Me gorên qurbaniyên Covîd-19’ê yên li Stenbolê yek bi yek jimart

img
STENBOL – Li Stenbolê yên ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane heta niha 3 hezar û 108 kes li goristanên Beykoz, Kayabaşi, Sîlîvrî û Kilyos hatine veşartin. Her çiqas destpêka mirina ewil a koronayê 16’ê adarê hatibe eşkerekirin jî lê balkêş e ku dîroka mirina li ser hin goran 1’ê adarê hatiye nivîsandin.
 
Felaketa vîrûsa koronayê (Covîd-19) a li serê dinyayê bûye bela kujeriya xwe didomîne. Li gorî daneyên hejmara miriyan û kesên bi koronayê ketine tên belvkirin gumanên cidî di van hejmaran de heye. Rêxistinên tenduristiyê diyar dikin ku hejmara miriyan û kesên pê ketine sê qat bi ser hejmara wezîr dide re ne. Rêxistinên tenduristiyê dibêjin ku hin kesên ji ber koronayê jiyana xwe ji dest didin ku ji nexweşînên din miribin tên nivîsandin.
 
Di serê bajarên hejmara miriyan lê tê veşartin Stenbol tê. Herî zêde şewb bandora xwe li Stenbolê nÎşan dide. Li gorî daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ya di 29’ê nîsanê de rêjeya giştî ya weqayên li Tirkiyê ji sedî 60 li Stenbolê ye.
 
HEJMARA MIRIYAN LI GORÎ PAR 3 HEZAR Û 600 KES ZÊDE NE
 
Li gorî qeydên Miduriyeta Goristanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê a di raya giştî de belav bûye, di mehên adar û nîsanê de li Stenbolê bi giştî 16 hezar û 345 kes mirin e. Ev hejmar sala par di adar û nîsanê de 12 hezar û 745 kes mirin e. Îsal di vê serdema em behsa wê dikin 3 hezar û 600 kes hin zêdetir mirine. Ji van kesên jiyana xwe ji dest dane nayê zanîn ka çend kes ji ber koronayê mirine.
 
Di nava du mehên dawî de kesên li Stenbolê jiyana xwe ji dest dane bi piraniya wan li goristanên li Başakşehîr (Kayabaşi), Sîlîvrî, Kilyos û Beykoz hatine veşartin.
 
HEZAR KES LI KILYOSÊ HATINE VEŞARTIN
 
Em wek ajans di 28-29-30’ê nîsanê de çûn van her çar goristanan. Me li van goristanan cihê ji bo miriyên şewbê hatine veqetandin goran yek bi yek jimart. Ewil em çûn goristana Kilyosê. Li cihê ku ji bo şewbê hatiye veqetandin balkêş e ku tije gor in. Li vir cihê kolandina goran nemaye. Me yek bi yek goran jimart, bi giştî hezar gor li vir hene. Tiştek din ku li ser goran bala me dikişîne jî dîroka mirina kesan e. Li ser kêlikên goran dîroka mirinê 1’ê adarê hatiye nivîsandin. Halbûkî li gorî daxuyaniyên fermî li Tirkiyê weqaya ewil di 11’ê adarê de derketiye û mirina ewil jî di 16’ê adarê de qewimiye. Her wiha li goristên din jî dîroka ku li ser goran hatiye nivîsandin ji serê adarê dest pê dike Aû heta dawiya nîsanê tên xuyakirin.
 
LI BEYKOZÊ HEJMAR 950 KES IN
 
Piştî Goristana Kilyosê me berê xwe Goristana Beykozê. Li vir zeviyek sax ji bo miriyên şewbê hatiye veqetandin û em hîn dibin ku miriyên koronayê ku li Aliyê Anadolûyê pêk hatine qismek mezin jê anîne li vê goristana Beykozê veşartine. Beşek ji vê goristanê hemû bi goran hatine tijekirin. Me gorên li vir jî yek bi yek jimart. Li gorî ku me gor jimartin 950 gor hene.
 
LI SÎLÎVRIYÊ CIHÊ VALA NEMAYE
 
Em jimartina û lêkolîna li Goristana Beykozê diqedînin û ji vir jî berê xwe didin Goristana Sîlîvrîyê. Li Sîlîvriyê rewş cuda ye. Li cihê ji bo miriyên koronayê hatiye veqetandin 500 kes hatine veşartin. Wezîfedarên li goristanê diyar dikin ku ji ber li cem wan cih nemaye kesên hêj nû dimirin ev demeke dibin li Goristana Kayabaşiya Başakşehîrê tên veşartin. Li ser vê agahiyê me ji Sîlîvrîyê jî berê xwe Goristana Kayabaşiyê ya li Başakşehîrê.
 
