‘Em hişmendiya goran xirab dikin ji serdema Osmaniyan ve nas dikin’

img

AMED - Malbatên gorên zarokên wan ên di têkoşîna azadiya kurd de jiyana xwe ji destdayîn hatin xirabkirin, diyar kirin ku ew hişmendiya goran xirab dikin ji serdema Osmaniyan ve nas dikin û gotin: “Em ê carek din kêlên gorên zarokên xwe çêbikin.”

Êrîşên li dijî gorên kesên di têkoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dan, qasî dîroka welat kevne. Di dîroka nûjen a Tirkiyeyê de, bi polîtîkayên veşartina cihê gorên Şêx Saîd û Seyît Riza re, êrîşên li dijî goran di pêvajoya hikumeta AKP’ê de zêdetir bûn. Leşkeran herî dawî li Mûş, Wan, Farqîn, Çewlîg û Colemêrgê êrîşî goran kirin, nivîs û navên kurdî yên li ser kêlên goran jêbirin. Li hin bajaran jî, zext li malbatan hatin kirin ku kêlên zarokên xwe bişkînin û ji holê rabikin.
 
Hulya Baran a berî 3 salan keça xwe di êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Efrîn de winda kir, anî ziman ku li wê derê çete êrîş dikin li vê derê jî desthilatdarî. Baran, diyar kir ku ji dîrokê û vir ve gorên kesên di têkoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane tên rûxandin û wiha axivî: “Ne tenê malbatên gorên zarokên wan hatine rûxandin, divê hemû civak bertek nîşanî vê rewşê bide.”
 
'HER QEWM BI ÇANDA XWE DIJÎ’
 
Baran, da zanîn ku bi hinceta “kurdî” êrîşî goran dikin û wiha got: “Bêtehemûliyek mezin li hemberî zimanê kurdî heye. Her qewm, bi ziman û çanda xwe dijî. Em kurd, navên bi zimanê xwe li zarokên xwe dikin. Navên li ser wan kêlan bên jêbirin jî, lê dîsa nikarin ji dil û mejiyê me jêbibin. Zarokekê me biçe, wê bi hezaran zarokên me bi welidin. Hûn çiqasê hilweşînin, jê bibin, emê carek din kêlên zarokên xwe çêbikin û navên wan li ser binivîsin.”
 
BANGA ‘HÎS KIRINÊ’ LI ERDOGAN KIR
 
 
Baran, ji hevjîna Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan Emîne Erdogan xwest ku “mîna dayikekê” wan hîs bike û wiha bilêv kir: “Ez weke dayikekê bang li Emîne Erdogan dikim. Tu jî dayikî. Îro gora zarokekê te 4 caran bê rûxandin, cenazeyê zaroka te ji gorê bê derxistin, gelo tu yê çi bikî? Kêliyek be jî dayikên kurdan hîs bike. Tu jî weke dayikekê êrîşa li dijî goran qebûl neke. Ji ber ku em jî van êrîşan qebûl nakin.”
 
‘DIXWAZIN ME BÊ VÎN BIHÊLIN’
 
Baran, dest nîşan kir ku di hemû olan de destnedayîna goran heye û wiha bang li raya giştî kir: “Dixwazin me bê ziman, bê bawerî û bêvîn bihêlin. Xwedayê heq şahidê me be, em ê tu carî dest ji ziman, bawerî, gor û zarokên xwe bernedin. Bila kes dest jê bernede.”
 
'DI OLA ÎSLAMIYETÊ DE RÊZÊ DIDIN MIRÎYAN’
 
Azîz Olçen ê 2 zarokên xwe di têkoşîna azadiya gelê kurd de winda kirin jî, bi bîr xist ku di ola Îslamiyetê de rêzê didin mirîyan û wiha axivî: “Dema ku mirovek dimire, ew cenaze dibe cenazeyê hemû mirovahiyê. Hezretî Mûhammad bi xwe jî, dema cenazeyê kesek fileh derbas dibe, radibe ser piyan. Rêzê digire. Lê îro kesên dibêjin em misilmanin êrîşî gorên zarokên me dikin. Êrîşên li dijî gorên zarokên me ne exlaqîne.”
 
