NAVENDA NÛÇEYAN - Cezayê 5 mamostayên Kurd ên endamên Encûmena Yekîtiya Mamostayên Kurd ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Îranê ve hate erêkirin.
Malpera Kolbernewsê têkildarî berdewambûna zext û gefên li ser mamostayên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê de agahî belav kir.
Hate diyarkirin ku li bajarên Seqîz û Sine yên Rojhilatê Kurdistanê cezayê bi ser 5 mamostayên Kurd ên bi navê Mecîd Kerîmî, Xeyas Nîmetî, Nesrîn Kerîmî, Feysel Nûrî û Şehram Kerîmî hatî sepandin, ji aliyê liqa 31 ya Buroya Dadweriya Îdarî ya Wezareta Perwerdeyê ya Îranê ve hatiye erêkirin.
Herwiha hate ragihandin ku derxistina Selah Hecî Mîrzayî hatiye betalkirin û doza wî ji bo ji nû ve darizandinê ji Lijneya Nirxandina Binpêkirinên Îdarî ya wezaretê re hatiye şandin.
Kolbernewsê da zanîn ku mamostayên hatine cezakirin endamên Encumena Yekîtiya Mamostayên Kurdin û bi dûrxistina ji pîşeyên wan û teqawidbûna bi mecbûrî hatine cezakirin.
Li gorî agahiyan Şehram Kerîmî bi şeş meh cezayê ji kar dûrxistinê, Mecîd Kerîmî û Xeyas Nîmetî bi cezayê ji kar derxistina daîmî, Nesrîn Kerîmî teqawidbûna bi neçarî, Feysel Nûrî bi 5 sal dûrxistina li parêzgeha Kirmanşanê û Selah Hacî Mîrzayî bi salekê derxistina demkî hatine cezakirin.
