STENBOL - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê hevdîtin bi malbata xwe re kir, got: "Beşdarbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê tê girtin, di çarçoveya serdana malbatê de bi wasiyê xwe Mazlum Dînç û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê û birzaiyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kir.
Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabey û Zekî Bayhan ên li Îmraliyê tên girtin jî di çarçoveya serdana malbatê de bi malbatên xwe re hevdîtin kirin.
Omer Ocalan ê ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî, der barê hevdîtinê de li ser hesabê xwe yê X'ê parvekirin kir. Omer Ocalan ev tişt parve kirin: “Îro, wekî malbatê li Girtîgeha Îmraliyê me bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Birêz Ocalan hêvî û biryardariya xwe ya ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê diparêze û got ku ji bo ku pêvajo bi tenduristî bimeşe ‘beşdarbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye’.”