Rêxistina Mafên Mirovan: Demokrafiya Efrînê diguherînin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye ku di 20'ê Çileya 2018'an bi balafir, tang û topan dest bi êrîşan kir, di 18'ê Adara 2018'an de welatiyên Efrînê bajar vala kir û Tirkiye komên çekdar lê bi cih kirin. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku kiryarên Tirkiye yên talan, dizî, êşkence, komkujî, xerac, fîdye û guhertina demografiyê ji roja destpêkirina dagirkeriyê û vir ve didomin.

 
TSK'ê bi fermana Hikûmeta AKP-MHP'ê û bi hevkariya komên çekdar ên bi pere di 20'ê Çileya 2018'an de li dijî Efrînê dest bi êrişan kir. Rêveberiya Xweser jî ji bo parastina sivîlan di 18'ê Adara 2018'an de biryara vekişînê girt û bavar vala kir. Ketina Tirkiyeyê ya bajarê Efrînê 2 sal li pey xwe hişt. Piştî Tirkiye ket Efrînê û komên çekdar li wir bi cih kirin, bi komkujî, êşkence, revandina mirovan, talan, dizî, guhertina demografiyê dewam dike. Gelê Efrînê jî ji bo rizgarkirina xaka xwe li ber xwe didin.  Di salvegera dagirkirina Efrînê de Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Rojnameger Ersîn Çaksû nûçeyek amade kir. 
 
DI SALVEGERA 72'AN A MAHABADÊ DE BI 72 BALAFIRAN ÊRIŞ KIRIN
 
Tirkiyeyê di salvegera 72'an a Komara Kurd a Mahabadê de bi 72 balafirên şer êrişên dagirkeriyê bir ser Efrînê û li berxwedaneke mezin rast hat. Duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê ji ber ku li Efrînê nekarî ya dixwaze bike, vê carê êriş bir ser sivîlan. Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrînê, di meha destpêkê ya êrişên dagirkeriyê de 27 jê zarok, 21 jê jin bi giştî 176 sivîl hatin qetilkirin, 60 jê zarok, 71 jê jin bi giştî 484 sivîl jî birîndar bûn.
Heta roja 52'an a êrişên dagirkeriyê, li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrînê û Heyva Sor a Kurd, 35 jê zarok û 29 jê jin 232 sivîl hatin qetilkirin, 90 jê zarok û 100 jê jin 668 sivîl jî birîndar bûn. Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda xwe li Londonê ye ragihand, 55 jê zarok û 36 jê jin 380 sivîlên Kurd, Ereb, Ermen ji aliyê dewleta Tirk ve li Efrînê hatin kuştin. Di Kanûna 2018'an de Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmara sivîlên hatin qetilkirin gihîşt 501 kesî, ya birîndaran jî gihÎşt 797 kesî.
 
GUH NEDA AGIRBESTA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
 
Neteweyên Yekbûyî (NY) di meha Sibatê de ji bo gelemperiya Sûriyeyê agirbest ragihand, lê dewleta Tirk tevî vê biryarê jî bi rengekî bêsînor sivîl qetil kir. Ji ber ku êriş li sivîlan dihate kirin û metirsiya komkujiyê zêde bû di 16'ê Adarê de Rêveberiya Efrînê biryar wergirt ku gel ji Efrînê derxîne. 90 ji sedî yê Efrîniyan dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nekirin û biryar dan ku ji bajêr derkevin. Piştî du rojên rêwîtiya koçberiyê zêdeyî 175 hezar Efrînî gihîştin Kantona Şehbayê. Efrînî ji aliyê gelê Şehbayê û rêveberiya herêmê ve hate pêşwazîkirin. Efrînî li bajarokên Ehres, Fafînê, Til Rifat û Kefernayê yên Şehabyê û 50 gundên herêmê bi cih bûn.
 
GELÊ EFRÎNÊ DEST JI XAKA XWE BERNADE
 
Beşeke mezin a Efrîniyan li kampên Berxwedan, Serdem, Efrîn û Vegerê yên li Şehbayê bi cih bûn. Efrîniyan jiyana xwe û rêxistinbûna xwe ji nû ve ava kirin û tevî ku hîn jî dewleta Tirk êrişî wan dike, li benda azadkirina Efrînê ne. Li aliyê din komkujî, êşkence, revandina mirovan, talan, dizî, guhertina demografiyê ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker e hîn jî didomin.
 
