Îbrahîm Gokçek rojiya xwe ya mirinê bi dawî kir

img

STENBOL - Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ê 323 rojin di rojiya mirinê de, rojiya xwe bi dawî kir. 

 
Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ê 323 rojin di rojiya mirinê de, rojiya xwe bi dawî kir. Gokçek li Mala Berxwedanê ya li Kuçukarmûtlûyê daxuyanî da û diyar kir  ku rojiya xwe bi dawî kiriye. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya, Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Alî Şeker, Parlamenterê Partiya Karkêrn Tirkiyeyê  (TÎP) Bariş Atay, Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korûr Fîncanci, Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût, Parlamenterê HDP’ê yê bere Ferhat Encu, hunermend Pinar Aydinlar û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Gokçek piştî ragihand ku çalakiya xwe bi dawî kir, bi ambûlansê rakirin nexweşxanê. 
 
Endamê Grûp Yorûmê Seher Adiguzel li vê derê axivî û wiha got: "Ligel hemû êrîşan jî me biryar daye ku em li ber xwe bidin. Endamekê me ji bo rakirina qedexeyên li ser konserên me di roja 288'emîn a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da. Îro stranên me qedexekirîne. Îbrahîm 323 rojin di rojiya mirinê deye û rewşa wî krîtîke. Berpirsiyarê vê jî desthilatdariye. Duh me biryarek girt. Berxwedana me gehişt serkeftinek siyasî. Me dengê xwe gehişt tevahiya cîhanê. Grûp Yorûm ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê bû deng û ev serkeftina xwe qezenc kir. Em hevdîtinên erênî dikin. Niha hevalên me li Walîtiyê ne. Ji bo konserê serlêdan dikin. Em hêvî dikin ku bersiva êrênî ji bo wan bê dayîn. Ji ber vê Îbrahîm Gokçek navber da çalakiya xwe. Emê li vê derê şopdarê pêvajoyê bikin. Ji ber vê em li vê derê navberê didin vê berxwedana xwe."
 
‘EM Ê ŞOPDARÊ DAXWAZANÊN WAN BIN'
 
Parêzera Grûp Yorûm Dîdem Baydar jî, dûre axivî û wiha bilêv kir: "Tu qezenc bê berxwedan nayin bi dest xistin. Di encama berxwedanê de, me serkeftin bi dest xist. Berxwedana Grûp Yorûm, li gel belav bû. Hevalên me, parlamenterên me li ber xwe dan û me li ber xwe da. Di encamê de em vê agajiya xweş didin we. Emê her tim şopdarê daxwazên wan bin."
 
KAYA YA HDP'Î: EM XWEDÎ VÊ BANGÊ DERDIKEVIN 
 
Parlamentera HDP'ê Huda Kaya jî, diyar kir ku divê azadiya ramanê neyê asteng kirin û wiha got: "Îbrahîm vîna xwe danî holê. Em xwedî vê helwest û bangê derdikevin. Daxwaza wan a lidarxistin konseran, di heman demê de daxwazên me ne jî. Em li vê derê soz didin. Heya ku konser bên lidarxistin emê berpirsiyariyê bigirin ser xwe û şopdarê vê yekê bin."
 
Parlamenterê TÎP'ê Bariş Atay, Parlamenterê CHP'ê Alî Şeker, Seroka THÎV'ê Şebnem Korûr Fincanci û hunermend Pinar Aydinlar jî, dan zanîn ku ji bo ku Grûp Yorûm konser bidin çi ji dest wan bê dê bikin û gotin: "Ev têkoşîn wê dewam bike. Çi dema ku konser hatin dayîn emê hemû bi hevre stranan bêjin. 
 
‘BU XELATA ROJA JI DAYÎBÛNÊ’
 
Piştre bav û dayika  Îbrahîm Gokçek axivîn. Bavê Gokçek Ahmet Gokçek, bal kişand ser  berxwedana kurê xwe û wiha got: "Berxwedana kurê min, bû yek ji sembolên me. Heya roja îro ev berxwedan dewam kir. Me tim piştgirî dayê. Em ji bo her kesê spasiyên xwe dikin." Dayik Tuzun Gokçek jî, anî ziman ku du roj şûnde roja jidayikbûna wê ye û wiha axivî: "Min baş dizanîbû ku wê kurê min serkeftinek mezin qezenc bike. Ev ji bo min bû xelata roja ji dayikbûnê. Heya dawiya emrê xwe ezê ji bîr  nekim."
 
