Malbatên gritiyan: Heqareta li girtiyên siyasî tê kirin qebûl nekin

  • rojane
  • 09:55 11 Nîsan 2020
  • |
img
AMED - Malbatên girtiyan derbarê qanûna înfazê ya ku niha li meclîsê tê niqaşkirin, bang li parazvanên mafên mirovan kir û xwest kesên dibêjin ez mirov im, vê heqareta li girtiyên siyasî tê kirin qebûl nekin. 
 
Di vê pêvajoya ku talukeya vîrûsê li her derê belav dibe de cihê herî bê parastin girtîgeh in. Li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê girtî Mehmet Yeter ê 70 salî jiyana xwe ji dest da. Aliyê din jî hevdîtinên qanûna înfazê li meclîsê didomin. Ji ber ku di qanûnê de girtiyên siyasî tune ne ev yek fikarên malbatan zêde dikin.
 
Dayika girtî Mehmet Soylû yê ku li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê dimîne, Meryem Soylû diyar kir ku şert û mercên girtîgehê nebaşin û wiha axivî: “Girtiyên nexweş hene û cihê wan teng e. Gardiyan rojê du caran diçin lêgerînê dikin rûpoşa nadin berdevê xwe, lêpika li destê xwe nakin û destê xwe didin her derê. Roja ku lêgerînê dikin jî tiştên wan tevlîhev dikin. Li girtîgehê paqijî nîne derfetên girtiyan jî têra nakin. Tiştên paqijiyê nadin girtiyan. Ji ber vê nexweşiyê di talûkê de ne. Çawa efûyê didin çeteyên xwe û girtiyên edlî gereke divê pêvajoya nexweşiyê de ji girtiyên siyasî re jî bidin. Çima ji girtiyên edlî re heye çima ji girtiyên siyasî re tune ye. Ev nayê qebûl kirin. Girtiyên ku 28 sal e di zindanê de heyî hene. Gereke heta vêgavê ew hatibûna berdan. Ji ber wê yekê gereke deriyê zindanan were vekirin û hemû girtî werin  berdan.”
 
‘DIVÊ NEXWEŞIYÊ DE BILA KES LI GIRTÎGEHÊ NEMÎNE’
 
Meryem Soylû da zanîn ku lawê wê jî nexweş e û wiha axivî: “Lawê min sê caran qeyrana dil ya veşartî derbas kiriye û nexweşiya wî ya astimê jî heye. Tu sûcê wî jî tune. Tenê ji bo ku kurd e di girtîgehê de ye. Şert û mercên girtîgehan nexweş in. Nikarin mirovekî nexweş li wê derê biparêzin. Di her kawişekê de 20-30 mirov hene. Çiqas bêjin em ê biparêzin jî nikarin. Ji ber vê yekê divê deriyê zindana were vekirin girtiyên nexweş û hemû girtî serbest werin berdan. Di vê pêvajoya nexweşiyê de bila kes di girtîhehan de nemine. Li Girtîgeha Bafrayê Mehmet Yeter ê 70’ê salî jiyana xwe ji dest da haya malbata wî jî jê çênebû birin li cihekê veşartin. Ev tişt nayê qebûl kirin.”
 
‘JI BO GIRTIYAN DENGÊ XWE DERXÎNIN’
 
Dayik Meryem Soylû bal kişand ser qanûna înfazê ya ku niha li meclîsê tê niqaş kirin û wiha berdewam kir: “Gava ku ji hinek girtiyan qanûn derxînin ji hinekan re dernexînin em qebûl nakin. Me bi dayika mabe em ê derkevin. Bila ev nexweşî me bigire. Heke zarokên me hevalên me mirovên me di zindanan de bi vê êşê ketin û cenazeyê wan jî nîşanî me nedin em ji bo çi ne? Em vê tucarî qebûl nakin. Em gazî parastinêrên mafê mirovan û kesên ku dibêjin ez mirov im dikim ku ev heqareta girtiyên siyasî tê kirin qebûl nekin û dengê xwe derxin.” Soylû, anî ziman ku kampanyaya îmzeyê ya MED TUHAD-FED’ê gelek baş dibînin û wiha got: “Gereke bi milyonan mirov tevlî vê kampanyayê bibin. Çî kesê ku bixwaze edalat û aşitî were vî welatî gereke piştevaniya kampanyayê bikin.”
 
