Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Demîr: Hefteya bê hefteyeke pir krîtîk e

img

AMED - Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Mehmet Şerîf Demîr, bal kişand ser belavbûna vîrusa coronayê û got, hefteya bê ji bo Tirkiyeyê hefteyeke pir krîtîk e û xwest Wezareta Tenduristiyê daneyên bajaran aşkere bike. 

Li seranserê cîhanê ji ber şewba vîrusa coronayê heya niha zêdetirî 20 hezar kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên vîrus di wan de hatiye tespîtkirin zêdetirî 400 hezarî ne. Li Tirkiyeyê jî heya niha 59 kes ji ber vîrusa coronayê jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên vîrusa di wan de tespît bûye 2 hezar û 433 kes in. Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Mehmet Şerîf Demîr, têkoşîna li dijî vîrusa coronayê nirxand. 
 
Demîr, bal kişand ser testên ku heta niha Wezareta Tenduristiyê kirine û got, testên niha tên kirin kêm in. Demîr, destnîşan kir ku gava meriv li lez û beza belavbûna vîrusê ya li cîhanê mêze bike, wisa xuyaye wê hefteya bê ji bo Tirkiyeyê hefteyeke krîtîk be û got, demildest divê di wext de tevdîr bên girtin. 
 
REWŞA DAWÎ YA AMEDÊ 
 
Demîr, ji bo rewşa dawî ya Amedê jî got, der barê vê de rayedar agahiyan bi wan re parve nakin, lê belê li gor agahiyên ku ji hevpîşeyên xwe digirin kesên vîrus di wan de hatine tespîtkirin hene. Demîr, anî ziman ku nizanin heya niha li Amedê çend test hatine kirin û got: "Li Amedê kesên tên karantînakirin an li nexweşxaneyan an jî li malê tên şopandin. Li bajarê me nexweşxaneyên pandemiyê hatin diyarkirin. Niha li van nexweşxaneyan amadekarî tên kirin. Niha kesên gumanbar û kesên di wan de hatiye tespîtkirin li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê û Zanîngeha Dîcleyê tên şopandin. Bi rêya bijîşkên malbatan kesên ji derveyî welat tên tên şopandin. Niha li Amedê test naşixule. Testên tên kirin jî ji Enqereyê re tên şandin. Bi vîa wayî bidawîbûna testan bi derengî dikeve. Wezareta Tenduristiyê laboratûarên ku dê test lê bên kirin aşkere kirin. Ji van laboratûaran hin jê wê li amedê bin. Me hevdîtin bi Mdiûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr re çêkir. Gotin, wê vê hefteyê kîtên testan bên û wê êdî test li vira bên kirin." 
 
 HEJMARA TESTAN PIR KÊM E 
 
Demîr, destnîşan kir ku gava mirov rêjeya nifûsê û testên tên kirin dide ber hev, ji welatên testan kêm dike yek jê jî Tirkiye ye û got: "Bi vî awayî em ê nikaribin pirsgirêkê hel bikin. Em çi qasî hejmara etstan zêde bikin û li tevahiya bajar û nexweşxaneyan belav bikin wê rîsk jî ev qasî kêm bibe. Loma divê em hejmara testên xwe zêde bikin." 
 
Demîr, anî ziman ku li dijî vîrusê divê kapasîteya têkoşînê jî bê zêdekirin û got, ji bo vê jî pêşî divê xebatkarên tenduristiyê yên hatine îxrackirin demildest dest bi kar bikin. Her wiha Demîr, diyar kir ku demildest divê ekîpmana parastinê ya xebatkarên tednuristiyê jî bi awayekî rêk û pêk bê peydakirin. 
 
Demîr, bal kişand ser girîngiya serwextkirina civakê jî û got: "Niha panîk û fikarine mezin ên civakê hene. Wezaret ji dêvla ku her şev saet di 12'an de daxuyaniyê dide, divê hê zûtir daxuyaniyê bide. Divê bê aşkerekirin ev nexweşîn li kîjan bajaran heye, heya niha çend test hatine kirin, çend kesan jiyana xwe ji dest daye da ku civak qaneh bibe û zanibe pêvajo çawa tê birêvebirin." 
 
Demîr, destnîşan kir ku ji bo agahiyên rast divê hesabên fermî yên Wezareta Dadê, TTB, Odeya Bijîşkan a Amedê, komeleyên klînîkan ên pispor bên şopandin. Demîr, anî ziman ku di vê pêvajoyê de bêyî ku welatî panîk bibin divê tevdîrên xwe bigirin û got: "Bi taybetî jî kesên di grûba rîskê de, yanî kesên di ser 60 salî re, kesên nexweşînên wan ên dil, kezeb û gurcikê hene heta ne mecbûr bin divê ji mal dernekevin." 
 
