NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YNK'ê Bafîl Celal Talebanî bi wesîleya 11'emîn salvegera komkujiya Şengalê peyamek weşand.Talabanî diyar kir ku YNK wê her tim piştgiriyê bide daxwazên Êzidiyan.
Serokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talabanî bi wesîleya 11'emîn salvegera komkujiya Şengalê peyamek weşand û wiha got: "Di salvegera Qirkirina Êzidiyan de ku li Şengalê pêk hat, em careke din piştgiriya xwe ya bi birayên xwe yên Êzidî re dubare dikin. Ev tawana kirêt a ku terorîstên DAIŞ'ê pêk anîne, di dîroka mirovahiyê de sedemeke tarî ye û tu carî nayê jibîrkirin. Em hêvî dikin ku Êzidî bi serbilindî vegerin welatê xwe. Weke YNK em ê piştgiriya daxwazên Êzidiyan dewam bikin û ya herî girîng jî divê Iraq tazmînata madî û manewî bide malbatên qurbaniyan û ji bo ji nû ve avakirina Şengalê bixebite."