‘Li Girtîgeha Afyonê pêkanînên 12’yê Îlonê di dewrê de ne’

img

STENBOL - Girtiyên siyasî yên ji Maltepê bi zorê sewqî Girtîgeha Afyonê hatin kirin, diyar kirin ku pêkanên darbeya leşkerî ya 12’yê Îlonê kirine dewrê û xwestin şandeyek bi lezgînî bê girtîgehê û rewşa heyî li cihê wê lêkolîn bike.  

24 girtiyên siyasî yên ji Girtîgeha Maltepê ya Stenbolê diman, di 9’ê Adarê de bi zorê sîrgûnê girtîgehên din hatin kirin. Ji van girtiyan 16 jê sewqî Girtîgeha Afyonê û 8 jê Girtîgeha Bandirmayê hatin kirin. Rayedarên girtîgehê derbarê sewqên girtiyan de bi tu awayî agahî nedan malbatan. Piştî ku malbat li girtîgehê geriyan nû agahiya wan çêbû ku zarokên wan hatin sîrgûnkirin. 
 
Di nava girtiyên hatin sewqkirin de girtiyên nexweş Mehmet Soylû, Velat Kazanççi, Hamît Çelîk û Abdullah Ongûllû jî hene. Girtiyên li ser telefonê xwe gihandin malbatên xwe, diyar kirin ku bi awayekê pergalî îşkence ketiye dewrê û got: “Ji ber vîrusa koronayê girtiyan di odeyên yek kesî de digirin. Piştî her hevdîtinê bi awayekê pergalê em tên derpkirin.” 
 
GARDIYAN: KES NIKARE TÊKILÎ ME BIBE
 
Abdûllah Ongûllû yê di nava girtiyên bi zorê hatin sewqkirin de, bi telefonê li malbata xwe geriya û hemû şertên di girtîgehê de vegotin. Ongûllû, derbarê şert û mercên girtîgehê de ev agahî dan: “Her tim bi ser qawîşan de digirin, hejmara li ser piyan û pergal leşkerî ferzî me dikin. Derbarê vê de me ji Serokkomar û Wezîrê Dadê re daxwaznameyên gilî kirinê nivîsandin, lê rayedarên girtîgehê ev daxwaznameyên me ne şandin. Gardiyan ji me re dibêjin ‘Em çi bixwazin emê wê bikin, kes nikare têkîlî me bibe.’ Me bi van gotinan tehdît dikin.”
 
PÊKANÎNÊN 12’YÊ ÎLONÊ KIRINE DEWRÊ
 
Ongûllû, dest nîşan kir ku pêkanên zextan li girtîgehê kirine dewrê û wiha got: “Bi darê zorê, merşan bi girtiyan didin xwendin. Ev pêkanîn tenê li vê derê hene. Dema em li dij derdikevin jî, bi awayekê fîzîkî mudaxileyê me dikin. Dûre ev mudaxile vediguhere tundiyê. Li vê derê hemû tişt kirine amûrê zextan û hewl didin vê veguherînin îşkenceyê. Li vê derê pêkanînên darbeya 12’yê Îlonê kirine dewrê. Ji ber vê yekê di şandeyek ji bo çavderiyê demildest were girtîgehê û rewşa heyî lêkolîn bike.”
 
ÎŞKENCEYEK BI PERGALÎ
 
Birayê Welat Kazanççî yê hat sîrgûnkirin Bawer Kazanççî jî, diyar kir ku birayê wî bi telefonê li wî geriyaye û wiha axivî: “Birayê min di hevdîtinê behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir. Piştî sewqî birayê min her tim rastî îşkenceyê hatiye û hatiye derpkirin.” 
 
Hevjîna Hamît Çelîk ê hat sewqkirin, Gurbet Çelîk jî, da zanîn ku hevjînê wê li wê geriyaye û jê re gotiye rewşa wan qet nebaşe. Çelîk, anî ziman ku hevjînê wê bi israr dibêje neyin hevdîtinê û wiha got: “Piştî hemû hevdîtinan hevjînê min û hevalên wî derp dikin.”
 
Xebat Soylû jî, diyar kir ku bavê wî Mehmet Soylû girtiyekê nexweşîna girane û wiha got: “Bavê min roja Yekşemê li min geriya. Ji min re got rewşa wî nebaşe. Di dema sewqê de, bavê min rastî mûameleyek xirab hatiye. Rewş wî pir xerab bû. Divê demildest bê dermankirin. Li gel vê jî ji ber vîrusa koronayê di odeya yek kesî de tê girtin. Ji ber ku li Maltepê cih namîne 16 girtiyan sewq dikin. Her 16 girtî jî niha di odeyên yek kesî de tên girtin. Nexweşiya bavê min pêş ketiye. Divê parêzer biçin hevdîtin û di cih de rewşa wan lêkolîn bikin.”
 

