Li kujerê Ayten Ozturk a di binçavan de hat qetilkirin pirsin

STENBOL  - Dayikên Şemiyê di 1067'emîn çalakiya xwe de, li aqûbeta kujerên Ayten Ozturkê pirsîn ku 33 sal berê di bin çavan de hatibû qetilkirin. 
 
Dayik/Mirovên Şemiyê cara 1067'emîn li Qada Galatasarayê kom bûn da ku li aqûbeta xizmên xwe yên ku di binçavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin. Di çalakiyê de wêneyên kesên ku di binçavan de hatin windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Ayten Ozturk ku 33 sal berê hatibû qetilkirin, hat vegotin. 
 
ÇÎROKA AYTEN OZTURKÊ
 
Parêzer Jiyan Kayayê ev tişt gotin: "Hidir Ozturk ku wekî şef li Îdareya Taybet a Bajar a Tunceliyê dixebitî, di Gulana 1992'yan de ji hêla Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Bajêr a Tunceliyê Mustafa Sabrî Yazgankiran bi rêya telefonî gazî wî hat kirin ku tevî keçen xwe bê qereqolê. Hidir Ozturk bi sê keçên xwe re çû alayê. Piştî axaftineke tehdîdkar, Albay Yazgankiran ji leşkerekî re got, 'Van bibin jêrê cem Mahmut Beg.' Bi rastî, 'Mahmut Beg' Mahmut Yildirim bû, bi navê kod 'Yeşil' ku ji bo MÎT û JÎTEM'ê dixebitî. Yildirim lher sê xwişkan da ber lêpirsînê û navnîşan û jimareyên wan ên telefonê wergirt. Piştî demeke kurt, du xwişk ku karmendên dewletê bûn, sirgûnî bajarên din hatin kirin. Keça Hidir Ozturk, Ayten Ozturk li kargeheke girêdayî Rêveberiya Taybet a bajarê Tunceliyê ya li Akpinara Mazgêrtê dixebitî. Ew piştî kar di êvara 27'ê Tîrmeha 1992'yan de, bi otomobîleke spî ku çar kes tê de bûn, hat revandin." 
 
'BI AWAYEKÎ MIRÎ HAT DÎTIN'
 
Jiyan Kayayê bi bîr xist ku Ayten Ozturk di 8'ê Tebaxa 1992'yan de li Kartaltepe ya Karşiyaka ya Xarpêtê bi awayekî qetilkirî hatiye dîtin û got ku berî kuştina wê îşkence lê hatiye kirin. Kayayê bal kişand ser wê yekê ku di rapora otopsiyê ya Ozturkê de tu delîlên îşkenceyê tune bûne û got: "Otopsiyeke berfireh nehat kirin. Lêpirsîna ku hat vekirin zû bi dawî bû. Paşê, Fermandarê JÎTEM'ê Cem Ersever û endamê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan diyar kirin ku Ayten Ozturk ji aliyê Yeşîl û ekîba wî ve bi Land Rovereke spî ya ku ji aliyê Waliyê Rewşa Awarte ve hatibû dayîn hatiye revandin û ew birine JÎTEM a Dîyarbekirê û piştî îşkenceya bi rojan hatiye înfazkirin. Ev îtîraf di çapemeniyê de jî hatin weşandin."
 
Jiyan Kayayê diyar kir ku hewldanên hiqûqî yên malbata Ayten Ozturkê bêencam man û doz di sala 2022'yan de ji ber demboriyê hat rawestandin. Jiyan Kayayê wiha domand: "Kesên sûcdar çi dibin bila bibin, di dewletê de çi pozîsyona wan hebe bila hebe, heya neyên darizandin û hesab nedin, dê pergaleke hiqûqê ya rasteqîn neyê avakirin. Edalet tenê dema ku zincîra bêcezatiyê were şikandin dikare pêk were. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Ayten Ozturkê û ji bo hemû windahiyên xwe bernedin."
 
Nameya ku bav Hidir Öztürk şand jî di çalakiyê de hat xwendin. 
 
Piştî daxuyaniyê beşdaran qurnefîl danîn Qada Galatasarayê. 
 