MA / Fethî Balaman

Sernavên din

26/03/2020
15:21 Hevşaredarên Êlihê Demîr û Korkmaz hatin berdan
15:19 Olûç: Mafê jiyanê yê hemû girtiyan heye
15:17 Koordînasyona Ya Stenbol An Kanal: Gel ketiye derdê can, îqtîdar ketiye derdê îhalê
14:32 Di vê qeyrana vîrûsê de yekemîn projeya Kanal Îstanbul derxistin îhaleyê
14:28 Soylu derbarê qedexeya derketina derve de daxuyanî da
14:27 Li Îranê hejmara miriyan derket 2 hezar û 234'an
14:12 HDP’ê ji bo çandiniyê pêşnir kirin
14:06 Hinek tûrnîkeyên qeyûm hatin rakirin
14:05 Malbatên girtiyên siyasî: Bila ji gîrtîgehan darbest dernekevin
13:54 Di çapameniya Cîhanê de korona: Li Etîyopyayê dê 4 hezar girtî bên berdan
13:26 Li çoltera Pasûrê operasyona leşkerî
12:52 Angaştnameya Tahîr Elçî piştî 5 salan temam bû: Ji bo polîsan cezayê wek ‘xelat’ hat xwestin
12:38 Ji bo hevşaredar Demîr û Korkmaz daxwaz kontrola edlî hat kirin
12:32 Li Licê leşkeran bi ser malan de girt
12:25 TTB'ê xwest daxwazên wê yên hevkariyê li ber çavan bê girtin
12:22 Girtiyê nexweş qeyrana dil derbas kir
12:00 Hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketine 50 hezar zêde bû
11:30 ‘Perwerdehiya dûr a li ser înternetê bi pirsgirêk e'
11:29 Rêxistinên Elewiyan: Hemû girtiyan berdin
11:29 Hevşaredarên Êlihê derxistin edliyeyê
11:08 Kampanya ji bo berdana girtiyên siyasî gihîşt 55 hezar îmzeyan
11:02 Erkan Baş: AKP vîrûsa corona wekî 'lutûf' dibine
11:01 Semra Guzel: Mîna vîrûsan êrîşî vîna gel dikin
11:01 ‘Berî derketina cenazeyan girtiyan berdin’
10:49 Bergiriya ‘li malê bimîne’ veguherî tundiya li dijî jinê
10:48 Li Cizirê 2 roj beriya hilbijartinê amadekariya tayînkirina qeyûm kirine
10:36 Kuçeyên Amedê qelebalix in û ev qelebalixî jî bi hêrs e
10:35 'Divê maf û daxwaz ji sûc bên derxistin'
09:50 Ajokêrên TIR’an: Heke teker negere em ê çawa debara xwe bikin?
09:48 Doç. Dr. Arsan: Divê em ji zimanê weşangeriya berberîtiyê dûr bikevin
09:23 Masa Qeyranê ya HDP'a Îzmirê: Hikûmet nikare sererast şewbê bi rêve bibe
09:23 Cîhan şerê vîrûsa corona dike, îqtîdara AKP'ê xwezayê talan û wêran dike
09:20 Niha dem dema çîroka ye
09:20 'Hejmara testên tên kirin ji bo tespîtkirina rêjeya vegiriyê pir kêm in'
09:19 ‘Divê em bibin dengê girtiyan'
09:18 Girtiya ku got 'tevdîr nayên girtin' telefona wê birîn
09:15 'Temam em dikarin di mal de bimînin, lê em ê çi bixwin?'
09:14 14 rojên xwe yê karantînayê bi vî awayî derbas kir!
09:13 ‘Em dermanger tevdîrên xwe digirin'
09:09 'AKP veguheriye pandemiyê, êdî wextê wê yê çûyînê hatiye'
09:08 Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Demîr: Hefteya bê hefteyeke pir krîtîk e
09:08 Dayika girtiyê nexweş gazî Wezareta Dadê kir
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2020'AN
00:04 Koca: Hejmara kesên ji ber coronayê mirin bû 59
25/03/2020
17:16 Ji Guven ji bo hikûmetê: Xetayeke startejîk dê bibe sedema mirina bi sed hezaran kesî
17:15 Kovara Zrîngê ji ber vîrûsa corona navber da weşana çapê
17:09 Pevçûn li Şirnexê derket: 3 leşker birîndar bûn
16:58 Li Êlihê 2 TJA’yî hatin girtin, hevşaredar li miduriyeta polîsan tên girtin
16:42 Li pêş PTT'ê mirov ketin dorê
16:15 KESK’a Êlihê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
