26 salan bi koçberî, zilm, zext, tundî û dorpêçê derbas kir

img

ŞIRNEX - Xemê Kara ya ji ber zext û zilma eskeran di sala 1994'an de ji Bajaroka Sêgirkê ya Şirnexê koçî Mexmûrê kir, rêwitî, tundî û zilma ku lê hatiye kirin û têkoşîna li dijî vê yekê ya 26 salan vegot. Kara piştî di sala 1998'an de li Mexmûrê bi cih bûn, niha jî 10 meh in di bin ambargoya PDK'ê de dijîn. 

Di salen 1990’an de TSK'ê ji welatiyên herêmê xwestin bibin cerdevan. Gundên ku nebûn cerdevan bi zora eskeran hatin valakirin û piştre hatin şewitandin. Di salên 1990'an heta 2000 hêzî 4 hezar gund hatin valakirin û şewitanin. Bi milyonan Kurd ji cih û warên xwe koçber bûn. Bi sed hezaran kurd çûn Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Wan û Amedê bi cih bûn. Bi hezaran Kurdên Şirnexê ji berê xwe dan Herêma Federe ya Kurdistanê û ketin rêwîtiyek dûr û dirêj. Girseya ku gundên wan hatin şewitandin û berê xwe dan Herêma Federe ya Kurdistanê rastî hezar zor û zahmetiyan hatin. Bi hezaran welatiyên ji gundên Şirnexê koç kirin piştî koçberiyek dûr û dirêj herî dawî li Kampa Penaberan a Mexmûrêku 100 kilometre dûrî Hewlerê bicih bûn. Niha nêzi 12 hezar welatiyên Şirnex û Colemêrgê koç kiribûn, nêzî 22 salin li Wargeha Mexmûrê dijîn. Kampa penaberan ji sala 1998'an ve di bin ewlehiya Neteweyên Yekbûyî de tê parastin. Lê li gel vê yekê heta niha gelek caran rastî êrişan hatiye. 
 
Kamp heta niha gelek caran rastî êrîşên TSK'ê hatin. Niha jî ji 17'ê Tîrmeha 2019'an heta niha nêzî 10 meh in di bin dorpêç û ambargoya PDK'ê de ye. Li gel şewba vîrûsa corona jî dîsa ambargo li ser kampê didomin û welatiyên kampê nikarin pêdiviyên xwe yên ji bo parastina li dijî vîrûsê temîn bikin. Bi taybetî di aliyê zexîre û malzemeyên tenduristiyê de nihakir  pêdiviyên xwe temîn bikin. Li gel ambargo u dorpêça li ser kampê jî TSK êrîşên xwe yên li ser kampê diomine. Herî dawî TSK'ê bi SÎHA di 15'ê Nîsanê de kamp bombe kir û di bombebaranê de 3 jinan jiyanaxwe ji dest dan. 
 
Yek ji Welatiya Wargeha Penaberan a Kampa Mexmûrê Xemê Kara (55), qala dorpeç, ambargo û serpêhatiyên xwe yên 26 salan kir. Kara diyar kir ku wan di sala 1990'an de ji bajaroka Sêgirgê ya Qilebana Şirnexê koç kirin û wiha got: "Pişti me ji Sêgirkê koç kir em hatin li kampa Heftanînê bi chi bûn, piştre em derbasî kampên Bihêrê, Bisêwê, Diwêv, Etruş, Ninova (Neda) bûn. Herî dawî em hatin li Kampa Mahmurê bi cih bûn. Ji ber ku em nebûn cerdevan em kamp bi kamp geriyan û em 6 caran koçber bûn. Heta niha em li 6 kampan geriyan. Di sala 1988'an de bolukek eske hatin gund û em ji malên me derxistin. Li gund kamp ava kirin. Pişti zilma eskeran em di sala 1993'an de derketin zozanan. Piştî em derketin zozanan dîsa eskeran li zozanan dest bi operasyonê kirin. Di pêş eskeran de cerdevan hebûn. Esker hatin û çek li me kişandin. Eskeran wê demê dîsa xwestin em bibin cerdevan û heta 3 rojan dem ji me xwestin. Lê em nebûn cerdevan û me di nava 3 rojan de dîsa koç kir. Ez û 7 zarokên xwe me barê xwe li ser pişta du hespan kir û em ketin rêya koçberiyê. Gundê me pir xweş bû. Her der av bû. Dar û ber bû. Mirov ji bo seyranê dihatin gundê me. Ji ber zextan di nava 3 rojan de hemû gund vala kirin. 
 