LI KAYABAŞIYÊ BI DARBESTAN VEŞARTINE
 
Li Goristana Kayabaşiyê qadek fireh ji bo miriyên koronayê hatiye veqetandin. Li vir gora 658 kesên ji ber koronayê mirine tên dîtin. Cudahiyek li vê goristanê heye. Ev cudahî jî ew e ku dîroka mirina kesan li ser goran nehatiye nivîsandin. Dema me vê yekê ji xebatkarên goristanê pirsî jî xebatkaran got di meha nîsanê de sê hefte li ser hev bi piraniya kesên ji ber koronayê mirine anîne li cem wan bi darbestan veşartine.
 
DÊ DI DEMEK NÊZ DE TIJE BIBE
 
Xebatkarên goristanê diyar kirin ku tenê kesên ji ber koronayê mirine anîne li vir veşartine û hin malbat jî xizmên wan ên ji ber koronayê mirine jî birine li goristanên xwe yên malbatî veşartine. Xebatkaran da zanîn ku dê di demek nêz de goristan tije bibe û ji bo cih çêkirinê jî bi xwediyên eraziyên derdorê re hevdîtin pêk anîne û hêj li hevkirine pêk nehatiye.
 
HEJMARA GIŞTÎ 3 HEZAR Û 108 KES IN
 
Li gorî jimartinên me yên li her çar goristanan bi giştî 3 hezar û 108 gor hene. Me hejmara miriyan ji xebatkarên goristanan pirsî. Ew dibêjin ku hejmara miriyan ji hejmarên hatine eşkerekirin zêdetir e. Di vê navberê de cenazeyek nû tînin goristanê. Me sedema mirinê ji xizmên cenaze pirsî û ew dibêjin ku ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye.
 
