NAVENDA NÛÇEYAN - Li çar hawirdorê Rojavayê welatî kom bi kom daketin kuçeyan Newroz pîroz kirin.
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê welatiyan ji ber vîrusa coronayê, ne bi awayekî girseyî lê kom bi kom daketin kuçeyan û Newroz pîroz kirin.
KOBANÊ
Li navenda Kobaniyê û li gundên wê gel daket kuçeyan û agir vêxistin. Welatiyan li dor agir govend gerand û Newroz pîroz kir. Her wiha li navenda bajêr bi dehan wesayît geriyan û piştgirî dan Newrozê.
EYN ÎSA
Li Îsaya ku di bin êrîşên rêxistinên cîhadîst ên Tirkiye piştgiriyê dide wan de ye, welatî agirê Newrozê vêxistin. Welatiyên kom bi kom daketin kuçeyan Newroz pîroz kirin û stranên şoreşê gotin.
ŞEHBA
Li Şehbayê jî Efrîniyên bi darê zorê koçber bibûn û şêniyên bajêr agirê Newrozê vêxistin. Li navendê gelek welatiyan bi agir Newroz û Efrîn nivîsandin û govend gerandin.
HESEKÊ
Li çar hawirdorê Hesekê jî welatiyan agirê Newrozê vêxist. Her wiha li nav bajêr bi awayekî konwoyî wesayît geriyan û bi dirşme û stranan Newroz pîroz kirin.
DIRBÊSIYÊ
Li Dirbêsiyê û gundên wê jî welatî li şaneşînên xwe meşale vêxistin û Newroz pîroz kirin.