NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku peyam ji 33'eymîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî re şand, got: "Divê têkoşîna li ser axa xwe armanca me ya sereke be."
3’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya bi dirûşmeya “Rêbertiya Azad û Civaka Demokratîk” li bajarê Dortmund ê Almanyayê dest pê kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, peyamek ji festîvalê re şand.
Peyama Abdullah Ocalan bi vî rengî ye:
"Hevalên hêja,
Hûn ên ku li Ewropayê dijîn, hûn ji mecbûrî û ji ber zextan çûn wir. Lê bi pêşveçûna pêvajoya ku me daye destpêkirin, vegera we ya li welêt, dê bibe deriyê destpêkeke nû. Tevî hemû zehmetiyan, we bi çand, ziman, ked û hunera xwe rehên xwe parastin; we li ser her zemînê têkoşînê domand.
Îro, li welatê me ji bo pêşxistina civakeke demokratîk, pir pêdivî bi ezmûn û hevgirtina we heye ku ji ber têkoşîna we ya li Ewropayê çêbûye. Pêdiviya vî welatî bi azadî, demokrasî û avakirineke civakî ya nû heye. Ev pêvajoya avakirinê dê bi beşdariya kesên li sirgûnê xurttir bibe.
Pêvajoya ku em niha ji bo pêşxistina wê dixebitin, pêvajoyek e ku me hemûyan bi rehên me, ax û bîra me ve ji nû ve girêdide. Hevdîtina li festîvaleke çandî li Ewropayê ne tenê çalakiyeke çandî ye, di heman demê de rengvedana vînê ye ku rehên gelê me yê li sirgûnê zindî dihêle.
Ji ber polîtîkayên bi zanebûnî, dînamîzma ciwanan a welêt ber bi derveyî welêt ve tê arastekirin. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê, divê bernameyeke piralî bê pêşxistin. Di van şert û mercan de, divê têkoşîna li ser axa xwe armanca me ya sereke be."
Dema ku em bi hev re bin, çi li sirgûnê be çi jî li welêt be, tu hêz nikare vê meşê rawestîne. Dema ku mîrateya çandî û siyasî ya ku we afirandiye bi têkoşîna ku em li vir dimeşînin re bibe yek, dê di rêya azadî û demokrasiyê de serdemeke nû dest pê bike.
Bi hezkirin, bawerî û hevgirtineke bêdawî…
Abdullah Ocalan
Girava Îmraliyê"