EM KAMP BI KAMP GERIYAN 
 
Kara, diyar kir ku ewil li Kampa Heftanînê bi cih bûn û piştre balafirên şer ji hewa tişt avetin ser wan û neçar man ku dîsa ji wir koçber bikin û wiha axivî: "Em ji wir jî koçî Bihêrê bûn. Pişte em kamp bi kamp geriyan. Em ji ber zext û êrîşan li Zaxo ketin greva bircibunê. Piştî em weki penaber qebûl kirin me dest ji çalakiyê berda. Piştî çalakiyê em birin nava zeviyek genim a Kampa Bisivê.Di şeva ewil de nêzî mirovan dûpişk bi wan veda. Dema em çûn kampê havîn bû. Dîsa ambargo danîn ser me. Zexîre û pêdiviyên me nedan me. Di çileyê 1994'an de em ji wir derketin û me derbasî Diwêv bûn. Her ku em carekê koç bûn em rastî mexdûriyetên cuda hatin. Me bi hezar zor û zahmetî av û zexîre bi dest dixist. Em ji kampa diwêv derbasî kampa Etruşê bûn. Em nêzî 2 salan li vir man. Wê demê şerê bikakujiyê zêde bû. Em rastî tundiya PDK'ê hatin. Pêşmergeyên PDK'ê mal û milkên me talan kirin. Em ji wir jî derbasî kampa Ninova û herî dawî derbasi Mexmûrê bûn." 
 
Kara, destnîşan kir ku koçberiyawan di sala 1994'an de dest pê  kir û di sala 1998'an li Mexmûrê bi dawî bû û wiha berdewam kir: "Niha jî nêzî 10 meh in em li Mexmûrê di bin dorpêçe de ne. Em nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî temîn bikin. Kesên nexweş nikain biçin nexweşxaneyê. Niha kesekî nexweşê nava nivisan e, du caran ew paşve vegerandin. Ambulansa ku nexweşan dibe Hewlerê di rêde paşve vedigerînin. Destûr nadin ku nexweşan jî bibin nexweşxaneya bajar. Ji ber dorpêçê zarok û gelek mirov mirin. Jinên ducanî dema çûn bajar li ser rê pave vegerandin. Ev yek li mirovan nayê kirin. Ev çawa sepandin e. Ger ku sibê vîrûs bigêje kampê em dê çi bikin. Ne derman neye, ne malzeme heye û ne alav û amûrê parastinê heye. Hemû rê li pêş me hatine girtin. hemû derfet hatine sînorkirin. Li gel vêyekê bêyi cudakariyê têxin nava jin, zarok, kal û pîran balafir kampê bombe dikin û mirovên me qetil dikin." 
 
Kara, herî dawî anî ziman ku wê di van êrîş û zextên li ser wan tê meşandin de zarokên xwe, hevjînê xwe birayê xwe û pismamê xwe winda kir û wiha bi dawî kir: "Em rojê 20 caran dua dikin. Em dibêjin tiştê hatin serê me bila neyê serê ku kesên din. Ger ku em Kurd bibin yek ev tişt nayê serê me. Divê êdî Kurd bibin yek. Divê em tifaqa xwe xurt bikin." 
 
