BEDLÎS - Di hilbijartina li Meclisa Giştî ya Bedlîsê de serokatî ji AKP’ê derbasî DEM Partiyê bû.
Di hilbijartina li Meclisa Giştî ya Bedlîsê de serokatî ji AKP’ê derbasî DEM Partiyê bû. Piştî ku Serokê Meclisa Giştî ya Bedlîsê yê AKP’ê Alî Akin jiyana xwe ji dest da, di hilbijartina îro de 24 endam deng dan. Namzetên AKP û DEM Partiyê 12 deng stendin. Li gorî mewzûatê pişk hat avêtin û di pişkê de serokatiya nû ya meclisê bû ya DEM Partiyê.
Li gorî vê, endamên DEM Partiyê Çetîn Gulmemz û Bêrîvan Canbey wekî hevserokên Meclisa Giştî ya Bajêr dest bi erka xwe kirin.
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de AKP’ê li bajêr gelek leşker û polîsan wekî hilbijêr tomar kiribû û bi vî rengî serokatiya şaredariyê bi dest xistibû.