‘LI GIRTÎGEHÊ TEDBÎR NEHATINE GIRTIN’
 
Xwîşka girtîyê nexweş Adnan Yalçin ê ku 24 sal e di girtîgehê de ye û niha di Girtîgehan Tîpa H a Dîlokê dimîne, Nurcan Yalçin jî diyar kir ku birayê wê ji derveyî nexweşiyên kronik di sala 2015’an û vir ve pênceşêra kolon girtî ye û wiha got: “Birayê min piştî ku di sala 2015’an de emeliyat bû pişt re ne tedaviyek dît ne jî kontrolên wî yên rûtin hatin kirin. Di girtîgehan de bi sedan girtiyên nexweş yên giran hene lê dewlet bi salan e tu gavan naavêje. Ji ber nexweşiya vîrusa coronayê weke hemû malbatên girtiyan dilê me jî ne rehet e.” Yalçin, da zanîn ku 9’ê Nîsanê bi telefonê birayê xwe re axivî ne û got: “Birayê min diyar kir ku tu tedbîr ji bo nexweşiya vîrûsa coronayê nehatine girtin û cihê lê dimînin jî ne paqij e. Ji gelemperiya girtîgehê haya wî jê tune ye.” Yalçin, bilêv kir ku kampanyaya MED TUHAD-FED’ê ji bo serbest berdana girtiyan daye dest pê kirin wek malbat piştevanî dikin û bangê li herkesê dikin ku piştgiriya kampanyayê bikin.”
 
‘HERKES DIZANE KU QANÛNA ÎNFAZÊ NE ADIL E’
 
Yalçin, bal kişand ser qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî derve hatî hiştin û wiha berdewam kir: “Ji bilî HDP’ê û CHP’ê partiyên din piştgiriya hikumetê kirin. Herkes dizane ku qanûneke wisa ne adil e. Di nexweşiyeke wisa de şûna ku girtî hemû werin berdan dewletê dijminatiya xwe ya li dijî girtiyên siyasî danî holê. Dewleteke weke Îranê jî girtî berdan lê ev bê edaletiya li Tirkiyê rewşeke dilsoj e. Li dijî vê rewşê lazim bû ewil girtiyên nexweş û temen mezin hatibûna berdan.”
 
‘EM NAXWAZIN ZAROKÊN ME BIMIRIN’
 
Dayika girtî Ahmet Surme yê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê û Bunyamîn Surme yê li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê dimînin, Fatma Surme jî diyar kir ku naxwazin nexweşiya vîrusa coronayê li zindana belav bibe û wiha got: “Em dixwazin ku qanûna înfazê ya ku derdikeve bila girtiyên siyasî jî têxin nav. Em naxwazin zarokên me di zindanan de bimirin. Ji ber vê yekê bila zarokên me berdin.”
 

