Sabrî Ok: Divê xebatên hiqûqî bên kirin

  • rojane
  • 12:09 26 Cotmeh 2025
  • |
img

QENDÎL - Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, got: “Bi hewldanên pir mezin ên Rêber Apo re em niha di qonaxeke pir girîng de ne. Dikare hinek yasayên teaybet û sererastkirinên tenê ji bo vê mexsûs bên derxistin.” 

 
Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji bo vekirina pêşiya qonaxa duyemîn a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, îro bi daxuyaniyeke dîrokî gaveke nû avêt. Rêveberiyê, piştî daxuyaniyê jî pirsên rojnamegeran bersivand. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok bersiva pirsan da. 
 
Ok, pirsa Ajansa Mezopotamyayê ya têkildarî yasayên veguhêz bersivand û got: “Ji bo pêvajo li gorî daxwaz û bendewariya gelên me pêş bikeve, ev pêvajo bi gavên girîng gihşt roja me. Tam jî di vê pêvajoyê de hewcehî pê heye ku hinek xebatên hiqûqî jî bên kirin. Li hemberî tiştên heta niha tevgera me kiriye, hewceye bibîne ku di qada hiqûqî de hin tişt hatine kirin. An jî hinek gavên hiqûqî, pêvajoya veguhêz e. Hêj pêvajoyeke, ne pêvajoyeke qediyayî ye. Her ku gav tên avêtin jî dê pêş bikeve. Em dixwazin ku hinek yasayên taybet ên bi taybet ji bo PKK’ê an jî bi taybet ji bo pêvajoyê bên kirin. Ev ne efû ye, têkoşîna 50 salan heta roja me hat. Bi hewdlanên pir mezin ên Rêber Apo re em îro gihiştine qonaxeke pir girîng. Dikare hinek yasa û sererastkirinên taybet ên tenê mexsûsê vê rewşê bên çêkirin. Taybet û resen bin. Ev gavên pir girîng ku hem raya giştî ya me û her kes li bendê û mereq dike dê li ku çi bi xwe re bîne, dê rê li ber kîjan geşedanan veke, pirsîna van pirsan tiştekî xwezayî ye. Û bendewariya wan jî di cih de ye. Hêvîdarin ku berpirsyar, rayedar û dewleta Tirk jî li ser bifikire û berpirsyartiyên xwe bicih bînin.” 
 
‘AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO’ 
 
Nûçegihanê Channel 8’ê jî pirsa “Bendewariyên we yên ji Tirkiyeyê tam çi ye?” kir û Ok wiha bersiv da: “Di dîroka berxwedanê ya gelan de tu mînakeke mîna pirsgirêka Kurd tune ye. Rêberê gelekî, hêzekê, tevgerekê di şertên zindanê de ye û lê dîsa jî ji bo aştî û çareseriyê hewl dide. Mînaka vê tune ye. Divê ev kes vê pêvajoyê di şertên azad de birêve bibe. Hewceye raste rast azad bibe. Rêber Apo, hêj ji hêla fîzîkî ve azad nebûye. Tevî vê jî berpirsyartiya xwe ya dîrokî bi cih tîne. Weke ku di raya giştî de jî pir li ser tê nîqaşkirin, hewceye Rêber Apo ji hêla fîzîkî ve azad bibe.” 
 
‘HEWCEYE KOMÎSYONA MECLISÊ BI RÊBER APO RE HEVDÎTINÊ BIKE’  
 
Sabrî Ok, pirsa têkildarî xebatên Komîsyona Meclisê jî wiha bersivand: “Gaveke girîng e, mihûm e. Komîsyon ji gelek partiyan pêk tê. Yekser nav lê hate kirin û bi wate jî bû. Em jî girîng dibînin. Em xebatên wê yên heta niha neyînî nanirxînin lê baş bi rola xwe jî ranebû. Ew jî çi ye, ji bilî tevgera me li gelek tevger, avadanî, rêxistinên civaka sivîl, civakê hate guhdarîkirin. Hewceye Komîsyona Meclisê demildest biçe cem Rêber Apo, lê guhdarî bike. Ya esasî ev e. Yê ku pêvajo daye destpêkirin û birêve dibe Rêber Apo ye. Lewma hewceye demildest lê were guhdarîkirin. Bendewariya me ew e ku her kes rola xwe bicih bîne.” 
 
