ÇEWLÎK - Esker li gund û gundikê Şirman ê Navçeya Azaxpêrtê ya Çewlikê derketin operasyonê.
Esker li gund û gundikên Şîrman ê Navçeya Azaxpêrtê ya Çewlikê dest bi operasyonê kirin. Elîkopteran esker kişandin gund. Eskerên ji elîkopteran daketin, dora gund dorpêç kirin. Eskeran li herêmê dest bi operasyonê kir û operasyon li gundikên derdorê jî belav bûn. Hat diyar kirin ku ji ber operasyonê welatiyên gund ketin nava fikaran.