Sernavên din

16:00 Ji Nergîs Mihemediyê name ji bo NY'yê
15:31 Jiyana 3 girtiyên nexweş di xetereyê de ye
14:45 Midûrê Midûriyeta Polîsan a Antalyayê ji wezîfeyê hat dûrxistin
14:40 Rejîma Îranê çalakvanekî berxwedana 'jin jiyan azadi'yê bi dar vekir
14:31 Banga ji bo meşa ber bi Bestayê ve
14:04 Xizmên windayan ji bo Sîncar, Bîçîmlî û Çardakçi kom bûn
13:36 Li kujerê Ayten Ozturk a di binçavan de hat qetilkirin pirsin
13:21 Bi girseyî serdana şîna Fesîh Polat hat kirin
12:47 Kesê ku tahde li xwişka xwe kir serbest hat berdan
12:37 Agir bi kampa penaberên şengalî ket
12:33 Dayik amadekariyên çalakiya Bestayê dikin
11:56 Şandeya alman li Helebê ye
11:53 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser li Ewropayê ye
11:09 Ji DBP, HDK û DEM Partiyê daxuyaniya Komkujiya 6-7'ê Îlonê
10:45 Di Tebaxê de 28 jin hatin qetilkirin
10:14 'Nêzîkatiya dewletê ya li şînan zirarê dide pêvajoyê'
09:47 Ger Tirkiye 'mafê hêviyê' pêk neyne dê bi çi re rû bi rû bimîne?
09:23 Rêveberiya Xweser û Durzî civiyan
09:16 Şert û mercên neewle û bêparastin dibin sedema mirinê
09:06 Krîzê eleqeya ji bo berhemên kirtasiyeyê yên bêqalîte zêde kir
09:06 Li Bestayê meş û nobeda li dijî qirkirina ekolojiyê: Parastina xwezayê parastina hebûnê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2025'AN
05/09/2025
20:19 TJA'yê serdana malbata Rojîn Kabaîşê kir
20:06 69 filistînî hatin qetilkirin
19:36 Zarokên ji kursên MED-DER'ê mezûn bûn belgeyên xwe wergirtin
19:17 Belgefîlma ku hê nehatiye weşandin hat sansurkirin
19:10 Yildizê MHP'î: Bila komisyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
18:51 Ji bo Tamer Koç li Enqereyê şîn hat danîn
17:33 YSK'ê itiraza CHP'ê qebûl kir: Dê kongre bidomin
17:23 Rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê
17:09 HDP'ê 6'emîn Kongreya Asayî li dar xist
16:22 Bi girseyî serdana şîna Yavûz hat kirin
14:01 Hesabê Yenî Yaşamê ya X’ê hate astengkirin
14:00 Zextên li Girtîgeha Dumluyê zêde dibin: Hûn ê aştiyê nebînin
13:41 Ji bo hevdîtina ‘jin li ser aştiyê diaxivin’ banga tevlibûnê hat kirin
13:35 Felsefevana Amerîkî: Banga Ocalan bandor li min kir
11:50 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê roj bi roj girantir dibe
11:39 Li Kampa Holê operasyona ‘ewlehiyê’
11:32 Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî bi rojeva Helebê civiyan
11:29 Di êrişên Îsraîlê de 7 jê zarok 19 kes hatin qetilkirin
11:20 Sozdar Avesta: Bêyî Rêber Apo entegrasyona demokratîk pêş nakeve
10:09 Jiyana di konteynerê de jî ji bo mexdûrên erdjehê zêde dîtin!
09:27 Agirê Jiyan piştî 7 salan dê konserê bide
09:26 Li Semsûrê bi hinceta çêkirina rêyê qirkirina daran tê kirin
09:25 Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed: Tecrûbeya me ya herî mezin ew e ku jiyaneke bêyî xweparastinê nabe
09:22 Kampanyaya 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim' ket meha 3'yan
09:15 Komkujiya 6-7'ê Îlonê: Banga Ocalan ji bo hevrûbûna bi van êşan re firsend e
09:10 Êrişa nijadperest a li Nîgdeyê: Xwestin me hemûyan bikujin
09:08 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserekê were pîrozkirin
09:02 Li Tatosê wêneyên dengbêjan li dîwaran hatin xemilandin
09:00 ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2025’AN
