NAVENDA NÛÇEYAN - CENTCOM’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama operasyoneke hewayî yên hêzên wan a li Idlibê de yek ji payebilind û fînansorên DAIŞ’ê hatiye kuştin.
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA’yê (CENTCOM), ragihand ku hêzên wan di şeva 19’ê Tebaxê de li bejahiya Idlibê ya Sûriyeyê di operasyona hewayî de yek ji rêveberên payebilind ku yek ji fînansorên sereke yên DAIŞ’ê kuştine. CENTCOM'ê diyar kir ku kesê navborî êrişên li Sûriye û Iraqê plan dikir, bi şaneyên cuda yên DAIŞ’ê re di nava têkiliyê de bû û hem li ser hêzên wan hem jî li ser koalîsyona navneteweyî yekser gef bû.
Hate ragihandin ku operasyon bi piştgiriya helîkopter û balafirên bêmirov hatiye kirin û serdegirtin ji aliyê leşkerên DYA’yê ve hatiye kirin. Fermandarê CENTCOM'ê Amîral Brad Cooper, got: “Em ê li tevahiya herêmê bi biryardarî terorîstên DAIŞ’ê bişopînin. Armanca me ew e ku rêxistinê bi rengekî mayinde têk bibin û xaka DYA’yê biparêzin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku DYA’yê di meha Tîrmehê de jî li Idlibê operasyoneke bi heman rengî kiribû û berpirsyarekî payebilind ê rêxistinê û du kurên wî kuştibû.
Idlib a li ser sînorê Tirkiyeyê, ji hêla endamên DAIŞ’ê ve weke herêmeke biewle tê bikaranîn. DYA’yê di sala 2019’an de jî serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir el Bexdadî li gundê Barîşa yê Idlibê, Ebû Îbrahîm el Haşîmî el Kûreyşî yê ku ketibû şûna Bexdadî jî di sala 2022’yan de li gundê Atmeyê kuştibû.