EDENE - Wekîlê DEM Partiyê Alî Bozan çû serdana girtiyê nexweş Haci Alagaş ku di beşa çavdêriya awarte de destkelemçekirî tê tedawîkirin û got: “Em hîn bûn ku destên wî haine kelemçekirin û wisa birine nexweşxaneyê. Ev yek, îşkence û miameleya xerab e.”
Wekîlê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan û endamên OHD’ê çûn serdana girtiyên Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Suluca ya Edeneyê. Bozan, piştî serdanê li pêşiya girtîgehê daxuyanî da û got ku ev girtîgeha behsa xeberê bi îdiayên îşkence û miameleya xerab di rojevê de ye. Bozan, da zanîn ku çûye serdana girtiyê nexweş Haci Alagaş ê 68 salî. Bozan, got ku Alagaş li girtîgehê krîza dil derbas kiriye û rakirine nexweşxaneyê. Bozan, diyar kir ku Alagaş 7 rojan di beşa çavdêriya awarte de hatiye ragirtin û di vê demê de destên wî kelemçekirî bûn. Bozan, destnîşan kir ku çûye serdana Alagaş û got: “Heta dema bi ambulansê dibirin nexweşxaneyê jî destên wî hatine kelemçekirin. Ez bang li wezîrê dadê dikim; hûn ê kengî ji qesrên xwe yên Enqereyê derkevin?”
Bozan, da zanîn ku Wezareta Dadê ji tenduristiya 433 hezar girtiyan berpirsyar e û axaftina xwe wiha qedand: “Di ambulansa girêdayî we de kesekî 68 salî ku krîza dil derbas kir, destkelemçekirî birin nexweşxaneyê. Di beşa çavdêriya awarte de 7 rojan ma û di wan rojan de jî destên wî kelemçekirî bûn. Heta ku îşkence û miameleya xerab bi dawî dibin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