JI SERDEMA OSMANIYAN VE TEHEMULÊ KURDAN NAKIN 
 
Olçen, pirsa “ev qebûlnekirin çawane” kir û wiha got: “Ji dîrokê ve êrîşî gorên kurdan dikin. Bi zanebûn vê yekê dikin. Armanc tunekirina kurdan û zimanê kurdiye. Ji berê de navên kurdan ên li ser kêlan jêdibirin û reqem li ser dinivîsandin. Em vê hişmendiya ku goran xirab dikin ji serdema Osmaniyan ve nas dikin.”
 
'EW MIN BIKUJIN JÎ EZÊ NEKIM’
 
Olçen, diyar kir ku zextê li malbatan dikin ku gorên zarokên xwe xirab bikin û wiha bilêv kir: “Tu malbat vê yekê qebûl nake. Ew min bikujin jî, ezê gorên zarokên xwe xirab nekim. Ger min bi dîta xirab dikin jî, heya mirinê jî minê destûr nedaba vê yekê. Dewlet bi vî awayî wê tu carî negihêje armanc û meqseda xwe. Êrîşî nirxên me dikin. Lê emê heya dawiyê xwedî  li nirxên xwe derkevin. Em bang li hemû kesên bi îman û wijdan dikin ku xwedî li cenaze û goran derkevin. Divê em heya dilopek xwîna xwe ya dawiyê jî xwedî derkevin. Ger em xwedî gorên xwe derkevin, ewê dest ji van kiryarên xwe berdin. Ew çiqasê êrîşê bikin, emê teslîm nebin.”
 
‘DI GORÊ DE JÎ HUZÛRÊ NADIN WAN’
 
Olçen, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Zarokekê min di sala 2019’an de jiyana xwe ji dest da. 108 rojan cenazeyê wî nedan me. Piştî 108 rojan encex me karî em cenazeyê wî bigirin. Heya me defin kir jî, astengiyên cuda ji bo me derxistin. Cenazeyê kurê min 108 rojan di morgê de hiştin. Dozger ji min re digot tu ne muxatabê minî. Ez bavim, ger ez ne muxatabbim gelo wê demê kî muxatabe? Piştî ewqas zor û zehmetiyan min cenazeyê kurê xwe girt û defin kir. Lê di gorê de jî, huzûr û rehetiyê nadinê.”
 