Ok, wiha domand: “Dewleta Tirk car bi car daxuyaniyan dide. Ev têkoşînek e, di daxuyaniya me de jî heye. Em ne li bendê ne ku her tiştekî ew bikin. Hewcehî bi têkoşînê heye û divê her kes berpirsyartiya xwe bicih bîne. Em wisa difikirin ku bandora wê ya erênî dê hebe.”  
 
Ji bo pirsa nûçegihanê El Arabiayê ya “Heke Enqere pêwîstiyên vê daxuyaniya we bicih neyîne dê çi bibe?” jî Ok wiha bersivand: “Em erênî bifkirin, bendewariya me ya ji pêvajoyê ew e ku her kes li hemberî vê gava me ya dîrokî berpirsyyartiya xwe bicih bîne.” 
 
‘RÊBER APO PÊŞNIYAR DIKE KU EM BI PARADÎGMAYA NÛ SIYASETÊ BIKIN’  
 
Routersê jî j Ok pirsî ka bendewariya wan a piştî vê gava dîrokî ya ji vekişîna dewleta Tirk a ji xaka başûrê Kurdistanê çi ye. Sabrî Ok, wiha bersivand: “Piştî şerê 50 salan, rewşa dîrokî, civaknasî û dinyayê, bi esasgirtina Kurdistanê jî, Rêber Apo pêşniyar dike ku siyaset li gorî paradîgmaya nû were kirin. Em jî têkoşîna xwe li ser vî esasî didomînin. Bendewariya me ew e ku rayedarên têkildarî berpirsyartiya xwe bicih bînin. Heke vê berpirsyartiya xwe bicih bînin, ev yek dê bandora xwe li Başûr û Rojhilata Navîn jî bike. Em biisrar in, bila her kes û dewleta Tirkiyeyê jî berpirsyartiya xwe bicih bîne.” 
 
Sabrî Ok, herî dawî pirsa AFP’ê ya “heke bersiva vê gavê neyê dayin” kir û Sabrî Ok jî wiha bersivand: “Em naxwazin tiştekî wiha teserûf bikin. Di şertên zindanê yên Rêber Apo d mimkûn nîne ku pirsgirêka Kurd çareser bibe. Hewceye Rêber Apo di şertên azad de bijî û xwedî şertên xebatên yên azad be. Hewceye ji hêla fîzîkî ve azad be.” 
 
