Bavê Dînç: Di pişt û qirika wî de şop hebûn

img

AMED - Bavê Devran Dînç ku li navçeya Sûrê mirî hatî dîtin Îsmet Dînç, diyar kir ku polisan wî qereqol bi qereqol gerandine û ev tişt got: “Haya qereqolan ji hev tuneye. Çar rojan cenazeyê kurê min di nava du nokteyên polîsan de bû. Di pişt û qiriqa wî de derp hebûn. Ev lawik bi îşkenceyê hatiye kuştin.”

Dewran Dînç ê 21 salî yê di 30’ê nîsanê de ji mala xwe derket, di 4’ê gulanê de li navçeya Sûrê ya Amedê 10 metre nêzî nokteya kontrolê ya polîsan mirî hat dîtin. Malbata Dînç, di 5’ê gulanê de cenazeyê kurê xwe girt û defin kir. Bavê Dînç Îsmet Dînç, têkildarî miranê kurê xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

 
LI ŞUNA BIGERIN PIRSA EMIR KIRINE
 
Dînç, diyar kir ku kurê wî beriya ku wina bibe ji baparî xwe re derman biriye û wiha got: “Piştî ku 2 saetan li mala bapîre xwe dimîne, derdikeve derve. Li derve bi jinxala xwe ya li Stenbolê re diaxive. Ji jinxala xwe re dibêje ez li Sûrê me. Heta saet 00.00’an ku qedexeyê dest pê kir lê geriyam lê telefona wî girtî bû. Pişt re lawê min ê mezin û birayê min çûn nava Sûrê lê geriyan. Saet di 04.00’an de hatin malê. Serê sibê saet di 08.00’an de çûn qereqolê pirsa wî kir. Ji me re gotin ‘ne li nexweşxaneyan, ne li girtîgehan, ne jî di destê me de ye.’ Pişt re em dîsa çûn Sûrê lê geriyan û lê me nedît. Piştî ku me nedît îlana windabûna wî da. Lê qereloê pirsa ‘çend salî ye?’ kirin û dema ku min got 21 salî ye. Gotin ‘piştî ku 21 salî be em nikarin tiştekê bikin.’ Dîsa em hatin malê.”
 
QEREQOL QEREQOL DIGERE
 
Dînç, destnîşan kir ku çûye Muduriyeta Ewlehiyê wan jî ew şandine Qereqola Rezanê û têkildarî gera xwe ya li qereqolan ev agahî da: “Ez çûm Qereqola Rêzanê gotin ‘tiştekî ku em ji we re bikin nîne. Lawik reşît e 21 salî ye. Dê were malê’. Roja din ez çûm Qereqola Sûrîçî ya Sûrê. Qereqolê got ‘ne girêdayî me ye herin Qereqola Rêzanê.’ Em çûn Qereqola Rêzanê gotin li 155’ê bigerin. Li li 155’ê geriyam û xwest ku li kurê min bigerin. 155’ê jî nimreya telefoneke din da me. Em li wê geriyan wê nimrê jî got ez ê we bi Qereqola Rezanê ve girêbidim. Dîsa girêdayî qereqolê kirin. Roja sêyan bû. Dîsa gotin tiştekî ku em bikin tune ye û ne bi me re ye. Li morga jî tune ye. Pişt re ez Qereqola Saraykapiyê ji wir jî hatim Qereqola Deriyê Mêrdînê. Wan jî gotin kesekî ku li van dera derbasbûyî tune ye. Çûm ba kê gotin here malê. Haya qereqolekê ji qereqolekê tunebû.”
 
AGAHÎ DIDIN PÎRA WÎ
 
Dînç, destnîşan kir ku gumana ku kurê wan di destê polisan de be kirine û wiha dirêjî da vegotina lêgerîna kurê xwe: “Roja duşemê em dîsa tev geriyan, polîsan telefonî xwesiya min kirin. Jê re gotin, ‘ Devran Dînç çî yê te ye? Vaye me ew qefaltiye li gel me ye’. Wexta ku cenazeyê wî dîtine li xwesiya min geriya ne lê negotine mirî ye. Xwesiya min li min geriya û ev agahî dan min. Di vê kêliya de mirovekî me telefonê min kir û got, ‘ xalo cenazeyekî dîtine polîs û dozger tev hatine ser û were’. Ez beziyam çûm wê derê. Pişt re dayika wî ew jî hatin. Min got nasnameya wî bi min re ye tiştek li ser derketiye? Telefona wî hebû. Gotin na tiştek li ser derneketiye.”
 