Sernavên din

22/03/2020
13:16 Esker li Çewlikê derketin operasyonê
13:13 Esnafên bazarê: Em 4 rojan kar nekin emê birçî bimînin
13:01 Li Îtalyayê rapora vîrûsa coronayê: Yên herî zêde dimirin temenê wan di navbera 60-79 salî de ye
12:26 Li Pirsûsê 9 ciwan hatin binçavkirin
12:12 Bersûn: Em dikarin bi ramanên Ocalan Sûriyeke nû ava bikin
12:07 Dersim Dag: Em girîngiyê bidin paqijiyê û pirtûkan bixwînin
11:43 Dîrîl: Heta aqûbeta kuştina bavê min ronî nebe em cenaze defin nakin
11:14 ‘Divê pêdiviyên bingehîn ji budçeya giştî were dabînkirin’
11:03 Li qawîşa 12 kesan 16 girtî dimînin: Li girtîgehan tedbîr tune ye
10:10 Koç: Divê efoya giştî bînin rojevê
09:05 Doç. Dr. Ûlaş: Li beden, xew û xwarina xwe miqate bin
09:04 Vîrusê derî girtin, lê dîsa jî fiyet biha ne
09:04 Pîroglû: Ji patronan re mertal, ji gel re şûr ma
09:03 ‘Em li malê bimînin em ê ji birçîna bimirin'
09:02 Şahidê veşarî got 'min bihîstiye', dozger jî îfada wî esas girt
09:01 Li tersaneyên bi hezaran karker lê dişixulin ji bo vîrusê tevdîr nehatine girtin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2020'AN
08:00 Li Îtalya di rojekê de 793 kes ji ber vîrûsê mirin
21/03/2020
23:06 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber vîrusa coronayê mirin bûn 21
21:55 Komên şanoyên kurdî li ser medyaya civakî kom bûn
16:52 Rêxistinên HDP’ê yên Sûr û Peyasê Newroz pîroz kirin
16:42 Li Gundên Qoserê zarokan mohra xwe li Newrozê xist
16:34 Hejmara miriyên vîrusê gihîşt 11 hezar û 417 kesan
16:25 Wezirê Karên Hundir: Dê salonên berber, kuafor û xweşikbunê bêne girtin
16:03 Newroz li Parka Newrozê pîroz kirin
15:56 Dayikên Şemiyê aqûbeta windayan bi weşana zindî pirsîn
15:55 Hevserokên HDP'ê: Ruhê Newrozê li ser piyan e
15:15 ÎHD: Bila hemû girtiyên bi rîsk bi lez bên berdan
15:14 TÛAY-DER: Bila heyeteke serbixwe ya tenduristiye biçe Îmraliyê
14:36 ÎHD'ê li Îzmirê faîlên Hasan Ocak pirsîn
14:29 ATO: Bila bi lezgînî bijîjkên ciwan bên tayînkirin
14:13 Akademiya Muzîkê ya Ma’yê klîbek diyarî Newrozê kir
13:58 HDP’ê Kemal Kurkut li cihê lê hat kuştin bi bîr anî
13:53 Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Em ê bi rihê piştevaniya Newrozê hemû zehmetiyan derbas bikin
13:30 Kamaç: Bila bi lez girtîgeh bên valakirin
13:24 Qada Newrozê îsal vala ma
11:56 Fîrma ji karkeran dixwaze 'Bê heq' derkevin destûrê
11:47 Li Çewlikê 3 kes hatin binçavkirin
11:34 Ajokarên TIR'an ên deriye Xabûrê di rîska vîrûsa corona de dijîn
10:53 Bi teker û meşaleyan Newroz pîroz kirin
10:37 Bergiriyên wezaretê yên vîrusê HDP’iyan nehewand
10:37 Calman a nexweşa KOAH'ê hefteyê 3 caran îmze dide qereqolê
10:07 Bi vîrusê re bi hezaran kes bê kar man
10:07 Hevseroka Giştî ya SES'ê Erden: Karê xizmetkarên tenduristiyê yên îxrac bûne bidin wan
09:34 Sabûnê ji ava gola Wanê çêdike û li cîhanê belav dike
09:10 Li parêzer dan, dozgeriyê jî der barê wan de biryara neşopandinê da!
09:10 Aborîzan Sonmez: Vîrusa coronayê pergala kapîtalîst daye ber lêpirsînê
09:06 Ji malbatên girtiyên nexweş banga ji bo vîrûsa koronayê: Girtiyên me tavilê berdin
09:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2020'AN
20/03/2020
23:39 Peyama Mezlûm Ebdî ya Newrozê