MA / Azad Altay  
 

Sernavên din

16:03 Şînên Rewşen Kaçak û Kevser Renê bi girseyê hatin ziyaretkirin
15:43 Gava dîrokî ya Tevgera Azadiyê di çapemeniya cîhanê de deng veda
15:05 Bertekan encam girt: Îranê cezayê îdamê yê 5 Kurdan betal kir
14:58 Akin Bîrdal: Divê êdî cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ were ragihandin
14:47 Ekîncî: Vekişîn, hewldaneke stratejîk e ku bêpevçûniyê xurt dike
14:09 Uçum: Wisa tê fêmkirin ku dê gavên li gorî hiqûqa veguhêz bên avêtin
14:08 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan taloqî 30’ê Cotmehê hat kirin
14:00 Di merasîma dîrokî de çi qewimî?
13:24 Abdulkadîr Guleç: Hewceye yasayên li gorî ruhê pêvajoyê bên amadekirin
Ekîn Yeter: Bi entegrasyona demokratîk re divê aştî pêk bê
12:09 Sabrî Ok: Divê xebatên hiqûqî bên kirin
11:39 Ji AKP’ê daxuyaniya ewil a têkildarî biryara vekişînê
11:38 DEM Partî dê sibe têkildarî gava dîrokî daxuyaniyê bide
11:28 Vaye dîmenên daxuyaniya dîrokî
10:45 Welatiyên tev li mitînga Esenyurtê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
10:01 Li girtîgehên Îzmîrê tehliyeyên 15 girtiyan tên astengkirin
09:59 Wêneyên ewil ên daxuyaniya dîrokî HATE NÛKIRIN
09:11 Kovara Jinê bi manşeta ‘Çi bi Rojîn Kabaîşê bû?’ derket
09:08 Ji Tevgera Azadiyê gaveke din a dîrokî: Em hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişînin
09:00 ROJEVA 26’Ê COTMEHA 2025’AN
25/10/2025
22:00 Bi sed hezaran kes tev li konsera Koma Amedê bûn
16:47 Di mitînga Esenyûrtê de posterê Abdullah Ocalan hat hilgirtin
16:32 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Êlihê civîn li dar xist
15:53 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran çalakî hat lidarxistin
15:50 Ji jinan çalakiya 'dara aştiyê'
15:17 Xizmên windayan daxwaza edaletê kirin
14:35 Li Cizîrê ‘Nobeda Edaletê’ di hefteya duyemîn de: Dê têkoşîna me bidome
13:51 Navê nemir ê Kulîlka Azadiyê: Evdilmelîk Şêxbekir
13:15 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yusuf Nergiz pirsin
12:36 Dê li Kurdistanê 2 mîlyon şitlên berûyê bên çandin
11:59 Dogan Erbaş: Entegrasyon formula çareseriyê ye, dê dewletê jî biguherîne
11:38 Dozgerê ku nexwest 'sûcê zayendî' bibîne, li ser 'şantaj û binpêkirinê' îdianame amade kir
10:46 ‘Em li wargehên KYK’ê ne di ewlehiyê de ne divê em parastina cewherî bi rêxistin bikin’
10:43 Gerîla dê sibê gaveke dîrokî bavêje
09:47 Dr. Saîdogluyê Filistînî: Welatên plana Trump erê kirine piştevanên projeya kolonyalîst in
09:33 Pirtûkên nivîskarê girtî Kahraman nadin wî
09:13 ‘Pirsgirêk bêyî azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan çareser nabe'
09:04 Li Wanê liv û tevgera li Çarşiya Sobevanan zêde bû
09:00 ROJEVA 25’Ê COTMEHA 2025’AN
24/10/2025
21:48 Civîna MYK a DEM Partiyê bi dawî bû
18:31 Li Amedê 6 ciwan hatin girtin
15:59 Saliha Aydenîz: Divê dewlet azadiya rêzdar Ocalan mîsoger bike
15:59 Endamên Koma Amed Tahir Elçî bi bîr anî
15:48 'Zext û binpêkirinên li bendên kontrolê yên leşker û polîsan bi dawî bikin’
15:34 Amedspor: Hedefa me Super Lîg e
14:02 Li Mûglayê keştî noqî avê bû: 14 kes mirin
14:01 Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re hate weşandin
12:59 Der heqê Oznur Degerê de lêpirsîn hat vekirin
11:13 Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê mirineke biguman
10:59 Cendirmeyan wecîbeyên olî asteng kirin, qeymeqam cihê şînê neda