MA / Omer Akın

Sernavên din

06/05/2020
19:11 Li Tirkiyeyê 3 hezar û 584 kes bi Covîd-19 mirin
17:01 ÎHD: Binpêkirina mafê definkirinê ye
16:46 Banga lezgîn: Girtiyên di rîskê de berdin
16:22 HDP’ê banga eşkerekirina revandina Kûyûn li Waliyê Wanê kir
15:44 6 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
15:35 Sabrî Kaya yê girtî cara 15'emîn rakirin nexweşxaneyê
15:19 Rêxistinên ciwanan her sê şoreşgeran bi bîr anîn
15:18 TMMOB: Em gavan paşve navêjin
15:17 Rêveberên HDP û DBP'ê malbata Dînç ziyaret kirin
14:33 Odeyên Bijîjkan ên Herêmê: Em ê bicihanîna pêwîstiyên bijîjkiyê berdewam bikin
14:17 Baroya Amedê: Em ê bi 130 hezar hevpîşeyên xwe re li ber xwe bidin
14:10 Li goristanê bang kirin: Soza me ya ji bo Denîzan dê bidome
13:34 Rêveberê TÎHV’ê Ustercî: Divê qanûna înfazê ji nû ve bê sererastkirin
13:26 Endama Meclîsa Şaredariya Hezoyê hat berdan
13:25 Şandeya HDP'ê li Qersê ye: Tehemulê xebatên gelparêziyê nakin
13:25 HDP: Em ê her tim ruhê pêşeng ên Denîzan bibîr bînin
13:09 Wezaretê mifteyên konûtên teslîmî xelkê kiribûn paşde xwest
13:08 Girtiyê nexweşê giran Kaya: Êdî taqeta min nema
13:08 Xizmên windayan: Em li dijî bêedaletiyê bêdeng namînin
12:20 ‘Tarhan bila dîsa were girtin’
12:10 4 kesên Denîz Gezmiş bibîr anin hatin binçavkirin
12:01 Gotinên Denîzan îro jî derbasdar in
11:37 Ji Meclisa Jinê ya HDP’ê daxuyaniya Kûyûn
11:36 122 Rêxistinan gotin: Destê xwe nedin Qersê
11:21 Pekoz: Em ê Rojhilatek Navîn a cihêreng bibînin
10:49 Li Sûrê mafê mal û milk xesp kirin: Midûriyeta Derdorê ya Bajar peyman binpê kir
10:39 Serokê ATO’yê: Asayîbûna zû wê hejmara weqayan derxe milyonan
09:33 ‘Li Fethiyê cihê JES’an nîne’
09:16 Mezinkirina piştevaniyê di destê mirov de ye
09:10 Dosya rojnamegeran di bin kulliyeya Serokomar de tê meşandin
09:10 Dozger xwest cezayê muebetê li Alinak bê birîn
09:09 Qeyûman tenê ji bo kolanekê bi milyonan pere xerc kirine
09:09 Ji ber 'qedexeyê' nikarin pincar berhev bikin
09:09 Li Sasonê topkirina destê ewil ê çîlekan dest pê kir
09:08 Dr. Abbasoglû: Tenduristiya karkeran ji însafa patronan re hatiye hiştin
09:08 Hechecîkan dîsa berê xwe dan Bismilê
09:08 Dadgeha Bilind cezayê li Selma Irmakê hatibû birîn pesend kir
09:08 Li Girtîgeha Rihayê ne tevdîr ne jî muxatab hene
09:07 ‘Nirxên misilmantiyê hatine winda kirin’
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2020'AN
05/05/2020
21:36 Cenazeyê Devran Dînç piştî 2 rojan defin kirin
21:13 13 baroyan bang li Dadgeha Destûra Bingehîn kir: qanûna betal bikin
19:25 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 3 hezar û 520
17:52 Cenazeyê Devran Dînç 2 rojan li heviya otopsiyê tê rawestandin
17:07 Tora Têkoşîna li Dijî Bêcezakirinê: Sucdarên mafên mirovan bêceza hatin hiştin
16:46 Endama Meclîsa HDP’ê behsa kêliya revandina xwe kir
16:45 Êrîşa li dijî goristanan hat şermezarkirin: Destê xwe vekişînin!
16:20 Polîsan encumena Şaredariya Hezoyê bi lêdanê binçav kirin
16:14 Endama Meclîsa HDP'ê Kuyun hat revandin
15:42 TJA: Em bi Hevşaredar û gelê Qersê re ne