MA/ Arjîn Dîlek Oncel - Aydin Atay
 

Sernavên din

04/05/2020
14:16 Ozgur Tarhanî yê Teknîkera Anestezî Ayşe Karaman kuşt hat berdan
13:44 Odeya Bijîşkan a Stenbolê hişyarî da: Biryara xelet dê encamên giran bîne
13:43 Dezenfektanek biçûk bi 23 tl difiroşin girtiyan
13:30 Dersim Dag îstîsmarkirina zarokan bir rojeva Meclîsê
13:29 ‘Saet di 19.38'an de find pêxin û zêmar bibêjin’
13:23 Zema mazot, lastîk, aku, cezayê trafîkê dêke kirin, lê KDV danexistin
12:47 Korona bandorê li ser aboriyê dike û krîza 2008’an nêz dibe
12:10 11 hiqûqnasên pispor bang li AYM’ê kirin: Şaşiyan rast bikin
11:45 Dolar bû 7.0174 TL
11:41 Banga hevrûbûn û lêborîna Komkujiya Dersimê hat kirin
11:39 Rojnameger Henan: Tirkiye li Idlibê gelek tengezar bûye
11:11 KCD: Heta Kurd yekîtiya neteweyî ava nekin dê ji qetlieman rizgar nebe
11:04 ‘Ocalan li dijî ‘bedbîniya’ kapîtalîzmê şîfreyên dawîn ên çareseriyê dide’
10:40 HDP: Pêwîste dewlet ji gelê Dersimê lêborînê bixwaze
10:39 Muftuoglû: Divê aktorên nû yen polîtîk derkevin holê
09:35 Hunermend Seîd Gabarî koça dawî kir
09:10 ‘Em hişmendiya goran xirab dikin ji serdema Osmaniyan ve nas dikin’
09:09 Dr. Bilek: Dibe ku piştî demekê xizmetkarên tenduristiyê zahmetiyan bikişînin
09:08 Berhemên ewil kom nekin dê çay di zeviyê de xera bibe
09:05 Kedkara malê: Nikarim kirê bidim
09:05 Ji mêran zêdetir dixebitin, lê ji mêran kêmtir distînin
09:04 Ji bo esker neşkîne kêliyê gorê rakir
09:04 Qala birayê xwe Mustafa kir: Berxwedan fêrî min kir
09:03 Girtiyê nexweş 14 caran rakirin nexweşxaneyê lê hêj girtî ye
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2020'AN
00:18 Baroya Colemêrgê: Em êrişên li dijî goristanan şermezar dikin
03/05/2020
23:19 Gabrîel: Me peşî li reva girtiyên DAIŞ'ê girt
23:10 247 wargeh ji qerantinayê rizgar bûn
20:27 Li Tirkiyeyê hêjmara miriyan gihişt 3 hezar û 397 kesan
19:47 Dê li Başûrê Kurdistanê 11 deverên pîşesaziyê ava bikin
19:32 Rejîma Îranê di 24 saetan de 2 kolber kuşt in
18:35 Nûnerên civakê ‘Însiyatîfa Gel ji bo Yekitiya Refa Kurdî’ ava kirin
15:19 Wezaretê rêwîtiya nava bajaran rojek din qedexe kir
15:01 Bertek nîşanî girtiyan Kîlîs ê EMEP’ê dan
14:59 Hêjmara nû ya Kovara Moderniteya Demokratîk derket
14:48 Rapora Girtîgeha Patnosê: Bi ava qirêj paqijiyê dikin
13:54 Ji bo ronîkirina Terteleya Dersîmê dê komîsyona heqîqetê bê avakirin?
13:31 Tevgera Nifşê Nû: Eger projeya me neyê pêkanîn em ê dest bi çalakyian bikin
13:18 ÎHD’ê têkildarî 3’yê Gulanê daxuyanî da
12:50 'Miduriyeta Ewlehiyê ya Hewlerê gefa kuştinê li Mazlûm Dag dixwin'
12:49 Tora Mafên Mirovan: Zeyneb Celaliyan avêtine beşa karantînayê
12:36 Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya: Çiqas me bigirin jî em ê serî hildin
12:10 Yekîtiya Ekolojî: Îqtîdarê vîrûs kiriye firsend
11:43 83 sal derbas bûn: Ne êşa wê berda, ne jî nêrîna dewletê guherî
11:22 Ragip Duran: Îqtîdar dixwaze hemû medyayê têxe kontrola xwe
10:23 Girtiyê nexweş 45 rojin di qerantînaye de ye
10:02 ‘Divê hemû kes bala xwe bide ser bêhiqûqiya li Îmraliyê û hewldanên çareseriyê’
09:38 ‘Di hemû baweriyan de gor pîroz in'
09:37 DFG: Li Tirkiye rojnamegerî yek ji pîşeyê herî bi talûke ye
