* Welatiyên li Kadikoyê, ku nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd nirxandin, diyar kirin ku komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin erênî ye û gotin ku divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin.
* Tirkiye hewl dide hem zextê li Hikûmeta Demkî bike û hem jî hewl dide rê li ber Amerîkayê bixe ji bo tesfiyekirina HSD'ê ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî her cure gefan diparêze.
* Endamê TOHAV'ê Azad Geylanî diyar kir ku ew dixwazin li ser Tirkiyeyê ku li dijî biryara mafê hêviyê radibe, ceza bên sepandin û got: "Bi rastî jî sebra komîteyê tê ceribandin. Ger gavên berbiçav neyên avêtin, dibe ku komîte prosedurê pêk bîne."
* Hevserokê Şaxa MEBYA-DER a Mêrsînê Bahattîn Bektaş bal kişand ser astengiyên li pêşiya sersaxiyê û wêrankirina goristanan û got: "Ev pêkanîn pêvajoyê têk dibin. Divê dawî li van pêkanînên dijdemokratîk bên."
* Kesên ku di dema derbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de, li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê bi îşkenceyên giran re rû bi rû man, gotin: "Berxwedanê encam da, destkeftiyên niha yên Kurdan mîrateyeke ji wan rojan in."
* Ji Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Fadil Bedîrhanoglû diyar kir ku divê gelê Kurd li dora nirxên xwe bibe yek û yekitiya xwe misoger bike û got ku yekitiya Kurdan dê tevkariyeke mezin li aştiyê bike.
* Danişîna doza rojnameger Abdurrahman Gok dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê were lidarxistin. (09.00)
* Danişîna doza rojnameger Ahmet Guneş ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê darizandin, dê li 25'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê were lidarxistin. (09.30)
* Danişîna 2'yemîn a doza Ayşe Gokkan ku jinûve tê darizandin dê li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (10.00)
* Danişîna 4'emîn a doza rojnameger Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tên darizandin, dê li 25'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)
* Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît dê li Meclisê têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyaniyê bide. (12.00) ZINDÎ
* Saziyên ku ji bo "Mafê hêviyê" serî il Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabûn, dê li navenda giştî ya ÎHD'ê daxuyaniyê bidin. (13.00)
* TJA dê li Mêrdînê hevdîtina "hiqûq û destûra bingehîn" li dar bixe. (14.00)
* Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê di civîna xwe ya 8'emîn de li sendîka û karsazan guhdarî bike. (14.00)
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê li Stenbolê biçin serdana Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel.(15.00) ZINDÎ