Evran: Êriş paralel in û plana destwerdana li dijî Qendîl û Xakûrkê ye

  • rojane
  • 09:03 20 Nîsan 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameger Seyît Evran diyar kir ku êrişên Tirkiyê yên li dijî Mexmûr û Zînê Wertê parçeyên planên li dijî Qendîl û Xakûrkê ne û got: “Dixwazin çi li ser navê kurdan hebe tune bikin.” 

 
Tirkiyê bi balafiran êrişî Kampa Mexmûrê kir û 3 jinan jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de balafirên Tirkiyê êrişî herêma Zînê Wertê ya Başûrê Kurdistanê ku di bin çavdêriya YNK’ê de ye kirin. Piştî êrişê PDK’ê hêzên leşkerî şandin herêmê. Rojnameger Seyît Evran geşedanên dawî yên li wan herêman diqewimin ji ajansa me re nirxand.
 
Evran diyar kir ku Tirkiye bi êrişa li dijî herêmê yekîtiya neteweyî ya kurdan kiriye armanca xwe û êriş rastî bertekan hatine. Evran diyar kir ku mudaxaleya DYA’yê jî di êrişê de heye û DYA destûra êrişan dide Tirkiyê û armanca DYA ew e ku di demên pêş de bi Tirkiyê re hin aliyên kurdan li dijî Îranê bixe tevgerê.
 
Evran anî ziman ku êrişên tên kirin bi geşdanên navnetewî yên li ser herêmê li pêş dikevin re girêdayî ne û hemû xeta Îranê di ser wê herêmê de derbas dibe û cihê rêya vir diçê jî Berha Spî bi ser Sûriyê re pêk tê û ji ber vê yekê hemû hevsengî li ser vê yekê tê sazkirin. 
 
‘AKP DIXWAZE KURDAN TASFIYE BIKE’ 
 
Evran da zanîn ku êrişên li herêmê tên kirin paraleli hev in û wiha got: “Ji salên 90’î ve 23 baregeh li herêma Kurdistanê hene. Baregehên hatine avakirin planek îhlaqê ne. Ev yek jî têkiliya bazirganiya Tirkiyê û PDK’ê radixe ber çavan. Ev têkilî veguherîne pêçokeyî. Têkiliya bazirganiyê veguherandine dagirkeriyê. Li Başûrê Kurdistanê niha dagirkeriyek aborî heye. Dagirkirinek siyasî heye. Dagirkirina çandî û xebatên pişaftinê bi awayek berfirehî tên kirin. Li ku dibe bila bibe di hişê AKP’ê de plana tasfiyekirina kurdan heye. Çi li ser navê kurdan hebe dixwaze vê tune bike. Dixwazin kurdan jî bikin hevkarê vê tunekirinê.” 
 
‘PLANA DESTWERDANA XAKÛRKÊ Û QENDÎLÊ YE’ 
 
Evran da zanîn ku planên AKP’ê yên li dijî herêmê di sala 2018’an li dijî herêma Bradostê dest pê kir û ket dewrê û wiha got: “Ev demek dirêj e li dijî herêma Qendîlê plan û êrişên dagirkirinê tên kirin. Dema êrişa Brodostê dest pê kir, gotin ‘Ji Qendîlê re maye 30 kîlometre.’ Armanca yekemîn Xakûrkê ye û ya duyemîn jî Qendîl e. Ev warên hanê her tim bûne cihên berxwedana kurdan. Heta niha ne Îran ne Tirkiye û ne jî Iraq dikaribûye bikeve Xakûrkê. Vê herêmê her tim xwe ji êrişan parastiye. Qendîl jî her dem bûye warê berxwedana Kurdan. Ji ber vê yekê jî gav bi gav planên dagirkirina Qendîlê tên kirin û dixwazin destwerdenek dijî Qendîlê bikin.”
 