RAKIRIN NEXWEŞXANÊ 
 
Gokçek piştî axaftinan bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Reyap Stenbolê. Girseya li ber Mala Berxwedanê ya ku Îbrahîm Gokçek lê dima kom bibû, bi berzkirina dirûşme û tilîliyan Gokçek oxir kirin. 
 

Sernavên din

06/05/2020
19:11 Li Tirkiyeyê 3 hezar û 584 kes bi Covîd-19 mirin
17:01 ÎHD: Binpêkirina mafê definkirinê ye
16:46 Banga lezgîn: Girtiyên di rîskê de berdin
16:22 HDP’ê banga eşkerekirina revandina Kûyûn li Waliyê Wanê kir
15:44 6 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
15:35 Sabrî Kaya yê girtî cara 15'emîn rakirin nexweşxaneyê
15:19 Rêxistinên ciwanan her sê şoreşgeran bi bîr anîn
15:18 TMMOB: Em gavan paşve navêjin
15:17 Rêveberên HDP û DBP'ê malbata Dînç ziyaret kirin
14:33 Odeyên Bijîjkan ên Herêmê: Em ê bicihanîna pêwîstiyên bijîjkiyê berdewam bikin
14:17 Baroya Amedê: Em ê bi 130 hezar hevpîşeyên xwe re li ber xwe bidin
14:10 Li goristanê bang kirin: Soza me ya ji bo Denîzan dê bidome
13:34 Rêveberê TÎHV’ê Ustercî: Divê qanûna înfazê ji nû ve bê sererastkirin
13:26 Endama Meclîsa Şaredariya Hezoyê hat berdan
13:25 Şandeya HDP'ê li Qersê ye: Tehemulê xebatên gelparêziyê nakin
13:25 HDP: Em ê her tim ruhê pêşeng ên Denîzan bibîr bînin
13:09 Wezaretê mifteyên konûtên teslîmî xelkê kiribûn paşde xwest
13:08 Girtiyê nexweşê giran Kaya: Êdî taqeta min nema
13:08 Xizmên windayan: Em li dijî bêedaletiyê bêdeng namînin
12:20 ‘Tarhan bila dîsa were girtin’
12:10 4 kesên Denîz Gezmiş bibîr anin hatin binçavkirin
12:01 Gotinên Denîzan îro jî derbasdar in
11:37 Ji Meclisa Jinê ya HDP’ê daxuyaniya Kûyûn
11:36 122 Rêxistinan gotin: Destê xwe nedin Qersê
11:21 Pekoz: Em ê Rojhilatek Navîn a cihêreng bibînin
10:49 Li Sûrê mafê mal û milk xesp kirin: Midûriyeta Derdorê ya Bajar peyman binpê kir
10:39 Serokê ATO’yê: Asayîbûna zû wê hejmara weqayan derxe milyonan
09:33 ‘Li Fethiyê cihê JES’an nîne’
09:16 Mezinkirina piştevaniyê di destê mirov de ye
09:10 Dosya rojnamegeran di bin kulliyeya Serokomar de tê meşandin
09:10 Dozger xwest cezayê muebetê li Alinak bê birîn
09:09 Qeyûman tenê ji bo kolanekê bi milyonan pere xerc kirine
09:09 Ji ber 'qedexeyê' nikarin pincar berhev bikin
09:09 Li Sasonê topkirina destê ewil ê çîlekan dest pê kir
09:08 Dr. Abbasoglû: Tenduristiya karkeran ji însafa patronan re hatiye hiştin
09:08 Hechecîkan dîsa berê xwe dan Bismilê
09:08 Dadgeha Bilind cezayê li Selma Irmakê hatibû birîn pesend kir
09:08 Li Girtîgeha Rihayê ne tevdîr ne jî muxatab hene
09:07 ‘Nirxên misilmantiyê hatine winda kirin’
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2020'AN
05/05/2020
21:36 Cenazeyê Devran Dînç piştî 2 rojan defin kirin
21:13 13 baroyan bang li Dadgeha Destûra Bingehîn kir: qanûna betal bikin
19:25 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 3 hezar û 520
17:52 Cenazeyê Devran Dînç 2 rojan li heviya otopsiyê tê rawestandin
17:07 Tora Têkoşîna li Dijî Bêcezakirinê: Sucdarên mafên mirovan bêceza hatin hiştin
16:46 Endama Meclîsa HDP’ê behsa kêliya revandina xwe kir
16:45 Êrîşa li dijî goristanan hat şermezarkirin: Destê xwe vekişînin!
16:20 Polîsan encumena Şaredariya Hezoyê bi lêdanê binçav kirin
