NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sûriyeyê hilbijartinên parlamentoyê dê di meha Îlonê de bên lidarxistin. Hate ragihandin ku seyek a ji 210 kursiyan dê ji aliyê Serokê demkî Ahmed Şara ve bê destnîşankirin.
Hilbijartinên parlamentoyê dê ji bo cara yekem piştî hilweşandina rejîma Baasê li Sûriyeyê werin lidarxistin. Hate ragihandin ku dê hilbijartin di meha Îlonê de werin lidarxistin. Hejmara giştî ya kursiyên parlamentoyê ji 150 bo 210’an hatiye zêdekirin. Ji van kursiyan 70 heb dê ji aliyê Serokê demkî Ehmed Şara ve werin destnîşankirin. 140 kursiyên mayî dê bi dengdana gel werin destnîşankirin. Li gorî sererastkirinên nû, rêjeya temsîliyeta wîlayetan jî dê li gorî serjimêriya 2011’an ji nû ve were destnîşankirin.
Serokê Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Meclîsa Gel a Hikûmeta Demkî Mihemed Teha El-Ahmed, daxuyanî da SANA'yê û ragihand ku dê di navbera 15 û 20’ê Îlonê de hilbijartinên bên lidarxistin.
PÊVAJOYA NAMZETÊ
El Ahmed diyar kir ku piştî biryarnameya sîstema hilbijartinê ya demkî, di nav hefteyekê de komîteyên jêr dê werin destnîşankirin û ev komîte dê di nav 15 rojan de desteya hilbijartinê ava bikin.
El Ahmed diyar kir ku ji bo jin di saziyên hilbijartinê de herî kêm ji sedî 20 bên temsîlkirin, xebat tên meşandin. Her wiha anî ziman ku hilbijartin wê ji aliyê çavdêrên navneteweyî ve were şopandin, wê ji bo lîsteyên namzetan û encamên wê mafê îtîrazê were naskirin.