PLAN BIRÊVE NAÇE 
 
Evran destnîşan kir ku plana êrişa li dijî ZÎnê Wertê di çarçoveya plana li dijî Qendîl û Xakûrkê de hatiye kirin û got: “Ev plan birêve naçe. Li ser navê hikumeta herêmî hêz hatiye şandin. Tê gotin ku vîrûsa koronayê kirine hêncet lê ne wisa ye. Ev der herêma YNK’ê ye. Heke li vir pirsgirêkek hebe, wê YNK tevdîra li vir bigire. PDK bi fikare yanî fedî dike ku bi Tirkiyê re destwerdanekê bide destpêkirin. Ji bo vê yekê jî PDK dixwaze YNK’ê jî daxilî destwerdanê bike. Lê YNK di vir de nehatiye qanihkirin. Lê dikin ku nakin nabin. Siyasetmedarên kurd ên Başûr dibêjin ‘Gerîla çi dike li vir?’ Lê gelê başûr hemû hêzên Kurd wek hêzên Kurdistanê dibîne. Dixwazine vê planê birêve bibin. Lê bele gelê Başûr û bi taybetî xelkê herêma Zînê Wertê bertek nîşan didin û wisa tê xuyakirin ku ev plan pûç derketiye. Di vê mijarê de jî helwesta gelê Başûr girîng e.” 
 
‘YNK DI FERQA PLANÊ DE YE’ 
 
Evran anî ziman ku YNK di ferqa tiştên diqewime de ye û êriş di nava gel de wek “şerê li dijî PKK û YNK’ê ye” tê şîrovekirin. 
 
‘FERMANDARÊN PÊŞMERGEYAN JÎ LI DIJ IN’ 
 
Evran destnîşan kir ku heke Tirkiye bi PDK’ê re di destwerdana li dijî Qendîlê de dê li herêmê bibe sedema serhildanekê û wiha got: “Gelê başûr naxwaze hêzên kurd bi sedema hêzek dagirker ve bera wan bikev hev. Vê yekê qebûl nake. Di nav pêşmergeyan de jî tevgerek cidî heye. Dixwazin pêşmergeyên hin herêman veguhezên herêmê. Lê pêşmerge dibêjin ‘em naxwazin şer bikin’ û vê yekê napejirînin. Ev jî encama projeya yekîtiya neteweyî ya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan e. Ji sala 2007’an vir ve heta 2015’an gelek caran xwestin û ceribandina wan a bikevin Qendîlê çêbû. Lê helwesta fermandarên pêşmergeyan û helwest hêzan vê yekê asteng kir. Gel naxwaze ku Başûr bi Tirkiyê re tevger bike.” 
 
‘ÊRIŞ PARALEL IN’ 
 
Evran diyar kir ku êrişên Mexmûr û Zînê Wertê paralel in û got: “Kordînatan didin. Pişt re êriş tên kirin. Dema DAIŞ’ê jî êriş kir hedefa ewil Şengal bû û pişt re jî hedef Mexmûr bû. Şengal di warê baweriyê de hedefa êrişan de bû û Mexmûr jî di warê berxwedana xwe de. Loma jî hedef ew der e. DAIŞ’ê nikaribû bike. Lê tişta ku DAIŞ’ê nikaribû niha hosteyên wan dikin gelo? Dema mirov li êrişan dinêre ew xuya dike. Dixwazin êriş hev temam bikin. Ji ber vê yekê jî êriş girêdayî hev in. Gel jî vê yekê qebûl nake. Bifikirin sê hêz li kêlaka hev hene. 3 gerîlayên diçin hevdîtinê û vedigerin di rastî êrişa hewayî tên. Gelê Başûr vê yekê qebûl nake.” 
 
ASTENGIYA YEKÎTIYA NETEWEYΠ
 
Evran bal kişand ser hevdîtin û xebatên li ser yekîtiya neteweyî ya kurd û sazkirina komîteyên vê xebatê û wiha got: “Lê Tirkiye li pêşiya van hemû hewldanan asteng e. Tiştên niha diqewimin ji bo çar parçeyên Kurdistanê jî windahiyek mezin e. Tenê berjwendiyên komekî tê fikirindin. Titşa ku rewşenbîr û gel jî li dij derdikeve ev e. A rast Rojava fersendek e. Ji bo gelê Başûr fersendek e. Ji bo gelê Rojhilat fersendek e. Ji bo vê yekê jî divê kurd werin gel û xwe bikin hêzek. Dibe ku di hin aliyan de nebin yek lê gelek aliyên ku bibin yek hene. Mînak dikarin di warê dîplomasiyê de berdevkiyek hevpar dikarin ava bikin. Çima bila hêzek netewî ya kurd tune be. Çima berdevkiyek di warê siyasî de nebe. Ev pêwîst in. Lê niha tiştek wiha heye. Bi mudaxeleyên Tirkiyê re dema ev werin xera kirin, çi tiştek li ser navê kurdan hebe û destkeftiyek wan hebe dixwazin wan ji holê rakin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