CIHE CENAZE
 
Di berdewamê de Dînç, bi lêv kir ku cenazeyê kurê wî ji wir birine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê û wiha doman: “Ji me re jî gotin herin nexweşxaneyê. Dayika wî got lazime cihê ku lawik lê hatiye kuştin bibînim. Cih hinek bilind bû. Di hundirê Sûrê de. Ez çûm cihê cenaze. Min dît ku telefona wî li cihekê ye batarya li cihekê û telefona wî jî li cihekê. Min telefonê komkir teslîmî qereqolê kir. Roja 30’ê nîsanê lawê min hatiye kuştin. Çar roj cenazeyê kurê min di nava du nokteyên polîsan de bû. Di pişt û qiriqa wî de derp hebûn. Ev lawik bi îşkenceyê hatiye kuştin. Gelek tedayî lê hatibû kirin. Lawik di cihê kilîtkirî de hatiye dîtin, kes nikare wê derê veke. Kê biriye wê derê? Bangawaziya me jî ew e ku faîlê lawê min derkeve holê. Ji bo ku dilê me rehet be.”

Sernavên din

09/05/2020
14:39 Li Amedê qedexe û li Sûrê jî hilweşandin heye
14:32 Endamên mafya li Kazakistanê gefa mirinê li karkerên Tirkiyeyê xwarin
13:16 Cenazeyê Yilmaz ê HPG nivê şevê defin kirin
12:56 Li dijî avahiyên li Avzêmên Halvorî bên avakirin bertek hene
12:32 Girtiyê ku xwîn çû ser mêjiyê wî rewşa wî di xetereyê de ye
12:04 Cenazeyê Gokçek spartin axê
11:24 Dayika Nivîskar Akdogan: Bila êdî dilê me nesoje
11:23 HDP’ê bertek nîşanî êrîşa li dijî cemxaneyê da
10:57 Zarakolû: Ew bi xwe darbekar in loma her kesî dikin darbekar
10:55 Li Amedê 3 jinan dest bi çêkirina rûpoşên bêpere kirin
10:50 Destûr nadin kes têkeve goristana ku Gokçek lê defin bikin
10:35 Li Qelqeliyê kuştina jinekê ya bi şik û guman
10:34 Îqtîsatvan Onder: Gel xizan dibe, ferqa xizan û dewlemendan zêde dibe
10:00 Dayika Aştiyê Varli: Êdî bes e
09:59 Serokê Baroya Wanê: Em deng dernexin sibê dê dereng bibe
09:57 Komeleya 78'an: Divê kiryar hesab bidin gel
09:07 Hevalên wî 10'emîn salvegera kuştinê de Şerzan Kurt bi bîr tînin
09:06 'Dest nedin gorên me'
09:05 Ne tê firotin ne jî tê kirîn
09:05 Parêzeran ji bo têkoşîneke hevpar bang kirin
09:04 Li Heskîfê jiyana kosiyên Firatê jî di xetereyê de ye
09:03 'Ma rojên me yên xweş hene ku em bi kêfî roja dayikan pîroz bikin'
09:02 Ozsoy: Di warê 'beşdariya demokratîk' de axaftin herî dawî li walî dikeve
09:02 Qeyûm, bûrsa ku ji bo xwendekaran hatibû dayîn bi faîz xwest
09:01 Li gor rêveberiya girtîgehê her tişt bi rêk û pêk e!
09:01 Girtî ava vexwarinê bi pereyan dikirin
09:00 ‘Yekîtiya Kurdan dê hemû gelê Rojhilata Navîn bi ser bixe'
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2020'AN
08/05/2020
19:53 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 689
17:36 Cenazeyê Gokçek li Tûzlayê radestî malbatê kirin
16:50 Siyasetmedara hat revandin li dozgeriyê gilî kir
16:37 Xizmên girtiyan: Di Roja Dayikan de em zarokên xwe dixwazin
16:29 Li Licê esker ji nişkeve pêşiya welatiyan digirin
16:03 HDP’ê nivîsên nijadparest bir rojeva Meclîsê
15:51 Roja danişîna rojnamegeran diyar bû
15:24 Derbarê Serokwekîlên Koma CHP'ê de lêpirsin hat vekirin
15:19 190 hezar girtî bi metirsiya koronayê re rûbirû ne
14:50 Li Bedlîsê bertek nîşanî revandina endama Meclîsa HDP'ê hat dayîn
14:42 Polîsan mudaxile kir û cenazeyê Gokçek revandin
14:32 Gunay: Bila ji butçeya Serokkomariyê destekê bidin kesên mexdûr
14:23 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê cardin serlêdan kirin
13:40 'Em ji bo dinyayek ku jin lê neyin qetilkirin têdikoşin’