Sernavên din

12/04/2020
07:46 Sabrî Kaya cara 3'emin rakirin nexweşxaneyê
11/04/2020
20:47 Li Tirkiyeyê di mehekê de 1101 kes bi vîrûsê mirin
19:05 'Îqtîdar vîrûsê belav dike'
18:22 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Jin dê vî wêne ji bîr nekin
18:10 Meclisa Îştarê Uweyş Ocalan bi bîr anîn
17:04 Malbatên rojnamegerên girtî: Bila rojnamegerên girtî bêne berdan
16:48 4 hezar û 357 kes li Îranê bi vîrûsê mirin
16:25 Li ber qereqolê dar qetil kirin
16:08 Wekîlê AKP’î di kargoyê de cenaze şandin parast
16:05 Karabat ê CHP’î: Îzolasyona mehekî di du saetan de hat tunekirin
16:04 Bila Fatma Tokmak serbest bê berdan
15:46 Xizmên windayan pirsa faîlên Abdussamet Çîçek kirin
15:35 'Li ser doşekekê 3 girtî radizên'
15:26 Li Amedê 2 kes bi vîrûsa corona mirin
15:25 Dayikên Şemiyê: Em gorên zarokên xwe dixwazin
14:37 Welatiyê ji nexweşxaneyê şandin malê, qeyrana dil derbas kir û mir
14:31 Mesafeya civakî di 2 saetan de tine kirin
14:15 Dermangerek ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:29 'Girtiyê nexweş Adem Amaç ê enfeksiyon girt berdin’
13:28 ÎHD: Îlankirina qedexeyê ya 2 saet beriya destpêka qedexeyê nayê qebûlkirin
13:27 Li Berwariyê kesek testa pozîtîf pê re derket jiyana xwe ji dest da
13:05 HDP'ê cenazeyê Îpek ê bi PTT’ê hat şandin, bir rojeva Meclîsê
12:55 Nûnerên sendîkayan: Qedexeya du rojî ji bo kara patronan e
12:39 Baroya Stenbolê: Jin êdî bi baweriya dê neyên cezakirin serlêdan nakin
12:31 Rejîma Îranê girtiyê kurd Selîmî bi darve kir
12:14 Bertekên li dijî cenazeyê bi PTT’ê hat şandin: Kiryarek wiha li ser rûyê erdê nehatiye dîtin
11:23 Ji Stenbolê bertek: Bi vê qedexeya ji nişkeve me şandin mirinê
11:16 Li Hevşaredara Wanê doza Hevserokatiyê vekirin
10:56 ‘Name nîn im, Stranek im…’
10:55 Temel: Ambargoya li Maxmûrê şerme, divê bê rakirin
10:45 Rêxistinên rojnamegeran: Îqtîdar dibêje 'Yên ji min bila bijî, yên ne ji min bila nejîn
09:55 Malbatên gritiyan: Heqareta li girtiyên siyasî tê kirin qebûl nekin
09:31 Dayika Egît Îpek: Em ne li benda vê hovîtiyê bûn
09:30 Tevnên piştevaniyê yên li Stenbolê mezin dibin
09:10 Li Girtîgeha Şakranê testa 2 bijîşkan pozîtîf derketiye: Maske û lepikan nadin girtiyan!
09:05 MEBYA-DER: Şandina cenaze ya bi PTT'ê dijminantiya li dijî Kurdan e
09:03 Derûnînasên Mezopomyayê: Di rojên li malê de Lîstikên xwe hînî zarokên xwe bikin
09:03 Karkerên li Quweytê hatin şixulandin dawa heqê xwe dikin
09:03 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Hê bêtir wijdanan xwînî nekin
09:01 Endamê Meclîsa ÎSÎG'ê Guven: Karker divê mafê xwe bi kar bînin û dev ji hilberînê berdin
09:00 Kesên bêtemînat dişixulin li benda tevdîrine aborî ne
09:00 Di pêşnûmaya qanûna înfazê de cezayê zarokên girtî tê zêdekirin
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2020'AN
10/04/2020
22:34 Qedexeya hevdîtinên li girtîgehan heya 30'yê Nîsanê hatin taloqkirin
22:06 Wezareta Karên Navxweyî li 31 bajaran qedexeya derketina derve îlan kir
19:57 Li Tirkiyeyê 98 kesên din jî ji ber Covîd-19'yê mirin
19:24 Cenazeyê Agît Îpekê ku bi PTT'ê re hatibû şandin hat definkirin
18:02 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:37 OHD û MED TUHAD FED’ê giliyê îşkenceyê kirin