09:25 Ozdemîr ê teslîmî Tirkiyeyê kirin: Ez rastî îşkenceyê hatim
09:03 ‘Hêj girtî nemirine tevan berdin'
09:02 Kovarek nû li kovarên kurdî zêde bû: Kovara Folklor û Ziman
09:02 Siyasetmedarê Kurd ê girtî: Tenê 2 meh berê qalibek sabûn dane
09:01 Karakaş: Îqtidar ji bo bîrbiriya civakê kontrol bike bi ser rojnamevanan de diçe
09:01 Av. Îlkîz: Navê vê yekê mewzûata panîkê ye
09:00 Bendava Ilisûyê gelek nebatên endemîk di bin avê de hiştin
09:00 Ji bo veguhêzkaran ne tevdîr tên girtin ne jî piştgirî tê kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2020'AN
08:14 Li Bedlisê şer derket: 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan
02/05/2020
19:43 Li Tirkiyeyê 78 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan
17:24 Dede: Kê çima êrîşî gorê kirin?
16:50 Di nîsanê de 20 jin hatin qetilkirin
16:44 Li kiryarên sê xizmên hev pirsîn
16:28 Kampanya ‘Ji kûmpasa li dijî rojnamegeran re bes e"
15:49 Maseya Qrîza Kovîd 19’ê ya Wanê rapora xwe aşkera kir
15:41 Ji bo girtiyên nexweş bang li hikumetê kirin
15:12 Ji bo bîranîna Terteleya Dersimê bang li jinan hat kirin
14:50 7 carin êrîşî heman gorê dikin
14:44 Bi hêviya ku kurê xwe bibîne 11 salan çûye teşhîsê
14:35 Li Kana Keviran kesek bû qurbana kar
14:27 ‘Erdogan û Soylu çi bêjin wî dikin'
14:27 Xizmên windayan aqûbeta Gulmez pirsîn
13:54 Dadgehê cezayê hepsa malê da hevjîna Azîz Orûç
13:40 Li Silêmaniyê amadekariyên derbasbûna ‘xwerêveberiyê’
13:15 Girtiyên nexweş li gel raporên ATK’ê jî nayên berdan
13:15 Yuksekdag: Em bibin yek, bibin deng, bibin xwişk û bira
12:45 Bavê Zeyneb Celaliyan: Keça min 2 roj in bajar bi bajar digerînin
12:37 Grûp Yorûm ji bo Gokçek bang kir: Nebin sedema mirinên din!
12:20 Xwendekaran milyonek tweet belav kir, lê YOK bêdengiya xwe diparêze
12:19 Li Stenbolê 3 hezar û 600 mirov zêde mirin
11:50 Der barê Rojnameger Erk Acarer de biryara girtinê
11:23 ‘Azadiya çapemeniyê nîne, ji kuştinê xirabtir li rojnamegeran kirin’
10:54 Di êrişa DAIŞ’ê de 10 milîsên Heşdî Şabî hatin kuştin
10:52 Koordînasyona Herêmê ya Qeyrana Covid-19: Divê gel tedbîrên xwe berdewam bike
10:28 Li dinyayê tevî koronayê jî 1’ê Gulanê bi coş hat pîrozkirin
09:40 'Mazûvanên vîrusê yê nû em in'
09:03 Şenoglû: Jiyana azad a gelan bi azadî û yekîtiya kurdan pêkan e
09:02 Vakfa Uçan Supurge ji bo zarokan kargeriyan amade dike
09:02 Ji bo zarokan kampanyaya pêlîstok û pirtûkan
09:01 Pisporê Rêxistinbûyînê yê DÎSK'ê Işik: Civakeke ehlaqî û polîtîk wê pêşî li ber rêxistinbûyînê vebike
09:01 Hevjîna girtiyê nexweş: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 Doza 'Îna Sivîl' ji DMME'yê re hat şandin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2020'AN
01/05/2020
21:44 Di şaneşîn û paceyan de pîrozbahiya 1'ê Gulanê
21:38 Polîsan konvoya 1'ê Gulanê ya karkeran asteng kir
20:47 Malên xwe kirin qadên 1'ê Gulanê
19:37 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan bû 3 hezar û 258
16:16 Leşkerên ku kêlên goran şikandin, ji malbatan xwestin kêlan ji holê rakin
15:50 Karkeran li gel qedexeyê dîsa 1'ê Gulanê pîroz kirin
15:45 Endamên TUHAY-DER'ê hatin berdan