AMED - Şîna ku ji bo Demhat Baytar ê HPG’î hatibû danîn, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Ji bo Demhat Baytar (Kerîm Avareş) ê ku di 16’ê Hezîrana 2023’yan de jiyana xwe ji dest dabû, li Mala Şînê ya Ençê ya li navçeya Rezan a Amedê şîn hate danîn. Şîn, bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) bi girseyî hate ziyaretkirin.
Di dema serdanê de girseyê dirûşma “Şehîd namirin” berz kir û sersaxî ji malbatê re xwest. Piştî rêzgirtinê, Hevseroka MEBYA-DER’ê Gurbet Sevîktek ji malbtatê û ji gelê Kurd re sersaxî xwest. Gurtbet Sevîktekê, diyar kir ku têkoşîna 52 salan ev pêvajo daye destpêkirin û got: “Divê Abdullah Ocalan azad be, divê komîsyon li rêzdar Ocalan guhdarî bike.”
Serdana şînê piştî duayan bi dawî bû.