Bertek li dijî girtina Komeleya Avestayê

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtina Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta ya li Îzmîrê li Amed, Wan û Şirnexê bi çalakiyên girseyî hat protestokirin. Rêxistinên ziman girtina komeleyê wekî "berdewamiya asîmîlasyon û înkarê" bi nav kirin.
 
Li Wanê bi pêşengiya Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), daxuyaniyek çapemeniyê li dijî girtina Komeleya Ziman û Çanda Avesta a li Îzmîrê hat dayîn. Di daxuyaniya  ku li Kolana Sanatê hat lidarxistin, pankarta bi nivîsa "Zimanê Kurdî xeta me ya söre destê xwe jê vekişînê" hat vekirin û gelek caran dirûşmên wekî "Zimanê me rûmeta me ye" û "Bê ziman jiyan nabe" hatin berzkirin. Gelek partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla rêveberê Kurdîgehê Alî Ataman ve hat xwendin.
 
‘ZIMAN NASNAMEYA GELÊ KURD E'
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zimanê Kurdî maf û nasnameya kolektîf a gelê Kurd e ü  wiha hatiye gotin: "Zimanê Kurdî rasterast bi hebûna gelê Kurd ve girêdayî ye. Ji ber polîtîkayên înkar û tunekirinê yên sedsalan, ev mafê jiyanê îro jî nayê naskirin. Gelê Kurd nikare bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne, û zimanê Kurdî bi rêbazên cûrbecûr berdewam tê astengkirin û qedexekirin. Tevî hewldanên ji bo avakirina aştî, demokrasî û edaletê di civakê de, êrîşên li ser zimanê Kurdî û Kurdan her roj bi awayên cûrbecûr berdewam dikin. Di çarçoveya van êrîşan de, di 31ê Tîrmehê de bi fermana Waliyê Îzmîrê serdegirtina polîsan li Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avesta hat kirin û di 1ê Tebaxê de komele hat girtin. Ev êrîş bi awayekî zelal nîşan dide ku helwesta li hember ziman û çanda Kurdî neguheriye û bi heman rêzên zext, sînordarkirin û qedexekirinê berdewam dike."
 
ŞIRNEX
 
Li navçeya Silopiya ya Şirmexê bi tevlîbûna Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnex Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên DEM Partî û DBPê yên Silopiya, rêveberên Komeleya Çand û Ziman a Cûdî (Cûdî-Der), endam û rêveberên Saziya Çand û Ziman a Birca Belek û gelek welatî tevlî meşa ji ber avahiya DEM Partiyê destpêkirî bûn. Di meşê de dirûşmên, ‘Bê ziman jiyan nabe’ û ‘Zimanê kurdî rûmeta me ye’ hatin berzkirin.
 
Meş li Kolana Hunerê bi dawî bû û piştre Hevserokê Komeleya Çand û Ziman a Cûdî (Cûdî-Der) Omer Sansur daxuyanî xwend. Sansur di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qedexeyên li ser zimanê kurdî û wiha axivî; “Zimanê gelê Kurd, mafê gelê kurd ê kolektîf û nasnameyî ye û têkildarî hebûna gelê kurd e. Di encama polîtîkayên bişaftin û înkarê yên sed salî de ev mafê jiyanî yê gelê Kurd heta niha hatiye tunehesibandin, gelê Kurd ji perwerdeya bi kurdî bêpar hatiye hiştin û zimanê kurdî her tim bi awayên cuda cuda rastî astengkirin û qedexeyan hatiye.”
 
Sansur di berdewama axaftina xwe de mohrkirina 1ê tebaxê ya Komeleya Çand û Ziman a Avestayê bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe; “Weke saziyên zimanê kurdî, em vê êrîşa li dijî Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê bi tu awayî qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Di vê pêvajoya hestiyar de ku ji bo pêkanîna maf û daxwazên gelê kurd û çareseriyê ked tê dayîn, lazim bû ku rê li ber êrîşeke wiha venebûya û rayedaran li gelê kurd, sazî û dezgehên gelê kurd rêz bigirtina. Lê mixabin berovajî vê yekê, komeleyeke ku bi rêya kargehên zimên û çalakiyên çandî ji sala 2018an ve li metropoleke wekî Îzmîrê xwedî li çand û zimanê kurdî derdikeve, em dibînin ku raydar bi neheqî û bi nêteke nebaş xebatên vê Komeleyê û xebatên zimanê kurdî asteng dikin.”
 
