STENBOL - Denîz Guzel piştî 33 salan û Bulent Guneş jî piştî 32 salên di girtîgehê de tehliye bû.
Denîz Guzel û Bulent Guneş ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Boluyê dihatin ragirtin, hatin tehliyekirin. Denîz Guzel (53), di sala 1992’yan de li Çewligê hate girtin. Guzel, li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) hate darizandin û bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbedê lê hate birîn. Tevî ku Guzel 30 salan di girtîgehê de ma û înfaza cezayê xwe temam kiribû jî tehliyeya wî ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve dihat astengkirin. Tehliyeya Guneş ê di sala 1993'yan de hatibû girtin jî bi biryarên lijneyê dihat astengkirin.
Guzel û Guneş, li pêşiya girtîgehê ji hêla endamên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUAY-DER) û endamên malbatên xwe ve hatin pêşwazîkirin.