WAN - Jinan, di çarçoveya “Projeya Daristana Jinan” a Komîsyona Meclisa Jinan a Şaredariya Rêya Armûşê de 500 şitlên darberûyê danîn.
Di çarçoveya “Projeya Daristana Jinan” a Komîsyona Meclisa Jinan a Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê de de 500 şitlên darberûyê bi destê jinan hatin danîn. Şitil, li herêma Bostanîçî TOKÎ’yê li qada aydê şaredariyê ya 8 hezar û 700 metrekareyan hatin danîn. Di çalakiyê de pankarta “Jin jiyan e, jiyan xwerêvebirin e” hate hilgirtin. Hevşaredara Rêya Armûşê Canan Uzunay, Hevberdevka Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Leyla Çelîk, endamên meclisa jinan û xebatkarên şaredariyê tev li bûn.
Di çalakiyê de jinan bal kişand ser têkiliya xurt a jinan a bi xweza, ax û jiyanê re û bi dirûşmên “Bi destê jinan darberûyek, hezar hêvî” û “Jin, jiyan, azadî” dar li qadê danîn. Şitilên hatine danîn jî ji ewil ji hêla jinan ve hatin avdan.