Sansur herî dawî pêkanîna li ser Komeleya Avestayê şermezar kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Weke gotina dawîn, gelê kurd ev ji sed salî zêdetir e ku ji bo ziman, çand û hebûna xwe tê dikoşe û heta ku mafê xwe yê perwerdeya bi kurdî û azadiya xwe bi dest nexe ew ê bi tu awayî dest ji têkoşîna xwe bernede. Weke saziyên zimanê kurdî, em careke din piştgiriya xwe ji bo Komeleya Avestayê derdibirin û didin zanîn ku êrîşa li ser Komeleya Avestayê êrîşeke li ser zimanê kurdî û gelê kurd e. Ji ber vê çendê, em vê kira Walîtî û Şaredariya Îzmîrê şermezar dikin û bi vê minasebetê, bangê li raya demokratîk û rayedaran dikin; êdî wext e ku mafê perwerdeya bi kurdî û statuya kurdî were cîbicîkirin û hiqûqa gelê kurd û gelan were naskirin.”
 
AMED
 
Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û ya Mezopotamyayê (MED-DER) li ber avahiya xwe ya li navçeya Peyasê ya Amedê li dijî êrîşa li ser Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê ya ku bi destûra Walîtiya Îzmîrê û ji aliyê Şaredariya Konakê ya navçeya Îzmîrê ve hat mohrkirin daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek saziyên civaka sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankarta mezin a li ser “Bijî zimanê kurdî! Bijî têkoşîna zimanê kurdî! Perwerdeya bi kurdî, statuya kurdî!” hatibû nivîsandin hildan. Metna çapemeniyê ya bi zaravayê Kurmancî Murat Aydin, ya Kirmanckî jî Şukran Yakut xwend. Girseyê bênavber dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe” û “Ziman jiyan azadî” berz kirin.
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer beriya daxuyanî axivî û ev tişt anî ziman: “Heta ku zimanê zikmakî bibe zimanê fermî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Çima her gel bi zimanê xwe diaxivin çima zimanê kurdî qedexe ye, divê zimanê me jî weke yê herkesî serbest bê axaftin.”
 
Daxuyaniya çapemeniyê bi vî awayî ye:
 
“Ziman û nasnameya kurd mafê gelê kurd ê rewa û hevpar e. Di heman demê de hebûna gelê kurd e. Di encama polîtîkayên bişaftin û înkarê yên sed salî de ev mafê jiyanî yê gelê kurd heta niha hatiye tunehesibandin. Gelê kurd ji perwerdeya bi kurdî bêpar hatiye hiştin. Zimanê kurdî, her tim bi awayên cuda rastî astengî û qedexeyan hatiye. Îro jî tevî hewldanên ji bo aştî û pêkanîna demokrasî û edaletê, di nava civakê de, roj bi roj bi rengên cuda êrîşên nû bi ser kurdî û kurdan de tên. Weke parçeyekî van êrîşan, 31ê tîrmehê, bi fermana Walîtiya Îzmîrê, bi hinceteke ji rêzê, bi ser Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê de girt û di 1’ê tebaxê de jî deriyê Komeleyê hat mohrkirin.
 
Ev êrîş, nîşan dide ku helwesta li hemberî ziman û çanda kurdî, hê jî neguheriye û li ser heman xeta astengkirin, sînorkirin û qedexekirinê ye. Weke saziyên çand û zimanê kurdî em vê êrîşa li dijî Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê bi tu awayî qebûl nakin û bi tund şermezar dikin. Di vê pêvajoya hesas de ku ji bo pêkanîna maf û daxwazên gelê kurd û çareseriyê, ked tê dayîn. Lazime ku rê li ber êrîşeke wiha venebûya û rayedaran li gelê kurd, sazî û dezgehên gelê kurd rêz bigirtina.
 
Lê berovajî vê yekê, komeleyeke legal ku bi rêya kargehên ziman û çalakiyên çandî ji sala 2018an ve li metropoleke wekî Îzmîrê xwedî li çand û zimanê kurdî derdikeve. Em dibînin ku rayedar bi neheqî û bi armanceke nebaş xebatên vê Komeleyê û xebatên zimanê kurdî asteng dikin.
 
Em careke din,  bi bîra rayedaran dixin ku ne maf û hedê tu kesî ye, êrîşên bi vî rengî li nasname, hebûn û zimanê kurdan bike. Ziman rasterast nasname û hebûna gelê kurd e. Êrîşên bi vî rengî, li dijî gelê kurd, nirxên gelê kurd û nasnameya gelê kurd, , bêtehemuliyekê nîşan didin. Em vê êrîşa li ser Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê, weke êrîşeke li ser zimanê kurdî û nasname û hebûna kurdan dizanin.
 
Ji ber vê yekê, divê êrîşên wisa  demildest bêne rawestandin. Muameleyên ku serê pêşîn bi destê Walîtiya Îzmîrê, paşê jî bi destê zabiteyên Şaredariya Îzmîrê pêk hatine, divê ji paş ve bên kişandin. Gelê kurd ev ji sed salî zêdetir e ku ji bo ziman, çand û hebûna xwe têdikoşe û heta ku mafê xwe yê perwerdeya bi kurdî û azadiya xwe bi destnexe wê bi tu awayî dest ji têkoşîna xwe bernede.
 
