ENQERE- Serokatiya Meclisê, ragihand ku komîsyon çûye Îmraliyê û hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah re erênî derbas bûye.
Serokatiya Meclisê, piştî hevdîtina Komîsyona Hevgirtina Netewyeî, Biratî û Demokrasiyê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi nivîskî daxuyaniyek belav kir.
Daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Meclisê bi vî rengî ye: “Komîsyonê heta niha 17ê civînên guhdarkirinê pêkanî. Herî dawî jî di civîna 18an de komîsyonê biryar girt ku şandeyek biçê Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkbîne. Li ser vê biryarê şandeyek çû Girava Îmraliyê. Şandeya komîsyonê li ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan û piştî wê bangê biryara fesîhê û berdana çekan a rêxistinê û mutabakata 10'ê Adarê pirs ji Abdullah Ocalan pirsîn û bersivên berfireh girtin. Di encama civînê de ji bo hevgirtina civakî, pêkhatina xwişk û biratiyê û bi awayekî pozîtîf rêveçûna pêvajoyê encameke erênî bû. Komîsyon ji niha şûn ve jî ji bo armancên xwe pêk bînê wê helwesta xwe ya biryardar bidomîne.”