LI GORÎ RAPORÊN RÊXISTINA MAFÊN MIROVAN A EFRÎNÊ ASTA DAGIRKERIYÊ
 
Li gorî daneyên meha Çileyê yên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, çend ji kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê wiha ne:
 
Koçberî: Piştî dagirkirina Efrînê zêdeyî 300 hezar Kurd neçar man koç bikin.
 
Komkujî: Di êrişên dagirkeriyê yên 58 rojî de 486 sivîl hatin qetilkirin.
 
Revandina mirovan: Ji Adara 2018'an û pê ve li Efrînê herî kêm 6 hezar sivîl hatin revandin. Li 700 ji wan êşkence hate kirin û aqûbeta 3 hezar û 300 ji wan nayê zanîn.
 
Êşkence: Piraniya mirovên hatin revandin êşkence li wan hate kirin. Di nava du salan de 54 kes ji ber êşkenceyê jiyana xwe ji dest dan.
 
Fîdye: Dewleta Tirk û komên wê yên çete herî kêm 500 kes ji bo fîdyeyê revandin. Ji bo van kesên revandin ji 3 hezar heta 100 hezar dolarî fîdye xwestin.
 
Destavêtin: Piştî êrişên dagirkeriyê destavêtin herî kêm li 60 jinan hate kirin.
 
Talan: Li Efrînê bi her şêweyî talan çêbû, çêdibe.
 
Talankirina kargehên zeytûnê: Beriya êşkenceyê li Efrînê 270 kargehên zeytûnê hebûn. Malzemeyên 140 ji wan ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û li Tirkiyeyê hatin firotin. Yên mayî jî hatin desteserkirin.
 
Talankirina zeytûnan: Zeytûnên Efrînê di asta 85 ji sedî de tên desteserkirin û piştî ku li Antakyayê li kargehan tên bikaranîn, madeya "Made in Turkey" lê didin û difiroşin. Di sala 2018'an de 70 hezar, di sala 2019'an de jî 90 hezar ton zeytûn hatin talankirin.
 
Zindan: Her komên ser bi dewleta Tirk li gorî xwe êşkencexane û zindan ava kirin û mirovên direvînin li wan deveran êşkence dikin.
 
Talankirina xwezayê: Li Efrînê herî kêm 2 hezar 180 donim zevî û zêdeyî 10 hezr darên zeytûnê hatin şewitandin. 450 hezar darên zeytûnê hatin birîn.
 
Hilweşandina dibistanan: Li 64 dibistanan welê kirin ku nikaribin bên bikaranîn. Çeteyan gelek dibistan ji xwe re kirin biryargeh, zindan û êşkencexane.
 
Talankirina şûnwarên dîrokî: 42 deverên dîrokî û baweriyan hatin şewitandin û hilweşandin. Gelek berhemên dîrokî revandin Tirkiyeyê.
 
Dizîtiya avê: Li navçeya Şera ya Efrînê, ava Bendava Meydankê dibin Tirkiyeyê û deşta Amîk a Hatayê bi vê avê tê avdan.
 
Zexta olî: Li Efrînê Xiristiyan hemû neçar man koç bikin. 10 deverên îbadetê yên Kurdên Êzidî, malên cem ên Elewiyan kirin dibistanên şerîatê.
 
Xerec: Dewleta Tirk û çeteyên wê bi navê 'bavê' ji her malbatên li bajêr dimînin her me 10 heta 15 hezar lîreyê Sûriyeyê xerecê werdigirin.
 
Dîwar: Ji bo Efrînê ji Sûriyeyê qut bike di nava bajêr de dîwar lê dike.
 
Guhertina demografiyê: Li şûna Kurdên bi zorê ji bajêr hatin derxistin, dewleta Tirk di serî de ji Idlibê malbatên komên çete yên ji herêmên cuda li Efrînê bi cih dike. Tevî yên mehên dawî ji Idlibê anîn, li Efrînê nêzî 400 hezar biyanî hatin bicihkirin.
 
Rêveberiya mêtingeriyê: Efrîn ji aliyê îstîxbarata Tirk ve tê birêvebirin. Di fermiyetê de jî weke ser bi Walîtiya Hatayê tê nîşandan.
 