16:14 Endama Meclîsa HDP'ê Kuyun hat revandin
15:42 TJA: Em bi Hevşaredar û gelê Qersê re ne
15:41 HDP’ê xwest butçeya 2020’an were guhertin
15:28 Gelo rast e ku li Mêrdînê testa 18 gardiyanan pozîtîf derketiye?
15:26 Oldaran bang li PDK'ê kirin: Hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişinin
15:06 Oluç: Îqtîdar dixwaze hişê mexdûriyetê ava bike
14:59 Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî meheke îşkence red kir
14:47 Hejmara 14’emîn a kovara Dilopê derket
14:31 DAIŞ'ê êrîşî artêşa Iraqê kir: 2 leşker hatin kuştin
14:20 ‘Ji kerema xwe dengê min bibihîzin’
14:10 Ma Muzîk îşev di twîtterê de hastaga #malihermalêye li dar dixe
13:55 Dede: Divê AYM nebe hevparê sûcê AKP-MHP’ê
13:51 Kevirên dîrokî yên Sûrê didizin
13:37 Ji bo Mala Artêşê ya ku JÎTEM’ê dihewand biryara hilweşandinê hat dayîn
13:35 Tîmtîk a di rojiya mirinê de ye 25 kîlo zeîf bû
13:07 Li Elmaliyê piştî bi salan kuncî hatin çandin
13:06 Di nîsanê de 220 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:28 Rapora 4 mehan a girtîgehan: Her ku çûye rêbazên tehdekar zêde bûne
12:20 HDP’ê bi sefîrên 18 welatan re hevdîtin pêk anî
11:44 ‘Ji gorên zarokên me çi dixwazin?’
11:44 Ziyareta Dolmabahçe bû ‘raz’ û gelê Kurd berdêla wê da
11:27 ‘Fermana xerakirina goran kê da?’
11:22 Îbrahîm Gokçek rojiya xwe ya mirinê bi dawî kir
10:33 ATO: Dema pirsgirêk hebe bazirganiya rûpoşan nayê qebûlkirin
10:28 ‘Heke em bi hev re li ber xwe bidin, em ê êrişan têk bibin’
10:28 Endamên berê yên Grûp Yorûmê ji bo Gokçek bang kirin
09:46 Pisporê Tenduristiya Ruh: Eşa hin kesan dibe serkeftina hin kesên din
09:21 Dersên kurdî yên onlîne rastî eleqeyê tên
09:20 Rêvebirên qulûban: Perê li ser navê me tê komkirin li ku ye?
09:19 Derdê welatiyan jî û derdê dermangeran jî maske ne
09:18 Li Mêrsînê piştevanî û alîkarî zêde dibe
09:18 Ji bo Stenbolê pêşniyara 'xebata pîlot'
09:11 Gunay: Hevdîtina bi telefonê fikaran ji holê ranake, divê heyete tebduristiyê biçe giravê
09:11 26 salan bi koçberî, zilm, zext, tundî û dorpêçê derbas kir
09:10 Melet: Pêwîste hevdîtina li gel Ocalan berdewam bike
09:09 PDK bi hinceta virûsê hat Zînî Wertê, lê 45 rojin qontrola vîrûsê nakin
09:08 ‘Xebata ku ji bo çawişê pispor hatî kirin bila ji bo Gulistanê jî were kirin’
09:00 Xwe bi tenûrê ji temasê rizgar dikin
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2020'AN
08:26 Li Mêrdînê gundek din kirin karantînayê
04/05/2020
20:52 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 461
19:22 Ahmet Şik ji HDP'ê veqetiya
17:52 Dadgehê ji bo 6 rojnamegerên girtî biryara skandal da
16:50 Dayika Karaman îsyan kir: Tenê 9 meh girtî ma û derket
16:27 Li Îzmirê vîrûsa Covît-19 gihişt 466 xizmetkarên tenduristiyê
16:10 Heyeta HDP’ê Gokçek ziyaret kir: Em Îbrahîm bidin jiyandin
16:09 Bi tena serê xwe çalakî li dar xist
15:46 Heta niha 150 kûsî ji Bendava Ilisûyê hatin rizgarkirin
15:09 Odeya Tabîban ji bo Prof. Dr. Dilmener merasimek li dar xist
14:54 Bultena Kovîd-19 a Şopandina Girtîgehan: Paşîva bê nan
14:46 'Em tu carî dest ji destkeftiyên xwe bernadin'
14:31 Birûskê şivan û 150 bizin kuşt