ŞIRNEX - Endamên Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê ji bo meş û çalakiya nobedê ya li dijî talankirina ekolojiyê ya li Bestayê ku zêdetirî 5 sal in didome, banga beşdarbûnê kirin û gotin: "Parastina xwezayê parastina hebûna me ye. Werin em bi hev re vê qirkirinê rawestînin."
Erdnîgariya Botanê 5 sal in bi hinceta lêgerîna maden û petrolê û her wiha çêkirina qereqol û rêyan, tê talankirin. Li gelek deveran, bi taybetî li Çiyayên Cûdî û Gabar û herêma Bestayê, talankirina xwezayê bi pêşengiya cerdevanan û di bin çavdêriya leşkeran de berdewam dike. Ji bo têkoşîna li dijî talankirina ekolojiyê gelek çalakî hatine lidarxistin. Lê belê, talankirina xwezayê bênavber berdewam dike.
Talana karşı son dönemlerin en kitlesel eylemi, Demokratik Kurumlar Platformu öncülüğünde, 9-10 Eylül tarihlerinde Şirnex’te gerçekleştirilecek. 9 Eylül tarihinde saat 13.00’da Şirnex merkezde bulunan Cumhuriyet Meydanı’nda yapılacak açıklamanın ardından kentin çıkışına kadar yürüyüş düzenlenecek. Yürüyüşün ardından araçlara binecek olan kitle, Besta Bölgesi’ne geçerek, bir gece nöbet eylemi gerçekleştirecek.
Xwepêşandana herî girseyî ya li dijî talanê ya demên dawî ku dê ji hêla Platforma Saziyên Demokratîk ve bê birêvebirin, dê di 9 û 10'ê Îlonê de li Şirnexê bê lidarxistin. Piştî daxuyaniya ku dê di 9'ê Îlonê saet di 13:00'an de li Qada Cumhuriyetê ya navenda Şirnexê bê dayîn, dê meşek ber bi derketina bajêr ve bê lidarxistin. Piştî meşê, girse dê li wesayîtan siwar bibe û ber bi Herêma Bestayê ve biçe û li wir şevekê çalakiya nobedê li dar bixe.
DÊ HEVSEROKÊN DBP Û DEM PARTIYÊ BEŞDAR BIBIN
Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ligel gelek parlamenteran, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û tevgerên jîngehê dê beşdarî xwepêşandanê bibin. Nûnerên saziyên demokratîk ên li bajêr kolan bi kolan digerin, belavokan belav dikin û welatiyan vedixwînin çalakiyê.
Endamên Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê jî ji bo beşdarbûna meş û nobedê bang kirin û gotin ku parastina xwezayê di heman demê de parastina xwebûnê ye.
Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram bal kişand ser polîtîkaya qirkirina ekolojiyê ya li Şirnexê bi salan tê sepandin û got: "Ev polîtîka di salên dawî de li gelek deveran, bi taybetî li Gabar, Besta û Cûdiyê zêde bûne. Di bin navê lêgerîna madenan, lêgerîna petrolê û çêkirina qereqolan de ekolojî tê qirkirin. Em ji bo bidawîkirina van polîtîkayên wêranker têdikoşin. Di vê çarçoveyê de, em ê di 9'ê Îlonê de ji navenda bajêr meşekê li dar bixin. Piştî meşê, em ê li Bestayê nobedê bigirin."
‘PÊKANÎNA ŞERÊ TAYBET'
Şenbayram destnîşan kir ku polîtîkayên qirkirina ekolojiyê pêkanîneke şerê taybet e û diyar kir ku divê her kes bi vê hişmendiyê beşdarî çalakiyê bibe. Şenbayram got: "Em dixwazin ev polîtîka bi dawî bibin û xweza azad bibe. Em bang li her kesî dikin ku bi me re bimeşin û xwedî li xwezayê derkevin. Ger em di vî şerê li dijî xwezayê de li Besta, Gabar û Cûdiyê winda bikin, tenê yê winda bike dê ne em bin. Hemû gelên Tirkiyeyê dê winda bikin. Şirnex wekî laboratuwarek tê hilbijartin û pratîkên ku li wir tên sepandin li seranserê bajarên Tirkiyeyê tên belavkirin. Divê her kes ji metropolên Tirkiyeyê û bajarên Kurdistanê bi vê hesasiyetê beşdarî meş û nobedê bibin. Bi rastî, ev nobeda rojekê ne dawî ye; ew ê heta ku xweza azad bibe berdewam bike."
‘EM QIRKIRINA EKOLOJIYÊ RAWESTÎNIN'
Endamê platformê Tahir Cin diyar kir ku Şirnex wekî navenda qirkirina ekolojiyê hatiye hilbijartin û got: "Ji ber polîtîkayên qirkirina ekolojiyê yên li herêmê jiyan tê wêrankirin. Di vê çarçoveyê de, şerekî qirêj li dijî xwezayê tê meşandin. Wekî platform, em bi salan e li dijî vê yekê li ber xwe didin. Em ji bo bilindkirina hişmendiya ekolojîk dixebitin. Em ê bi girseyî biçin deverên ku ekolojî lê tê qirkirin. Em ê li dijî qirkirina ekolojiyê ya li Kurdistanê bisekinin. Em ê bang li komên gendelkar ên ava me ziwa dikin û darên me dibirin ku destên xwe ji xwezaya me vekişînin. Gel li hember vê qirkirina ekolojîk bertek nîşan dide. Me rojên herî germ ên dîrokê dîtin. Divê gel piştgiriyê bide vê meş û nobedê. Xwezaya me qet ewqas nehatibû talankirin. Em ê bi vê hişmendiyê gavan biavêjin. Divê her kesê ku xwedî li pêşeroja xwe derdikeve mil bi mil tevlî me bibe. Werin tevlî vê meşê bibin û em bi hev re qirkirina ekolojiyê rawestînin."
Endamê Platformê Ahmet Başak jî koçberiya mirovan a li herêmê ku bi wêrankirina ekolojiyê re çêbûye bi bîr xist û banga parastina xwezayê kir û got: "Li seranserê Kurdistanê qirkirineke ekolojiyê heye. Botan dilê Kurdistanê ye. Di 9 û 10'ê Îlonê de, tevahiya gelê Botanê dê xwezaya xwe biparêze. Dar giyanê axê ne, heke giyanê axê bimire, em hemû dimirin. Axa me ji bo me her tişt e. Bê ax, ne av û ne jî jiyan heye. Parastina xwezayê erka her yekî ji me ye. Xweza ne hewceyî kesî ye, lê her kes hewceyî xwezayê ye. Parastina xwezayê parastina hebûna me ye. Di salên 1990'î de, em ji axa xwe hatin derxistin û li metropolên Tirkiyeyê neçar man ku di nav xizaniyê de bijîn. Dema ku em ji axa xwe hatin veqetandin, me zimanê xwe û çanda xwe ji bîr kir. Ji bo ku ev yek careke din çênebe, divê em xwezaya xwe biparêzin. Ger em xwezayê biparêzin, xweza jî dê me biparêze. Divê her kes bi vê hesasiyetê di vê meşê de cih bigire."
MA / Emrûllah Acar