Navendên terorê: Dewleta Tirk Efrînê ji bo komên çete weke navendeke perwerdeyê ya nû bi kar tîne ku gefê li tevahiya cîhanê bixwe. Li çiyayên Efrînê şikeftên mezin tên çêkirin, tunel tên kolandin û li wan deveran gelek çete tên perwerdekirin.
 
 

Sernavên din

19/03/2020
16:33 Li Zaxoyê lehî rabû ciwanek li ber avê çû
16:26 Rêyên Qoserê bûn herî
15:24 Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin gehişt 9 hezar û 150’an
15:21 Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
15:03 Di çapemeniya cîhanê de îro: Trump dixwaze aboriya şer çalak bike
13:51 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:42 Ji ber destdirêjiyê her yek 24 sal cezayê girtîgehê li xal û birayê mezin hat birîn
13:41 Du qatên Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê hatin valakirin
12:38 KCD: Pergal dixwaze civaka şer a hiyarerşik û xweparêz ava bike
11:51 'Ji bo girtiyên nexweş bergiriyên çawan hatin girtin?’
11:44 'Banga Ocalan banga seferberiya demokrasiyê ye'
11:42 Pitika wî ya 11 mehî û hevjîna wî girtî ne: Xemgîn im
10:54 Li Girtîgeha Afyonê pêkanînên ‘leşkergehê’
10:31 Sekreterê Giştî yê TTB: Divê nexweşxaneyên taybet dewrî rêveberiya krîzê bên kirin
10:30 Li Erxenê rêyên 6 gundan hatin girtin
10:09 'Heke tevdîr neyên girtin dê xebatkarên tenduristiyê bibin hilgirin aktîf'
09:20 Ocalan 11 sal berê hişyar kir: Ya bi lez û bez bê kirin dermankirin e
09:20 'Weqayek tenê jî wê bandorê li tevahiya girtîgehê bike'
09:19 Li Wargeha Mexmûrê derman nemane
09:18 'Em malên xwe bikin qadên Newrozê'
09:18 Banga Kaçmaz a ji bo qedexekirina zozanan: Gel mexdûr nekin
09:17 Xebatkarên vê şaredariyê giş zilam in!
09:17 Ji ber pirsgirêka qonaxvegirtinê li navenda kaşikê pêşbazî nayên kirin
09:16 Bi wêneyan Newrozên 29 salan
09:16 ‘Heger tevdîr neyê girtin wê xebatkarên tenduristiyê bibin vegirê aktîf ê vê vîrusê'
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2020'AN
07:47 Li Tirkiyeyê 2 kes bi vîrûse mirin 191 kes bi vîrûsê ketin
18/03/2020
17:01 Paltforma Tenduristiyê ya Amedê: Hejmara weqayan gihîştiye asta krîtîk
16:21 Li Başûr qedexeya derketina derve hat dirêjkirin
16:17 Rêxistinên mafên mirovan: Gavan bavêjin
15:18 Ji ber şiliya zêde mal di bin avê de man
15:15 NASA wêneyê hilweşandina Heskîfê parve kir
14:42 Newroz li her derê ye: Agir pêxistin û derbasî malên xwe bûn
14:31 TTB’ê bang li Wezareta Tenduristiyê kir: Kêmasiya melzemeyan temam bikin
14:19 Xwestin li girtîgehan tedbîr werin girtin
14:19 Rêxistina Mafên Mirovan: Demokrafiya Efrînê diguherînin
14:03 Malên TOKÎ’yê di bin avê de man
14:02 Li Îran û Îspanyayê hejmara miriyên vîrusê zêde bûn
13:38 Enqere bi fikar in: Kolan vala û tedbîr şexsî ne
13:00 Li wargehên ji bo karantînayê personelên tenduristiyê tunene!
12:59 Ji ber vîrûsa koronayê rojnameger Atay xistin ber lêpirsînê
12:35 Komeleya Jinê ya Rosa: Vekişîna malê dê bêtir kedê binpê bike
11:30 Rojnameya Xwebûn dest bi weşana Podcastê kir
11:15 Prof. Dr. Ustun: Vîrûsa corona pirsgirêka pergalê ye
10:53 Demîr: Li Amedê amadekariyên ji bo vîrûsa koronayê têr nakin
10:38 Girtîgeh ji paqijî û venêrînê dur in
09:57 Li Amedê şilî bi neyînî bandor li jiyanê dike
