STENBOL -Endamê TOHAV'ê Azad Geylanî diyar kir ku ew dixwazin li ser Tirkiyeyê ku li dijî biryara mafê hêviyê radibe, ceza bên sepandin û got: "Bi rastî jî sebra komîteyê didin zorê. Ger gavên berbiçav neyên avêtin, divê komîte helwesteke zelal nîşan bide û prosedurê pêk bîne."
Di sala 2014'an de, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku ferzkirina cezayê muebbedê yê girankirî, li dijî qedexeya îşkence û muameleya xerab a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye û bi vî awayî mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye binpêkirin. DMME'yê ji Tirkiyeyê xwest ku rêziknameyên têkildarî mafê hêviyê derxîne, lê 11 sal derbas bûne hê jî Tirkiyeyê ev yek nekiriye. Ji ber nepêkanîna sererastkirinên qanûnî ji aliyê Tirkiyeyê ve, mesele ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re hat şandin ku xwediyê karbidestiya şopandina pêkanîna biryarên DMME'yê û ferzkirina cezayan e. Plana çalakiyê ya ku ji hêla Komîteya Wezîran ve ji bo sererastkirinên qanûnî yên pêşniyazkirî yên Tirkiyeyê hatiye xwestin, bi berdewamî bi naverokeke xapîner pêşkêşî Komîteyê hatiye kirin. Saziyên sivîl û hiqûqê jî gilî û gazindên xwe der barê agahiyên xapîner ên Tirkiyeyê de pêşkêşî Komîteyê kirin. Par, komîteyê ji Tirkiyeyê re salek muhlet da. Komîteya Wezîran ku dê di navbera 15-17'ê Îlonê de dosyeya "Koma Gurban" nîqaş bike, dê plana çalakiyê ya Tirkiyeyê binirxîne û der barê pêvajoyê de biryareke nû bide.
Endamê Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) Azad Geylanî, mafê hêviyê yê DMME'yê ku dibêje heta hetayê girtina kesan li dijî qedexeya îşkence û muameleya xerab a PMME'yê ye, bibîr xist. Geylanî got: "Ji ber vê yekê, divê rewşa kesên ku cezayê girtina heta hetayê wergirtine piştî demeke diyarkirî were nirxandin. Mekanîzmayeke wisa li Tirkiyeyê hîn tune ye. Ji ber vê yekê, li Tirkiyeyê qala binpêkirina mafê hêviyê tê kirin."
BIRYARA AZERBEYCANÊ
Geylanî bi bîr xist ku tevî 11 sal di ser biryarê re derbas bûne jî, Tirkiyeyê tu guhertinên qanûnî nekiriye û got: "Her çend planên çalakiyê yên ku ji hêla Tirkiyeyê ve hatine pêşkêşkirin nîşan didin ku biryar ji rayedarên dadwerî re hatiye ragihandin jî, gavên reformê yên berbiçav nehatine avêtin. Mînak, di plana çalakiyê ya ku ji hêla Tirkiyeyê ve di Tîrmeha 2024'an de hatiye pêşkêşkirin de, tê gotin ku pergala hiqûqê têrker e lê Komîteya Wezîran ev bersiv kêm dît. Dema ku em li Azerbaycanê, anku doza Memmedov dinêrin, Azerbaycan jî bi salan red kir ku wî serbest berde. Komîteya Wezîran a Parlamentoya Ewropayê di sala 2017'an de prosedurek binpêkirinê da destpêkirin. Ev pêvajo di dawiyê de kir ku Azerbaycan wî serbest berda. Vê yekê li gorî pêkanîn xala 46'an a PMME'yê kir. Anku, mekanîzmayeke dadwerî ya cidî hatiye çêbû."
BIRYARÊN SIYASÎ
Geylanî destnîşan kir ku Azerbaycan li hemberî hiqûq û zextên navneteweyî hesastir e û got: "Têkiliyên dîplomatîk ên Azerbaycanê ji yên Tirkiyeyê kêmtir cihêreng in. Her çend Tirkiye îdia dike ku biryarên DMME'yê bicîh tîne jî, ev ne wisa ye. Mînak, di dozên Ocalan, Kavala û Demîrtaş de, biryar nehatin bicîhanîn. Komîteya Wezîran dînamîkên siyasî yên navxweyî û serxwebûna dadwerî ya hikûmetê wekî hincet nîşan da. Lêbelê, Komîteya Wezîran van hincetan têr nabîne. Ev biryar, biryarên siyasî yên Tirkiyeyê ne."
HIŞYARÎ
Geylanî bal kişand ser rola çavdêriyê ya Komîteyê û got: "Komîteyê her wiha hejmara giştî ya kesên ku cezayê muebbedê yê girankirî wergirtine xwest. Ji bo pêşkêşkirina planeke çalakiyê muhlet da Tirkiyeyê. Her wiha hişyarî hat dayîn ku biryareke demkî dê were dayîn. Tirkiyeyê bi neavêtina gavên berbiçav, bi van biryaran pabend nebû. Komîteya Wezîran ji Tirkiyeyê xwest ku bêyî derengmayînê gav biavêje. Civîna 2025'an bi taybetî girîng e ji ber ku bi rastî jî sebra komîteyê tê ceribandin. Ger gavên berbiçav neyên avêtin, Komîte dikare biryareke demkî bide û bi prosedurê pêk bîne. Ev ê bandorê li pozîsyon û îtibara Tirkiyeyê ya di nav Komîteyê de bike."
'DIVÊ KOMÎTE ZORÊ BIDE TIRKIYEYÊ'
Geylanî bi bîr xist ku TOHAV berî civînê Komîteyê agahdar kiriye û got: "Di agahdariya xwe de, me pêşî destnîşan kir ku Tirkiyeyê tevî biryarên Ocalan jî tu reformên avanîsaziyê pêk neaniye. Me diyar kir ku planên çalakiyê yên ji hêla Tirkiyeyê ve hatine pêşkêşkirin ne li gorî pîvanên DMME'yê ne û divê cezayên muebbedê yên girankirî ji nû ve werin nirxandin. Me her wiha diyar kir ku ev rewş ne tenê bandor li biryara Ocalan dike, di heman demê de bandor li bi sedan girtiyên li Tirkiyeyê yên ku cezayên muebbedê yên girankirî li wan hatine birîn jî dike û ev pirsgirêkeke sîstemîk e. Wekî din, di agahdariya xwe de, me daxwaz kir ku Komîte helwesteke zelaltir li dijî Tirkiyeyê bigire û bi mueyîdeyan zextê lê bike. Armanca me li vir ew bû ku Komîteyê teşwîq bikin ku Tirkiyeyê bixe bin çavdêriyeke hişktir û Tirkiyeyê teşwîq bikin ku gavên berbiçav biavêje. Ji ber ku zêdebûna zextê îxtîmala pêkanîna reforman ji hêla Tirkiyeyê ve zêde dike."
Geylanî diyar kir ku ew pêvajoyê dişopînin û got: "Tirkiye çawa ku niha ji bo pêvajoya aştiyê komîsyon ava kiriye, ez bawer dikim ku dê ji bo biryarên DMME'yê jî hesastir be."
MA / Omer Îbrahîmoglû