15:51 Meclis vebû û hat girtin
15:36 Ji 14 rêxistinên mafên zarokan daxuyaniya hevpar: Efûya îstîsmarkirina zarokan nabe
15:33 Walîtiya Êlihê destûra çalakiyan bi xwe ve girê da
15:24 ''Qeyûm êrîşa li dijî şaredarivaniya jinan e''
15:09 Rêxistinên sivîl û partiyên siyasî banga berdana girtiyan kirin
15:08 Di çapemeniya cîhanê de Kovîd-19: Gerîlayên komunîst agirbestê ragihandin
15:06 Qeyûm zilamek tayînî Miduriyeta Jinê ya Şaredariya Êlihê kir
14:52 Li Amedê kesên bi şewba vîrûsa corona ketin zêde bûn
14:42 Ji bo gel agahdar bikin maseya krîzê hat avakirin
14:22 Kanên madenê xistin nava pakêtê lê karker derxistin derveyî pakêtê
14:18 Nexweşa penceşêrê Olcay Senem a hatibû sîrgûnkirin vegeriya ser karê xwe
13:57 Ji Parlamenter Ûca pêşniyazanameya qeyûm
13:57 Hunermendên NÇM’ê: Girtî di tahlûkê de ne, serbest berdin
13:56 Ji bo 100 girtiyan 2 qûtî dezenfektan tê dayîn
13:56 Bandora vîrûsa kononayê li Iraqê zedê dibe
13:29 Ji Soylû daxuyaniya ‘qedexeya derketina kolanan’
13:25 Li Kolikê gundek ji ber vîrûsa koronayê hildan bin karantînayê
13:06 Li Wanê şer derket: 4 kes mirin, 8 kes birîndar bûn
12:39 TEV-DEM: Tirkiyê ava Hesekê birî
12:22 Di 24 saetên dawî de 2 hezar û 388 kes ji ber vîrûsa koranayê jiyana xwe ji dest dan
12:11 Li Stenbolê di xwîna 24 hekîm û hemşîreyan de vîrûs hat dîtin
12:10 Endamê Meclîsa DBP'ê bi kameraya veşartî hat şopandin
11:51 Wezîr Çavuşoglu: Li derveyî Tirkiyeyê 32 welatiyên me bi vîrûsê mirin
11:44 Malbatên girtiyan kampanya şandina daxwaznameyên ji bo Wezareta Dadê dan destpêkirin
11:38 Rojnameya Xwebûnê li ser malperê dest bi weşandina xaçepirsê kir
11:29 Ji bo rojnamegerên girtî kampanya: #BilaRojnamegerLiMalêBimînin
11:29 Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûn
11:28 KCD: Destê xwe ji nirx, vîn û şaredariyên kurdan bikişîn in
11:13 AKP’ê 5 sal şûnde HDP'ê ziyaret kir
11:12 ‘Bila malbatên girtiyan ji CİMER’ê re daxwaznemeyan bişînin’
11:00 Xizmê girtiyekê: Em wekheviyê dixwazin
10:54 Yenî Yaşamê ji ber vîrusa koronayê navber da çapkirinê
10:42 Bayindir: Pêwîste birêz Ocalan û hemû girtî demildest werin berdan
10:33 Partiyên Sosyalîst: Qeyûm ji tenduristiya gel re darbe ye
10:01 Rêxistinên çapemeniyê: Eser û Topaloglu serbest berdin
09:28 Ji Çaglar Demîrel bang: Li girtîgehan tedbîr nayên girtin
09:25 SES: Vîrûs gihişt xizmetkarên tenduristiyê jî
09:24 ‘Li girtîgehan dibin sedema mirina mirovan'
09:24 Rê û rêbazin li dijî şidetê
09:23 Wê nexweşên koronayê bibin nexweşxaneyên bajaran!
09:20 Li Girtîgeha Sîncanê testa korona ya girtiyê 70 salî pozîtîf derket
09:20 'Ger ez derneyêm û nexebitim wê kî debara malbata min bike?'
09:14 Rewşa karkerên lojîstîkê di xetereyê de ye
09:13 'Ev pakêt wê bêedaletî û newekheviyê zêdetir bike'
09:12 ‘Ji bo pêşîlêgirtina şidetê divê xetên îxbarkirinê bên çalakirin'
09:12 Serokên Baroyan: Dikarin vê pakêtê bikin firsenda aştiya civakî
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2020'AN
24/03/2020
23:16 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber coronayê mirin bû 44
21:30 Cenazeyê Saltanê HPG'î hat definkirin
19:06 QSD‘ê ji ber pandemiya Covît-19 banga agirbesta mirovî kir