09:23 Parêzerê Ocalan: Em dixwazin hevdîtinê bi muwekîlê xwe re çêbikin
09:21 ‘Li Çewligê şidet û zext jinan ber bi întiharê ve dişîne'
09:21 Bavê Volkan Eryîgît: Bira çapemeniya azad dev ji rastiyan bernede
09:20 Dr. Saglam: Bijîşk newêrin teşxîsa vîrusê deynin
09:19 Pirtûkfiroş jî nesîbê xwe ji coronayê girtin: Xwendevan newêrin dest bidin pirtûkan
09:17 Ji ber Sirûda Îstîklalê negotin der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Li girtîgehan tevdîr baş nayên girtin, malbat bifikar in
09:15 Birîndara Newroza 1992'yan a Nisêbînê: Qet ji bîra min naçe
09:15 Ocalan: Tedbîr neyên stendin emê raste rast biçin mahşerê
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2020'AN
07:53 Koca: Ji ber vîrûsa corona kesek mir û 98 kes bi şewba corona ketine
17/03/2020
16:31 Girtiyê nexweş Ayik hat berdan
16:08 Di Çemê Mûnzûrê de kelek qulipî: Leşkerek di avê de winda bû
16:01 'Divê zarokên di girtîgehan de bên berdan’
16:00 Rêxistinên tenduristî û hiqûqê: Divê girtî werin berdan
15:32 Li Îranê 988 kes ji ber vîrûsê mirin
15:13 Ji Rêxistina HDP'ê ya Amedê hişyariya vîrûsê
14:52 Ji rêxistinên kardêr hişyariya ‘Bila dawet neyin li dar xistin’
14:43 HDP'ê li giliyê Kral FM kir
14:35 Parêzer û siyasetmedaran birin Dadgeha Rihayê
13:46 2 xebatkarên WHO’yê bi vîrûsa koronayê ketine
13:41 Li Semsûrê 6 kes hatin girtin
13:30 10 fezlekiyên nû şandin Meclîsê
12:57 TUHAY-DER’ê: Girtî û hikumxaran berdin
12:51 Heskîfa nû di bin lehiyê de ma
12:37 Sancar: Divê Meclîs li dijî vîrûsê komîsyona temsîliyeta wekhev ava bike
12:14 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:58 Efrînî li benda roja azadkirina axa xwe ne
11:50 Şiliyê rêyên Çewlikê wergerand golê
11:45 Li Edenê 3 kes kirin karantînayê
11:43 Tevna mafên mirovan: Tu girtî nehatine berdan
10:54 Li Sîlopiyê xebatên dezenfektê dewam dikin
10:49 Dayika Zulkuf Gezen: Têkoşînek serbilindî li pey kurê min ma
10:37 MED TUHAD-FED'ê xwest ji bo girtiyan bi lez tedbîr bên girtin
10:31 Sekreterê Giştî yê ATO'yê: Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan
10:22 Li girtîgehan li dijî vîrûsa corona tedbîr nehatine girtin
10:20 Gergerlîoglû: Divê girtî bên berdan
09:12 Keça serhildêr a Agiriyê: Sema Yuce
09:11 'Di hemû darizandinan de mafê parastinê hatiye binpêkirin'
09:10 Ewilî bû parêzerê dosyeya bavê xwe
09:10 Li bazarên îşporteyî pêşangeha wêneyan
09:04 Bi hinceta 'ewlehiyê' jêrebihura wan girtin, heywanên wan dimirin!
09:02 Ertene ya ku di Newroza 92'yan d ehevjînê wê hat kuştin: Kifrîtek be jî Newrozê pîroz dikim
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2020'AN
07:48 Li Tirkiyeyê vîrûsa corona gihişt 47 kesan
16/03/2020
16:52 Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz tehliye bû
16:36 Ji bo nimêjin bi komî jî biryara navberdayînê hat dayîn
14:59 Rêxistinên sivîl û siyasî: Daxwazên Grûp Yorûmê qebûl bikin
14:52 Komkujiya Halebce nehat jibîrkirin
14:24 Mihrîcana Filman a Yilmaz Guney betal bû
14:01 Baroya Amedê: Komkujiya Helebceyê wekî Jenosîd qebûl bikin
13:58 Zulkuf Gezen li ser gora xwe hat bibîranîn
13:44 Rojnameger Alptekîn Dûrsûnoglû tehliye bû