16:36 TUAY-DER: Cudakariyê nexin navbera girtiyan
16:16 Cenaze piştî 3 salan bi rêya PTT'ê ji malbatê re şandin
15:50 Li Amedê li şûna nexweşxanê, li malan mirovan derman dikin
15:33 Karkerê madenê li Soma di bin hezanê de mir
15:20 HDP'a Mêrdînê banga kampanya Malbatên Xwişk û Bira kir
15:08 2 taxên Wanê xistin qarantînayê
15:04 Guzel pêşniyazpirsa ‘cihên bi ewle’ pêşkêşî wezîr Zehra Selçûk kir
14:53 Ketin û derketin Basa ji ber vîrûsa korona hat astengkirin
14:34 Vîrûsê pergala cîhanê ya tenduristiyê têk bir
14:22 Li Îranê 122 kesên din ji ber vîrûsê mirin
13:52 Zaroka di bin malzemeyên înşatê de ma jiyana xwe ji dest da
13:40 Ji 53 kesên tev li şer bûn re 167 hezar tl cezayê ‘mesafeya civakî' birîn
13:39 Ji Wezîrê Dadê pirsa ‘gelo wê tecrit dewam bike?’ pirsî
13:21 3 gundên din ên Mêrdînê xistin qarantînayê
13:08 Li Cîhanê Covît-19: Zêdeyî 95 hezarî kes bi vîrûsê mirin
12:42 Operasyona eskerî ya li Licê bi dawî bû
12:34 ATO: Çima kontrola testên xebatkarên tenduristiyê hat rawestandin?
12:29 Bîranîna 10'ê Cotmehê dê li ser medya civakî kirin
12:07 Kesê mir testa wî negatîf, a hevjîn û keça wî jî pozîtîf derketin
12:02 Gunay: Em bi hevre rê li pêş zagona mirinê bigirin
11:59 Emniyetê ji malbatê re gotiye: Bûyerê mezin û belav nekin
11:25 Bûldan: Divê gavên şênber bên avêtin
11:13 Li Girtîgeha Rihayê lêgerîn heye, lê cîhaza agirê laş dipîve tune
10:47 Durmuş: Em ne bi çekan, bi piştevaniyê dikarin şewba corona têk bibin
10:20 Hasîp Kaplan: Îqtidarê dixwaze cezayê muxalifan hîn bêtir zêde bike
10:05 Prof. Dr. Hamzaoglû: Pergala tenduristiyê têk çûye
10:01 Hevserokê HDP’ê Ceylan: Me 3 hezar malbat diyar kirin
10:00 Bavê ku 4 zarokên wî girtî: Girtîgehan bikin nexweşxane
09:46 10 xalên zagona înfazê hatin qebûlkirin
09:01 Girtiyên nîşaneyên vîrûsa coronayê bi wan re hene nebirine nexweşxaneyê!
09:01 Ev gund xwe bi xwe tevdîrên xwe girtine
09:01 Ozdag: Heya qezenca zêde neyê dezgînkirin wê dermanê Covîd-19'yê neyê dîtin
09:01 Esnafên Stenbolê: Hikûmet li bendê ye em çareyekê bibînin!
09:01 Bertek nîşanî biryara çêkirina fabrîkeya plastîkan dan
09:01 Pasajên li Rihayê ji ber koronayê li ber girtinê ne
09:00 ‘Niha dem dema mezinkirina piştevaniyê ye’
09:00 Bi helandina berfê re girên çopê derketin holê
09:00 Li Stenbolê di 20 dermanxaneyan de Covîd-19 hatiye tespîtkirin
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2020'AN
09/04/2020
19:45 Li Tirkiyeyê 96 kesên din jî mirin: Hejmara miriyan bi giştî bû 908
18:38 Berpirsiyarê DAIŞ'ê yê Tirkiyeyê Ebu Hanzala disa hat girtin
18:09 SES: Li Enqereyê di rojekê de 9 kedkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
17:57 Rêxistina Efûya Navneteweyî: Herî kêm 35 girtî li Îranê hatin kuştin
16:25 Testa girtiyê hat îdîakirin întîhar kiriye negatîf derket
15:49 Baroya Êlihê: Li girtiyan xistin
14:58 Li Amedê tedawiya 171 nexwşin vîrûsê didome
14:48 FÎDH ji bo girtî bêne berdan dest bi kampanyayê kir
14:22 Li Pasûrê operasyona eskerî bi binçavkirinan didome
14:01 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
13:38 Olûç: Piştî efûya Rahşan niha jî efûya alîgir derxistin
13:33 'Ne alîkarî piştevaniye'