21/04/2020
09:13 Piştî belavkirina maskeyan xetereya li dermanxaneyan zêde bûye
09:13 Wê AYM tîk bisekine an li ber erkê serî bitewîne?
09:09 Bajarê çandiniyê Riha daxilî nav piştgiriya ji bo tovan nehat kirin
09:08 ‘AKP, bi êrîşên li ser muxalifan dixwaze ji derheqê vê krîzê derkeve'
09:07 Êdî nikarin li bazaran jî li gor dilê xwe pêdiviyên xwe bikirin
09:00 Bersiva qeyûm a ji bo meclîsa şaredariyê
09:00 Ji mafê destûra biheq banga ji bo grevê
09:00 ‘Girtî nikarin xwe biparêzin’
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2020'AN
20/04/2020
20:37 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji destdan bû 2140
20:00 Erdogan: Wê ji 23-26'ê Nîsanê de qedexeya derketina derve pêk bê
17:25 Çavdêriya ÎHD, ÇHD, OHD û MED TUHAD-FED’ê: Tedbîr kêm in
16:48 Ji AMENAS’ê ji bo girtiyan bang
16:29 Gelê Binarê Qendîlê dijî êrîşa li ser Zînî Wertê meşiyan
16:13 Kampanya Hevmalî ya HDP’ê didome
16:12 Muslim: Êrîşa li Zînî Wertê plana 170 salan a birakujiya Kurdan e
15:19 Covît-19 bijîşkekî din kuşt
15:12 HDP’ê ji bo nûçeya AA’yê gilî kir
15:05 171 kesên ji Erebîstanê hatin, xistin qarantînayê
15:05 Ji bo çalakgerên rojiya mirinê bang kirin
14:56 Buldan: Bi vê zagona AKP-MHP'ê qatîl û tecawizkar hatin berdan
14:50 Çepnî: Ji bo ewlehiya Qesrê makîneyên sûc hatın berdan
14:35 DÎSK-AR: 4 endamê me mirin û testa 378 endamên me jî pozîtîf derketiye
14:23 Rêzbûna li ber PTT’an didome
14:22 Li Licê 4 welatî hatin girtin
14:16 Li Îzmîrê 357 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
14:06 Li cîhanê COVÎT-19: Îspanya dê ji YE'ê fon bixwaze
13:47 Li Girtîgeha Bedlîsê ji bo girtiyan tevdîr nayên girtin
13:28 Danişîna Hevşaredar Nazlier bê parêzer hat lidarxistin
13:23 Li Mûşê kêlên goran şikandin
13:18 Êrîşkar hatin berdan
13:18 Barzanî têkildarî Zînî Wertê daxuyanî da
12:50 Şêniyên Zînî Wertê xwestin hêzên PDK'ê vekişin
12:35 Ji bo Soylû pîrozbahiya bi xwîn, kêr û çek
12:19 MATUHAY-DER ji Wezareta Dadê xwest rêya ragihandina bi Ocalan re vekin
12:14 KNK: Divê hêzên Kurdan nakokiyên xwe bidin aliyekî
11:02 Li Girtîgeha Bûcayê testa girtiyek pozîtîf derketiye
11:01 Demîrtaş: Divê em daxwaza xwe ya hesappirsînê zindî bigirin
11:00 Şaredariyên HDP’ê li dijî şewbê hemû derfetên xwe seferber kir
10:28 Ewlekarê nexweşxaneyê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
09:47 Bi 2 girtiyên ku hatin berdan re vîrûs derket
09:47 Ji girtîgehê derket kêr kir û piştre mirî hat dîtin
09:45 Kedkarên hunerê bê kar man
09:21 Serokê şaredariya CHP’î û hevjîna xwe rastî êrîşa çekdarî hatin
09:20 Ji KCD'ê bang: Em dev ji yekîtiya xwe ya neteweyî bernedin
09:04 Komîsyona OHAL'ê karê wî dayê, lê şaredariya AKP'ê karê wî nedayê
09:03 Evran: Êriş paralel in û plana destwerdana li dijî Qendîl û Xakûrkê ye
09:03 3 rojan xwarin nedan girtiyan!
09:03 Xebatkarên tenduristiyê tevahiya rojê bi maskeyek dixebitin
09:02 Her ku kuçe bêdeng dibin, ew jî xuya dikin
09:02 Dayika Selma Irmak: Ez dixwazim keça xwe hembêz bikim