Em hemû saziyên zimanê kurdî, careke din piştgiriya xwe ji bo Komeleya Avestayê didin zanîn ku êrîşa li ser Komeleya Avestayê êrîşeke li ser zimanê kurdî û gelê kurd e. Ji ber vê çendê em vê kiryara Walîtî û Şaredariya Îzmîrê şermezar dikin. Bi vê minasebetê, bangê li raya demokratîk û rayedaran dikin. Êdî wext e ku mafê perwerdeya bi kurdî û statuya kurdî bê bicihkirin û hiqûqa gelê kurd û gelan bê naskirin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
 

Sernavên din

04/08/2025
21:15 Şandeya DEM Partiyê: Nîşeyên ku wekî yên hevdîtinê bin tên belavkirin dûrî rastiyê ne
20:39 Bertek li dijî girtina Komeleya Avestayê
16:28 Barrack têkildarî Siwêyda û Minbicê daxuyanî da
16:20 Çalakiya jinên Beluc di roja 20’an de didome
16:08 Îlham Ehmed: Avakirina Sûriyeyeke nû bi naskirina hemû nasnameyan pêkan e
15:27 Girtina Komeleya Avestayê li Agiriyê hate protestokirin
15:09 Roja danişîna lêpirsîna ÎzBB’ê diyar bû
14:42 Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê: Tirkiye peymana avê binpê dike
14:28 HSD: Komên hikûmeta demkî êrişî nuqteyên me yên leşkerî kirin
14:00 Kurtulmuş bi koordînatorên komîsyonê yên partiyan re civiya
14:00 Bîlançoya li Yemenê giran bû: 76 kes di behrê de xeniqîn
13:59 Endamê Kongreya DYA’yê Hemade: HSD’ê rêveberiyeke mînak ava kir
13:15 Serokê ICRC’ê: Rewşa mirovî ya li Siwêdayê giran e
13:14 Qirkirina daran a li Gabarê ku Walitiyê gotibû ‘hatiye rawestandin’ didome
12:56 Temel: Bêyî tevkariya polîtîk a Ocalan çareseriyeke mayinde pêkan nîne
12:02 ‘Hewceye komîsyon şefaf be û gel agahdar bike’
11:36 DFG: Astengiyên li pêşiya hevdîtina rojnamegeran a bi Ocalan re rakin
11:09 Mazlum Ebdî: Ji bo gelê Sûriyeyê rola xwe bilîze bingeh hatiye avakirin
10:46 Ji Abdullah Ocalan hişyariya ji bo komîsyonê: Divê bingeha hiqûqî hebe
10:43 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 65,15 e
TUÎK: Enflasyona salane ji sedî 33,52 ye
10:42 Pêşniyara dayikan a ji bo komîsyonê: Bila Ocalan azad bibe
10:01 ‘Tişta herî xetere ku tundiya ser jinê zêde dike polîtîkaya necezakirinê ye’
09:33 Li Behra Spî û Çukurovayê civînên gel: Xelk ji AKP'ê bawer nake û dixwaze gav bên avêtin
09:23 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina herî xurt hêza cewherî ye’ derket
09:00 ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2025’AN
03/08/2025
16:43 Ji bo taziyeya Karagol û Aydogmûş serdana girseyî
16:24 Kesên ku di fermanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Bila statûya Şengalê were nasîn
16:11 Li Siweydayê pevçûnên dijwar
14:49 Bafil Talabanî: Em ê piştgiriyê bidin daxwazên Êzidiyan
14:49 Li Îranê 8 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne
14:39 Li Gundikê Melê şewat derket
14:38 Fîlozof Lisa Herzog piştgirî da pêvajoyê
14:38 SOHR: Di 5 mehan de herî kêm 3 hezar û 278 kes mir
14:27 Aqûbeta 400 kîlo ûranyûmê li Îranê nayê zanîn
14:26 Li Iraqê îxracatê petrolê ya ji bo DYA'yê kêm bû
14:15 Ji Avestayê bertek: Zimanê dayikê xeta me ya sor e
13:21 Êzidiyan berê xwe dan Çiyayê Şengalê
13:09 Kovara Jin bi sernavê 'Jinên Êzidî û Parastina Rewa' derket
13:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da û yek jî gerîla ye: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
12:41 Banga hevrûbûn û naskirina komkujiya Êzidiyan
11:58 Fragmana 'Hey Hawar' ku texrîbata goran vedibêje hat weşandin
11:56 Erdhejê rê li ber vekir: Volkan piştî 450 salî çalak bû
11:33 QSD: Mafê parastina rewa hat bikaranîn