04/09/2025
23:48 Mûstafa Karasû: Divê Rêber Apo li meclisê biaxive
23:30 Fermandarê Hêzên Navendî ya DYA’yê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir
20:10 21 kesên ku 10 sal berê li Cizîrê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:59 Sîncar û Ozdemîr li cihê lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:23 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê Peymana 10'ê Adarê de daxuyanî
19:18 Kesên êrişî rojnamevan Hêmin Mamend kirin hatin girtin
16:48 Sendîkayên Fransayê ji bo betalkirina cezayê Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:35 Rewşenbîrên Ereb xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
16:01 Şîna Semra Duvayê bi girseyî hate ziyaretkirin
15:52 'Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin’
15:25 Li Xezeyê herî kêm 37 Filistînî hatin qetilkirin
15:19 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û bal kişand ser ‘siyaseta demokratîk’
14:03 Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:45 Tevgera Şemiya Mor: Bêdengî şirîkatiya sûcê Talîbanê ye
13:34 Halîde Turkoglû: Em ê aştiyê bi pêşengtiya jinan ava bikin
13:25 Encamên pêşbirka lîstikên şanoya Kurdî dê di Mijdarê de bên aşkerakirin
12:30 'Di doza Sîncar de pêvajoyeke faîl diparêze tê meşandin’
12:14 Li Antalyayê tehliyeya 3 girtiyan hate taloqkirin
11:58 Rojnameger Berekat: Bêyî Rêveberiya Xweser nikarin Sûriyeyeke nû ava bikin
10:46 Li Hesekê erdhej çêbû
10:46 Ciwan dê li Wanê şahiyê li dar bixin
10:39 Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî Îsraîl hişyar kir: Îlheqkirina Şerîaya Rojava xeta me ya sor e
10:12 Kêla gorên zarokên wê hatibûn rakirin: Ev zilm e
09:57 DEDAŞ’ê guh neda qedexeyê û trafo danî hewşa dibistanê
09:34 Li Reqayê 5 DAIŞ’î hatin girtin
09:33 7 meh piştî tehliyeya xwe wefat kir: Kuştin piştre berdan
09:17 Li Tuzluçayirê dê şahiya ‘civaka demokratîk’ bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2025’AN
03/09/2025
13:11 YRA'yê êrişa li dijî rojnamevan Mamend şermezar kir
13:09 TAJÊ: Veqetandina êzdiyan ji koka wan berdewamiya fermanê ye
12:28 Romana nû ya Rênas Jiyan derçû
12:12 CHP'ê gazî 81 serokên bajêr kir ku werin Stenbolê
12:11 Dengbêj Silêmanê Şirnexî jiyana xwe ji dest da
10:59 Hesabê enflasyonê yê TUÎK'ê dîsa kêm derket
10:56 Ciwanê ku li Dêrgulê hat binçavkirin serbest hat berdan
10:50 Şewata li Bestayê hat tefandin
10:33 ENAG: Enflasyon di Tebaxê de ji sedî 3,23 zêde bûye
10:30 Li hemberî şaredariyên CHP'î yên Avcilar û Beşîktaşê operasyon
10:15 NY, bang li Îranê kir ku îdamê rawestîne
10:08 Li Girtîgeha Metrîsê êriş û gef
10:01 32 sal di ser qetilkirina Sîncar re derbas bûn: Berpirsiyariyeke mezin hişt
09:11 Qeyûm guh neda bertekan, careke din dest bi qirkirina daran kir
09:00 Ji Serokê Baroya Amedê pêşniyazên 'çareseriyê'
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2025'AN
02/09/2025
20:58 Rojnamevan Hêmin Mamend di êrişeke çekdarî de birîndar bû
20:32 Bahçelî gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar
18:23 Rayedarekî amerîkî serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir
18:05 Serokatiya Meclisa Giştî ya Bedlîsê derbasî DEM Partiyê bû
17:59 MYK'a CHP'ê bi awayekî awarte civiya