09:01 ‘Pakêta înfazê wêrekiyê dide kiryaran’
09:01 ‘Em ê li dijî trajediya civakî piştevaniyê birêxistin bikin’
09:01 Fûat Keyman: Şewba koronayê welatên YE dabeş kir
09:00 Holdînga Cengîz karkeran mexdûr dike û li herêmê talanê pêk tîne
09:00 Kiliçaslan: Li Stenbolê herî kêm 60 hezar weqa hene
09:00 Ji bo îzolasyoana civakî ‘qedexe’ pêşniyar kir
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2020'AN
19/04/2020
20:55 TUAY-DER: Tiştek bê serê girtiyan berpirsiyar Wezareta Dadê ye
19:29 Di 33 rojan de li Tirkiyê 2017 kes bi Covit-19 mirin
18:44 MED TUHAD-FED: Meclîsê erka xwe pêk neanî
18:19 Covît-19, du bijîşkên din kuşt
17:47 Ji Înîsiyatifa Agahiya Te Heye? ji bo rojnamegeran kampanya nameyan
17:32 Girtiyên nexweş nabin revîrê
17:15 Ciwanên Mexmûrê: Li dijî êrîşan helwest nîşan bidin û têkoşînê mezin bikin
16:12 Serokên 46 Baroyan xwestin efûya îstîsmarê ji rojevê derxin
16:00 Êrîşa li dijî Şaredariya Qersê şermezar kir
15:43 Sicîla êrîşkarê Şaredariya Qersê qirêj e
15:20 DAIŞ’ê li Herêma Mexmûrê 2 eskerên Iraqê kuştin
14:49 SES’ê bersîv da Waliyê Zonguldakê: Fatûra bê tedbîriyê li me nebire
14:37 HDP'ê giliyê qeyûmê Amedê kir
14:10 HDP’ê ji bo Mexmûrê name şand ji Barzanî re
14:09 Li qawîşa 14 kesan 20 girdî dimînin
13:39 Girtî: Qawîşan dezenfekte nakin maske û lepikan nadin girtiyan
13:01 Li Kocaeliyê ligel qedexeyê jî fabrîqe dixebitin
13:00 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Bila Kurd hevdû mohtacî dagirkeran nekin
12:52 Mêrê jina bi mirinê tehdît kir şandin hepsa malê
12:04 Çiftçi-Sen: Divê em piştevaniyê mezin bikin
11:42 Li Cîhanê Covît-19: 160 hezar û 784 kes mirin
11:38 Hevserokên HDP’ê: Divê serokê RTUK’ê tavilê îstîfa bike
11:15 TEV-DEM: Tirkiye êrîşî vîna gelê Mexmûrê dike
10:48 Gêlo Îsa: Berjewendiyên Kurdan li ser her tiştî bigirin
09:52 Parêzera Yuksekdag: Bêyî li daxwazan binerin red dikin
09:13 Li Zînî Wertê çi armanc dikin?
09:02 Hestiyên xwişka xwe ya qet wê nedîtiye defin kirin
09:01 Li bajarê dîrokî kerên li mesaiyê, bafirokên li ser banan...
09:01 Ji sedî 60'ê nifûsê tevî xeteraya mirinê diçin kar û tên
09:01 Malbatên Girtiyan: Girtî terkî mirinê kirin e
09:00 Serokê Baroya Mêrdînê: Divê AYM vê sererastkirinê betal bike
09:00 Şertê 'qeyda sabiqeyê' danîne ber şivanan
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2020'AN
07:05 Girtiyê edlî çawa ji girtîgehê derket kesek kuşt
18/04/2020
20:09 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber coronayê mirin bû hezar û 890
17:12 KCD: Şewba heyî ne xwezayî ye, çavkaniya bêtenduristiyê kapîtalîzm e
16:26 Kalê 80 salî bi hinceta heqaret li Erdogan kiriye binçav kirin
16:07 Berdana girtiyê nexweş Tekîn Donmez xwestin
16:05 Komeleya Rosa: Ji sedî 96'ê jinan di nava qayrana aborî de dijîn
15:49 Îtîraza girtina Yuksekdag bi ‘biryara teqez’ hat redkirin
15:30 Karkeran bi dîmen bersiv da Cengîz Holdîngê
15:06 Dayikên Şemiyê zarokên dibin çavan de hatin windakirin pirsîn