23:27 Hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketin bû 670
23:08 Li çar hawirdorê Rojavayê Newroz hat pîrozkirin
22:45 Desteya Tenduristiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê: Me kîteke ku di demeke kurt de coronayê teşxîs dike dîtiye
22:17 Li Stenbolê ji 7 saliyan heta 70 saliyan her kes li şaneşînan Newrozê pîroz kir
21:53 Newroz 'li her derî' bi coşeke mezin tê pîrozkirin
21:08 Amediyan Newroz pîroz kir
19:05 Zarokan agirê Newrozê pêxist
18:56 Şîmonî Dîrîla ku 69 roj in windabû, cenazeyê wê hat dîtin
18:51 Agirê Newrozê li gundan geş dibe
18:47 Li Mêrdînê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin
18:15 Li Çiyayê Erekê Newroz pîroz kirin
17:06 Başak Demîrtaş: Berî dereng bikeve em dengê xwe bilind bikin
16:57 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:40 HDP’ê xwest malbatên li ber avahiya wan bên rakirin
16:27 Ji pîrozbahiya Newrozê re çend saet man
16:11 Kesekê ku tacîzî zarokekê kir hat binçavkirin
15:38 Li Wan, Bedlîs û Mûşê banga pîrozbahiya Newrozê hat kirin
15:36 Kesên ji Îtalyayê hatin Çewligê testa wan nehat kirin!
15:10 Serokê Odeya Bijîşkan a Agiriyê Çelîk: Kelûpelên parastina li nexweşxaneyan kêm in
14:53 Ceylan: Wê îşev dîmenek bi heybet derkevê holê
14:27 KCD'ê Newroza gelan pîroz kir
14:18 Li Girtîgeha Tîpa L a Espiyê 3 girtî ketin greva birçîbûnê
14:09 Li ser nerazîbûna xelkê DEDAŞ’ê ceryana gundan berda
14:08 Pakêta Darazê ya Duyemîn pêşkêşî Meclîsê hat kirin
13:56 Rêxistinên civaka sîvîl: Girtiyên nexweş, zarok û siyasî serbest berdin
13:50 MLSA ji bo berdana 5 rojnameger û aktîvîstek serlêdan kir
13:35 TTB’ê anketa nirxandina rîska vîrûsa korona amade kir
13:32 Gunay: Em ê Newrozê li malên xwe pîroz bikin
13:31 TJA: Em li her derê Newrozê pîroz bikin
13:30 ‘Di rojên koronayê de ji rojnamegeran re azadî’
12:15 Pêşketinên dawî yên vîrûsa koronayê: Hejmara miriyan 10 hezarî derbas kir
11:53 Hatîp Dîcle: Ocalan têkoşîna azadiya kurd weke têkoşîna Newrozê dibîne
11:30 TUÎK: Hejmara bê karan gihişt 932’yan
10:57 ‘Li Girtîgeha Afyonê pêkanînên 12’yê Îlonê di dewrê de ne’
10:37 Şakar: Nêzîkatiya herî adil pêkanîna azadiya Ocalan e
10:19 TUAYDER: Divê hemû girtî demildest bên berdan
09:40 Serokê ÎHD'a Wanê Melet: Li girtîgehan tiştek biqewime berpirsiyar îqtidar e
09:20 Dr. Yerlîkaya: Li dijî vîrusê têkoşîna herî bibandor îzolasyona civakiyî ye
09:20 Xizmên girtiyan: Ji tirsa ku dê tiştek bê serê zarokên min xew bi çavê min nakeve
09:19 AYM got, dirûşmeya 'Bijî Serok Apo' şidetê teşwîq nake
09:19 Wê Komeleya Jinê ya Starê li dijî şidetê bitêkoşe
09:19 Bi xaliyên kevin berzendikan, ji keviran tabloyan çêdikin
09:18 Heftê tenê maskeyekê didin karkerên tekstîlê!
09:17 Hediye Yûsûf: Li Idlîbê du rê li ber Tirkiyeyê hene
09:17 Hê jî di dosyeya Kûrkût de edalet pêk nehatiye
09:16 Mele Ebdullah: Li dijî cenazeyan nijadperestî tê kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2020'AN
00:31 Hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketin gihişt 359'an
19/03/2020
17:56 Li Idlibê 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan
17:26 Girtî ji bo bên berdan bi daxwaznameyan serî li dozgeriyê dan