13:16 393 jinan bang kirin: Em dixwazin qanûna înfazê bê guhertin
12:57 Polîsan bi guleyên plastîk û bombeyên gazê mudaxile kirin
12:41 Îdîaya li Arnavûtkoyê zaroka 13 salî rastî tacîzê hat
12:04 Polîsan mudaxileyî girseya merasîma cenazeyê Gokçek kirin
11:43 Şewba Kovîd-19 li Girtîgeha Sîlîvrî belav bû
11:09 Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê hişyariya pêla duyemîn kir
11:01 Li Cîhanê hejmara kesên bi vîrûsê ketin nêzî 4 mîlyonî bû
10:09 Polîs meşa ji bo Gokçek asteng dikin
09:54 Girtiyê nexweşîna şîzofren nayê berdan
09:14 Ji bo girtiyê nexweş Fîlîz serî li sê saziyên pêwendîdar hat xistin
09:14 Karkerên tirkiyeyî yên li Tanzanyayê bang li rayedaran kirin
09:13 Alaca: Armanca me em vî bajarî bikin bajerekî ku jin karibin bi rihetî bijîn
09:12 Dayikên Girtiyan: Bi azadbûna zarokên me hemû roj rojên dayika ne
09:11 ‘Heke daxwazên wan pêk neyên wê bikevin rojiya mirinê’
09:05 Işik: Pêdivî bi analîzên Ocalan heye
09:05 Dadgehê cezayê kiryarên 2 zarokan kêm kir
09:05 Dayikên tenduristvan: Ji ber xebatê em zarokên xwe nabînin
09:04 Dayika Irmakê: Beriya Roja Dayikan ceza li keça min birîn
09:04 Zarokên wan li nav erdan mezin bûne
09:03 Remezan hatiye lê dilmayî ne
09:03 Li Serhedê 7 hezar malbat bûn 'xwişk û bira'
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2020'AN
08:51 Li Tahranê erdhej pêk hat
07/05/2020
19:54 Li Tirkiyeyê 57 kesên din jî ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan
18:18 Tirkiye dîsa av ji ser Hesekê qut kir
17:15 Zabita Şivan ceza kir
16:33 Pirsgirêka xwe gihandina xizmetên tenduristiyê ya jinan zêde bûye
16:22 Îdîanameya rojnamegeran hat qebûlkirin
16:05 Rapora Komîsyona Jinan a 4 mehan: Mafê 204 jin û zarokan binpê bû
15:34 2 ciwanên HDP'î hatin berdan
15:15 SES: Tedbîr kêm in, kar û bar zêde ye
15:07 KESK: Niha jî dixwazin qeyûman tayînî rêxistinên pîşeyî bikin
14:38 Çima girtiyê bi nexweşiya pençeşêrê nayên tedawîkirin?
14:31 Komeleya Jinê ya Rosayê ŞOK market boykot kirin
14:26 Hat îdiakirin ku di kêliya welidandinê de tundî hatiye kirin
13:58 Îbrahîm Gokçek jiyana xwe ji dest da
13:20 HDK'ê banga 'bêalîtiyê' li AYM'ê kir
12:38 Ayşe Acar Başaran: Dixwazin nasnameya kurdan li ser goristanan tune bikin
12:23 Şere bi miriyan re nayê qezençkirin
12:00 Koç: AYM dikare nîşan bide ku Qanûna Bingehîn heye
11:39 Îpekyuz: Çavkaniyan li şûna şer ji bo civakê xerç bikin
11:29 Me gorên qurbaniyên Covîd-19’ê yên li Stenbolê yek bi yek jimart
11:27 Bavê Dînç: Di pişt û qirika wî de şop hebûn
10:48 KCD: Bi erêkirina cezayê Irmak li hemû gelê Kurd ceza hatiye birîn
09:57 Li Zînî Wertê li xwe mikûr hatin heye, paşde kişandin nîne
09:36 Gardiyan tif dikin û bijîşkê revîrê jî biçûk dixîne
09:21 Mala wan vikîvala ye, zarokê wan ê felcî li erdê ye
09:20 Karkerên ku bibin Tanzanyayê perişan in
09:19 Ji bo girtiyê nexweş Kaya serî li AYM'ê dan
09:19 Piştî mir û şûnde nû kirin hemwelatî
09:18 Herî zêde jin û zarok dikevin bin bandorê ambargoyê
09:18 Wextê kerenga dest pê kir
09:17 Acînîklî: Divê heyeteke serbixwe biçe Îmraliyê
09:16 Dayika girtî: Bila AYM vê bêedaletiyê sererast bike
09:15 Piştî qeyûm parka Ekîn Ceren kirin navenda nîjadperestiyê: Ya sev ya terk et!
09:15 23 girtî di heman odeyê de dimînin
09:14 Rojnamevan Turfent ê girtî: Îzolasyoneke dijwar dest pê kiriye
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2020'AN