MÊRDÎN - Ji bo endamê HPG’ê Ferhat Demîr ku li Herêma Garê û ji bo endamê HSD’ê Bîlal Tutal ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Nisêbînê şîn hate danîn. Şîn, bi girseyî hatin zirayetkirin.
Endamê HPG’ê Ferhat Demîr (Dengtav Amed), di 17’ê Tebaxa 2021’ê de li herêma Garê ya li Herêma Federe ya Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Endamê HSD’ê Bîlal Tutal (Birûsk Firat) jî di 11’ê Kanûna 2024’an de li devera Pira Qereqozaqê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da. Ji bo Demîr û Tutal, li Taxa Dîcleyê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê şîn hate danîn. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê çûn serdana girseyê.
Girseya ku li Xaçerêya Yenî Halê ya taxê hate gel hev, li vir ber bi Mala Şînê ya Dîcleyê ve meşiya. Di meşê de wêneyên Demîr û Tutal hatin hilgirtin û dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" berz kir. Serdana şînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Girseyê, bi yekdengî sirûda Çerxa Şoreşê xwend. Nûnerên MEBYA-DER’ê di şînê de gotin ku Nisêbîn di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e û soza têkoşînê dan.
Wekîlê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan jî bal kişand ser pêvajoya ji bo pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin û got heta aştî tê dê nesekinin.
Malbatên Demîr û Tutal jî di axaftinên xwe de gotin ku ew xwedî li “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” derdikevin û xwestin dewlet gavan biavêje.
Serdan, piştî xwendina duayan bi dawî bû.