11:31 Bêrîvan aştiyeke bi rûmet dixwazin
11:20 Çîroka malbateke ku dîl ketiye destê DAIŞ'ê
10:30 Tesîsa dawerînê ye, lê qirêjî dike!
09:51 Ciwanên HDK'î: Çareserî bi guhertina destûra bingehîn mimkun e
09:42 Dadgehê giliyê têkildarî Soylu ji meclisê re hişt
09:00 Parêzer Kahraman: Ji bo pêkhatina mafê hêviyê hemû kes berpirsyar e
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2025'AN
02/08/2025
16:38 11 rêxistin ji bo komkujiya Şengalê bangî Iraqê kirin
16:24 Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin
16:05 Sezaî Temellî: Dema avakirina rêya 3’yemîn e
15:35 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Baltaci û Demîr bên berdan
15:33 Xizmên Windayan li 4 bajaran çalakî li dar xistin
14:50 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Bila komkujiya Êzidiyan bê naskirin
14:21 Bakirhan: Em bang li civaka sivîl dikin ku di pêvajoyê de bi awayekî aktîf rol bigirin
14:10 Dayikên Şemiyê ji bo Murat Aslan daxwaza edaletê kirin
13:54 Di bîranîna Pirsûsê de binpêkirin hatin aşkerakirin
13:23 KNK: Divê statûya Şengalê bê naskirin
13:10 Nerazîbûna li hemberî xûtbeya Diyanetê ya ku jinan dike hedef
12:59 Di civînên TÎS’ê de lihevkirin pêk hat
12:56 Êrişên li dijî bîrên petrolê tê lêkolînkirin
11:34 Rapora MKG'ê ya meha Tîrmehê
10:38 Nûnera CÎSST’ê: Mafê hêviyê pêwîstiyeke mirovahî ye
10:12 Li Amedê ‘Pêşandanên Fîlman ên li Derve’ dest pê kir
10:01 Navenda li Seravê ji bo jinan bû nefes
09:50 Li Depê konsereke bi coş
09:35 ICOMOS: Pira Deh Derî di xetereyê de ye, plana çalakiyê berpêş bikin
09:15 Dayikên Aştiyê bang li komîsyonê kirin: Girtiyên nexweş û siyasî berdin
09:09 Girtiyê nexweş ê dermanên wî nayên dabînkirin sewqî girtîgeheke din hat kirin
09:05 Hevdîtina ku jiyana mexdûra fermana 74'emîn guherand
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2025'AN
01/08/2025
16:22 Spot di weşanê de ye: Rojeva ewil a Dort 1 Yandan komîsyona Meclisê bû
16:09 Ji MHP’ê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang
16:05 Li Siwêdayê çalakî: Bila hêzên hikûmeta demkî ji bajêr derkevin
15:38 NY: Îsraîlê 1.373 Fîlîstiniyên li benda alîkariyê bûn kuşt
15:11 TÎS’ê daxwazên xwe rêz kir
14:53 Yuksel Koç tehliye bû
14:37 Deriyê Komeleya Awestayê hate mohrkirin
14:24 Der heqê rojnamevanê ku birîna darên li Şirnexê kiribû nûçe lêpirsîn hate despêkirin
14:03 Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Dadê çalakî hate lidarxistin
13:18 Îranê cezayê hucreyê da 3 girtiyên jin
12:48 Erdogan cezayê bersûcê komkujiya Madimakê rakir
12:46 Şîna Bîşeng Kabakê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
12:23 Bi roj li nav zevî bi şev jî di kon de dixebitin
11:52 DEDAŞ bêyî ku biçe gund ji bo 35 malan di navbera 60 û 450 hezar TL fatûre birî!
11:02 Klîba Derwêş û Edûlê hate weşandin
10:46 Li dijî birîna daran kampanya: Parastina xwezayê parastina welat e
10:45 Prof. Kieser: Êdî Kurdên li Lozanê nîn in!
10:28 Nûnera KCDP’ê: Ji bo aştiyeke mayînde em em amade ne ku piştgiriyê bidin komîsyonê
10:03 Ji bo xwezayê duqat xetere: Li aliyekî agir, li aliyê din jî maden
09:43 ‘Ji dêleva hebskirinê divê li ser sedemên sûc bê sekinandin'
09:17 Li Pira Deh Derî dagirkerî û keysprestî
09:10 Şahidê Fermana 74'an: Me terka axa xwe nekir
09:06 Dayikên ku çûn Casenê: Dê êşa me bi aştiyê sivik bibe
09:03 Deriyê ber bi Xwedê ve: Deriyê Aşûr
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2025'AN
08:53 Tax bi tax civînên gel hatin lidarxistin