AGIRÎ - Li Agiriyê ji 3 hezar û 636 km rêyên gundan hêj 2 hezar û 279 jê stabîlîze ne. Hevserokê Meclisa Giştî ya Bajar ê DEM Partiyê Melîk Ozmuş, got: “Kesên ji hêla hikûmeta navendî ve hatine tayînkirin, li gorî polîtîkayên îktîdarê tevdigerin û gel li gorî tercîhên siyasî dabeş dikin.”
Li gorî daneyên sala 2024’an ên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), Agirî bi 564 gundên xwe re li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê yek ji bajarê herî zêde gundên wê heye ye. Di rêza 6’an de cih digire. Tevî vê jî yek ji bajarê herî zêde kêm “xizmet” lê tê kirin e.
Li gorî daneyên Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê, dirêjiya rêyên gundan ên li Agiriyê bi giştî 3 hezar û 636 kîlometre ye. Li gel ku tevahiya rêyên li bajar weke rêya di Pişeya 1’emîn de hatine destnîşankirin jî, ji rêjeya heyî 2 hezar û 279 km ji rêyên stabîlîze pêk tê. Bi vê yekê re, piştî Artvîn, Gîresûn û Kastamonuyê yên li Rojhilatê Behra Reş, di rêza rêyên gund ên stabîlîzekirî de di rêza 4’an de cih digire. Di rêza rêyên betînkirî ya li nava gundan de jî piştî Kutahyayê di rêza 2’yemîn de cih digire. Li Agiriyê bi giştî hezar û 195 kîlometre rêya nava gund heye û ji van rêyan hezar û 57 km weke rêyên stabîlîze derbas dibin. Li Tirkiyeyê bajarê herî zêde xwedî rêyên stabîlîze Kutahya ye û ji rêyên wê yên nava gundan 169 km jê qîrkirî ne, 962 km bi kevirên parkê hatine çêkirin. Lê li Agiriyê tenê 138 km bi kevirên parkê hatine çêkirin.
GUND TÊN CEZAKIRIN
Li gel rewşa li jor hatiye vegotin, xizmeta qismî ya li Agiriyê tê kirin jî li gorî tercîhên siyasî diguhere. Îdareya Taybet a Bajar ku girêdayî walîtiyê ye, xizmetê ji gundên dengê xwe didin îktîdarê dikin. Di “Rêyên gundên me” ya ji hêla Îdareya Taybet ve hatiye parvekirin de piranî gundên di hilbijartinê de dengê xwe dane AKP’ê ne. Yek ji gundê ku tu xizmet jê re nayê kirin jî Avamasiya ye. Li vî gundî 714 kes dijîn û di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 2024’an de ji sedî 81’ê dengan bo DEM Partiyê çûn. Avamasiya, li Agiriyê 8’emîn gundê herî mezin e, 28 km’an dûrî navendê ye û 3 km’an dûrî Rêya Armûşê ya dîrokî ye. Tevî vê jî qismekê rêya wê û tevahiya rêya nava gund stabîlîze ye.
Hevserokê Meclisa Giştî ya Agiriyê yê DEM Partiyê Melîk Ozmuş, têkildarî mijarê axivî.
‘XIZMETÊ LI GORÎ TERCÎHA SIYASÎ DIKIN’
Ozmuş, anî ziman ku xizmeta gundan a li Agiriyê li gorî tercîha siyasî tê kirin û wiha pê de çû: “Kesên tayînkirî, dijminatiyê dixin nava gel. Agirî li Tirkiyeyê yek bajarê herî zêde gundên wê heye ye. Lewma divê xizmet jê re were kirin. Mixabin hêj rêyên bi sedan gundên me nehatine qîrkirin. Kîjan gund dengê xwe bide îktîdarê, xizmet ji wan re hatiye kirin û tê kirin. Tu xizmetê ji gundên dengê xwe nedane wan re nakin. Bi vî awayî gundên me ceza dikin.”
‘HEWCEYE RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ BÊN XURTKIRIN’
Ozmuş, da zanîn ku keyayên gundan ji bo qîrkirina rêyên gundan çûne cem Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajar û axaftina xwe wiha qedand: “Ji keyayan re dibêje ‘dengê xwe nedane AKP’ê lewma em xizmetê nakin.’ Em niha qala avakirina civakeke demokratîk dikin. Yek ji van gavan jî xurtkirina rêveberiyên herêmî ye. Kesên ji hêla hikûmeta navendî ve hatine tayînkirin, li gorî polîtîkayên îktîdarê tevdigerin û gel li gorî tercîhên siyasî dabeş dikin. Divê wekhev û adilane nêzî her kesî bibin lê di navbera gel de fitneyê derdixînin. Dema rêveberiyên herêmî hatin xurtkirin, wê demê dê pêşiya van pirsgirêkan were girtin.”
MA / Omer Akin