NAVENDA NÛÇEYAN - AYM’ê der heqê 15 rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibûn girtin û piştre hatibûn berdan, biryara binpêkirinê da.
Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Deger, di 25’ê Cotmeha 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hate binçavkirin û di 29’ê Cotmeha 2022’yan de jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Oznûr Deger, 8 mehan li Girtîgeha Jinan a Sîncanê hate ragirtin. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryara xwe ya têkildarî serlêdana Oznûr Degerê de da.
BIRYARA REDÊ Û TAZMÎNATÊ BI HEV RE DA
Di serlêdanê de hatibû gotin ku biryara girtinê hiqûqî nebû, dema girtinê dema maqûl derbas kiriye, dosyaya lêpirsînê ji bo xwegihandinê hatiye bisînorkirin, îtîraza li dijî girtinê dereng hatiye lêkolînkirin û Dadgeriyên Cezayên Sulhê bêalî û serbixwe tevnegeriyane. AYM’ê ev xal tevek red kir û tenê xala ku xwegihandina dosyayê hatiye bisînorkirin di cih de dît. AYM’ê biryar da ku 30 hezar lîre tazmînata manewî were dayin.
JI BO 14 ROJNAMEGERAN JÎ HEMAN BIRYAR HAT DAYIN
AYM’ê, di heman demê de ji bo rojnameger Dîcle Muftuoglû, Mazlum Guler, Mehmet Şahîn, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şah Oruç, Suat Doguhan, Dîren Yurtsever, Denîz Nazlim, Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrullah Acar, Ceylan Şahînlî û Habîbe Eren jî heman biryar da.