15:41 HDP’ê xwest butçeya 2020’an were guhertin
15:28 Gelo rast e ku li Mêrdînê testa 18 gardiyanan pozîtîf derketiye?
15:26 Oldaran bang li PDK'ê kirin: Hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişinin
15:06 Oluç: Îqtîdar dixwaze hişê mexdûriyetê ava bike
14:59 Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî meheke îşkence red kir
14:47 Hejmara 14’emîn a kovara Dilopê derket
14:31 DAIŞ'ê êrîşî artêşa Iraqê kir: 2 leşker hatin kuştin
14:20 ‘Ji kerema xwe dengê min bibihîzin’
14:10 Ma Muzîk îşev di twîtterê de hastaga #malihermalêye li dar dixe
13:55 Dede: Divê AYM nebe hevparê sûcê AKP-MHP’ê
13:51 Kevirên dîrokî yên Sûrê didizin
13:37 Ji bo Mala Artêşê ya ku JÎTEM’ê dihewand biryara hilweşandinê hat dayîn
13:35 Tîmtîk a di rojiya mirinê de ye 25 kîlo zeîf bû
13:07 Li Elmaliyê piştî bi salan kuncî hatin çandin
13:06 Di nîsanê de 220 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:28 Rapora 4 mehan a girtîgehan: Her ku çûye rêbazên tehdekar zêde bûne
12:20 HDP’ê bi sefîrên 18 welatan re hevdîtin pêk anî
11:44 ‘Ji gorên zarokên me çi dixwazin?’
11:44 Ziyareta Dolmabahçe bû ‘raz’ û gelê Kurd berdêla wê da
11:27 ‘Fermana xerakirina goran kê da?’
11:22 Îbrahîm Gokçek rojiya xwe ya mirinê bi dawî kir
10:33 ATO: Dema pirsgirêk hebe bazirganiya rûpoşan nayê qebûlkirin
10:28 ‘Heke em bi hev re li ber xwe bidin, em ê êrişan têk bibin’
10:28 Endamên berê yên Grûp Yorûmê ji bo Gokçek bang kirin
09:46 Pisporê Tenduristiya Ruh: Eşa hin kesan dibe serkeftina hin kesên din
09:21 Dersên kurdî yên onlîne rastî eleqeyê tên
09:20 Rêvebirên qulûban: Perê li ser navê me tê komkirin li ku ye?
09:19 Derdê welatiyan jî û derdê dermangeran jî maske ne
09:18 Li Mêrsînê piştevanî û alîkarî zêde dibe
09:18 Ji bo Stenbolê pêşniyara 'xebata pîlot'
09:11 Gunay: Hevdîtina bi telefonê fikaran ji holê ranake, divê heyete tebduristiyê biçe giravê
09:11 26 salan bi koçberî, zilm, zext, tundî û dorpêçê derbas kir
09:10 Melet: Pêwîste hevdîtina li gel Ocalan berdewam bike
09:09 PDK bi hinceta virûsê hat Zînî Wertê, lê 45 rojin qontrola vîrûsê nakin
09:08 ‘Xebata ku ji bo çawişê pispor hatî kirin bila ji bo Gulistanê jî were kirin’
09:00 Xwe bi tenûrê ji temasê rizgar dikin
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2020'AN
08:26 Li Mêrdînê gundek din kirin karantînayê
04/05/2020
20:52 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 461
19:22 Ahmet Şik ji HDP'ê veqetiya
17:52 Dadgehê ji bo 6 rojnamegerên girtî biryara skandal da
16:50 Dayika Karaman îsyan kir: Tenê 9 meh girtî ma û derket
16:27 Li Îzmirê vîrûsa Covît-19 gihişt 466 xizmetkarên tenduristiyê
16:10 Heyeta HDP’ê Gokçek ziyaret kir: Em Îbrahîm bidin jiyandin
16:09 Bi tena serê xwe çalakî li dar xist
15:46 Heta niha 150 kûsî ji Bendava Ilisûyê hatin rizgarkirin
15:09 Odeya Tabîban ji bo Prof. Dr. Dilmener merasimek li dar xist
14:54 Bultena Kovîd-19 a Şopandina Girtîgehan: Paşîva bê nan
14:46 'Em tu carî dest ji destkeftiyên xwe bernadin'
14:31 Birûskê şivan û 150 bizin kuşt