk de ne û destnîşan kir ku ev qanûn rê li ber lêgerîna madenan li deverên parastî yên wekî Zîlan vedike. Işik wiha pê de çû: "Destpêkirina analîzên axê li dora Çemê Zîlan nîşan dide ku berî qanûn bê derxistin ev gef dest pê kiriye. Ev qanûn bendên 17, 35 û 56 ên Destûra Bingehîn bin pê dike. Ew rê li ber wêrankirina jîngehê vedike. Divê ev qanûn were betalkirin; divê rêziknameyek qanûnî ya ku xweza, mirov û jiyanê diparêze were sazkirin. Divê Dadgeha Destûrî bibe alîyek rêziknameyek qanûnî ku jiyanê diparêze, ne alîgirê ya ku wê tune dike. Em ê têkoşîna xwe ya qanûnî ji bo her bihostek axa xwe, her dilopek ava xwe û mafê jiyanê yê her zindiyek, nexasim Çemê Zîlan, bidomînin."