10:53 Dîroka Heskîfê dê bi lîstika ‘Keypa 12500’ bê nîşandan
09:59 Endamên Koma Amed: Em ê konserê bi coşa Newrozê bidin
09:40 Li Xana Axparê qeza: Kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn
09:37 Li Stenbolê di serdegirtina malan de herî kêm 9 ciwan hatin binçavkirin
09:31 Di perspektîfa Abdullah Ocalan de entegrasyona demokratîk
09:20 Ji bo têkoşîneke hevpar banga tevlibûna mitîngê
09:00 'Dewlet karê xwe bi şêwirmendên darayî dide kirin, rêziknameyeke qanûnî divê'
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2025'AN
08:45 Li dijî TELE1’ê operasyon: Polîs li kanalê lêgerînê dikin
23/10/2025
16:52 Şîna Sûltan Ete bi girseyî hat ziyaretkirin
16:12 Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
15:43 Tedawiya Aykol a li beşa çavdêriya awarte didome
15:39 Danişîna doza Hevşaredar Neslîhan Şedalê hat taloqkirin
15:06 Ji bo rojnameger Akdenîz biryara beraetê hat dayin
14:57 Li Sêrtê doza tecawizê: Daxwaza girtina faîl hat redkirin
14:09 Hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re piştî 28 salan hate weşandin
13:55 Ahmet Turk ji doza weke hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan beraet kir
13:42 Endamên Koma Amedê bi stranan hatin pêşwazîkirin
12:24 HPG'ê ji ber operasyonên leşkerî hişyarî kir
11:58 'Divê gel rê nede zîhniyeta DAIŞ’ê ku xwe li Kurdistanê birêxistin bike’
11:20 Tê payin ku Şandeya Îmraliyê di 28’ê Cotmehê de bi Erdogan re hevdîtinê bike
11:02 Rojnamevan Aykol di çavdêriya awarte de jî dibe dengê girtiyan
11:00 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:48 Dîmenên kêliya polîsan ciwan derb dikir derketin holê
10:11 Belgefîlma Kerboranê: Em ê hestiyên me ji bîrê derxistin ji bîr nekin
09:48 Şandeya Îmraliyê çû serdana siyasetmedarên girtî
09:16 Redkarên wijdanî: Bila aştî bê nîqaşkirin, redkariya wijdanî bê qebûlkirin
09:14 Dosyeya Rojîn Kabaîşê: Me daxwaza berfirehkirina lêpirsînê kir
09:13 Akademîsyen Berwarî: Ger Tirkiye şer hilbijêre, dê bi kêrî kesî neyê
09:11 Akademîsyen Yildiz Onen: Aştî dê bi kêrî her kesî bê
09:08 'Li dijî asîmlasyonê divê weşangeriya Kurdî bêtir bê piştgirîkirin'
09:06 Ji bo konsera Koma Amed bang
09:05 Bi şanoyê Kirmanckî berbiçav dike
09:00 'Ji bo aştiyeke mayinde divê girtî hemû bên berdan'
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2025’AN
22/10/2025
16:35 Li Colemêrgê panela ‘Di Îslamê de civak û jin’
15:21 Îkram Guner li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
14:45 Qeyûm zextê li xebatkaran dike ku sendîkaya xwe biguherînin!
13:52 Ji bo meşa Kolnê bang hate kirin
13:36 Leşkeran deriyê mala şînê qilf kirin: Behsa aştiyê dikin lê zilma wan berdewam e
12:54 HSD ne ‘gef’ e lê hêza jinûveavakirinê ye
11:48 Leşkeran dest danîn ser telefona welatiyê dixwest talana li Gabarê bikişîne
11:34 Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tehliyeya 8 girtiyan asteng kir
10:57 Weqfa Mezopotamyayê kursa ‘Folklor û Edebiyata Gelêrî’ ya onlîne dide destpêkirin
10:44 Li Agiriyê xizmet ji gundên dengê xwe nedane AKP’ê re nayê kirin
10:03 'Li Wanê divê demildest ji bo tiryakkêşan navendên rehabîlîtasyonê bên vekirin'
09:36 Çanda Dêrsimê bi çanda kulav neqş kir
09:16 'Ger dewlet bixwaze pirsgirêkê çareser bike divê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
09:09 Xizmên girtiyan: Zilma li girtîgehan didome
09:04 Li Îzmîrê qeydên ji bo Kurdî dest pê kirin