MA / Erdogan Alayûmat

Sernavên din

09/05/2020
14:39 Li Amedê qedexe û li Sûrê jî hilweşandin heye
14:32 Endamên mafya li Kazakistanê gefa mirinê li karkerên Tirkiyeyê xwarin
13:16 Cenazeyê Yilmaz ê HPG nivê şevê defin kirin
12:56 Li dijî avahiyên li Avzêmên Halvorî bên avakirin bertek hene
12:32 Girtiyê ku xwîn çû ser mêjiyê wî rewşa wî di xetereyê de ye
12:04 Cenazeyê Gokçek spartin axê
11:24 Dayika Nivîskar Akdogan: Bila êdî dilê me nesoje
11:23 HDP’ê bertek nîşanî êrîşa li dijî cemxaneyê da
10:57 Zarakolû: Ew bi xwe darbekar in loma her kesî dikin darbekar
10:55 Li Amedê 3 jinan dest bi çêkirina rûpoşên bêpere kirin
10:50 Destûr nadin kes têkeve goristana ku Gokçek lê defin bikin
10:35 Li Qelqeliyê kuştina jinekê ya bi şik û guman
10:34 Îqtîsatvan Onder: Gel xizan dibe, ferqa xizan û dewlemendan zêde dibe
10:00 Dayika Aştiyê Varli: Êdî bes e
09:59 Serokê Baroya Wanê: Em deng dernexin sibê dê dereng bibe
09:57 Komeleya 78'an: Divê kiryar hesab bidin gel
09:07 Hevalên wî 10'emîn salvegera kuştinê de Şerzan Kurt bi bîr tînin
09:06 'Dest nedin gorên me'
09:05 Ne tê firotin ne jî tê kirîn
09:05 Parêzeran ji bo têkoşîneke hevpar bang kirin
09:04 Li Heskîfê jiyana kosiyên Firatê jî di xetereyê de ye
09:03 'Ma rojên me yên xweş hene ku em bi kêfî roja dayikan pîroz bikin'
09:02 Ozsoy: Di warê 'beşdariya demokratîk' de axaftin herî dawî li walî dikeve
09:02 Qeyûm, bûrsa ku ji bo xwendekaran hatibû dayîn bi faîz xwest
09:01 Li gor rêveberiya girtîgehê her tişt bi rêk û pêk e!
09:01 Girtî ava vexwarinê bi pereyan dikirin
09:00 ‘Yekîtiya Kurdan dê hemû gelê Rojhilata Navîn bi ser bixe'
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2020'AN
08/05/2020
19:53 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 689
17:36 Cenazeyê Gokçek li Tûzlayê radestî malbatê kirin
16:50 Siyasetmedara hat revandin li dozgeriyê gilî kir
16:37 Xizmên girtiyan: Di Roja Dayikan de em zarokên xwe dixwazin
16:29 Li Licê esker ji nişkeve pêşiya welatiyan digirin
16:03 HDP’ê nivîsên nijadparest bir rojeva Meclîsê
15:51 Roja danişîna rojnamegeran diyar bû
15:24 Derbarê Serokwekîlên Koma CHP'ê de lêpirsin hat vekirin
15:19 190 hezar girtî bi metirsiya koronayê re rûbirû ne
14:50 Li Bedlîsê bertek nîşanî revandina endama Meclîsa HDP'ê hat dayîn
14:42 Polîsan mudaxile kir û cenazeyê Gokçek revandin
14:32 Gunay: Bila ji butçeya Serokkomariyê destekê bidin kesên mexdûr
14:23 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê cardin serlêdan kirin
13:40 'Em ji bo dinyayek ku jin lê neyin qetilkirin têdikoşin’
13:16 393 jinan bang kirin: Em dixwazin qanûna înfazê bê guhertin
12:57 Polîsan bi guleyên plastîk û bombeyên gazê mudaxile kirin
12:41 Îdîaya li Arnavûtkoyê zaroka 13 salî rastî tacîzê hat
12:04 Polîsan mudaxileyî girseya merasîma cenazeyê Gokçek kirin
11:43 Şewba Kovîd-19 li Girtîgeha Sîlîvrî belav bû
11:09 Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê hişyariya pêla duyemîn kir
11:01 Li Cîhanê hejmara kesên bi vîrûsê ketin nêzî 4 mîlyonî bû
10:09 Polîs meşa ji bo Gokçek asteng dikin
09:54 Girtiyê nexweşîna şîzofren nayê berdan
09:14 Ji bo girtiyê nexweş Fîlîz serî li sê saziyên pêwendîdar hat xistin
09:14 Karkerên tirkiyeyî yên li Tanzanyayê bang li rayedaran kirin
09:13 Alaca: Armanca me em vî bajarî bikin bajerekî ku jin karibin bi rihetî bijîn
09:12 Dayikên Girtiyan: Bi azadbûna zarokên me hemû roj rojên dayika ne
09:11 ‘Heke daxwazên wan pêk neyên wê bikevin rojiya mirinê’
09:05 Işik: Pêdivî bi analîzên Ocalan heye
09:05 Dadgehê cezayê kiryarên 2 zarokan kêm kir
09:05 Dayikên tenduristvan: Ji ber xebatê em zarokên xwe nabînin
09:04 Dayika Irmakê: Beriya Roja Dayikan ceza li keça min birîn
09:04 Zarokên wan li nav erdan mezin bûne
09:03 Remezan hatiye lê dilmayî ne
09:03 Li Serhedê 7 hezar malbat bûn 'xwişk û bira'
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2020'AN
08:51 Li Tahranê erdhej pêk hat
07/05/2020
19:54 Li Tirkiyeyê 57 kesên din jî ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan
18:18 Tirkiye dîsa av ji ser Hesekê qut kir
17:15 Zabita Şivan ceza kir
16:33 Pirsgirêka xwe gihandina xizmetên tenduristiyê ya jinan zêde bûye
16:22 Îdîanameya rojnamegeran hat qebûlkirin
16:05 Rapora Komîsyona Jinan a 4 mehan: Mafê 204 jin û zarokan binpê bû
15:34 2 ciwanên HDP'î hatin berdan
15:15 SES: Tedbîr kêm in, kar û bar zêde ye
15:07 KESK: Niha jî dixwazin qeyûman tayînî rêxistinên pîşeyî bikin
14:38 Çima girtiyê bi nexweşiya pençeşêrê nayên tedawîkirin?
14:31 Komeleya Jinê ya Rosayê ŞOK market boykot kirin
14:26 Hat îdiakirin ku di kêliya welidandinê de tundî hatiye kirin
13:58 Îbrahîm Gokçek jiyana xwe ji dest da
13:20 HDK'ê banga 'bêalîtiyê' li AYM'ê kir
12:38 Ayşe Acar Başaran: Dixwazin nasnameya kurdan li ser goristanan tune bikin
12:23 Şere bi miriyan re nayê qezençkirin
12:00 Koç: AYM dikare nîşan bide ku Qanûna Bingehîn heye
11:39 Îpekyuz: Çavkaniyan li şûna şer ji bo civakê xerç bikin
11:29 Me gorên qurbaniyên Covîd-19’ê yên li Stenbolê yek bi yek jimart
11:27 Bavê Dînç: Di pişt û qirika wî de şop hebûn
10:48 KCD: Bi erêkirina cezayê Irmak li hemû gelê Kurd ceza hatiye birîn
09:57 Li Zînî Wertê li xwe mikûr hatin heye, paşde kişandin nîne
09:36 Gardiyan tif dikin û bijîşkê revîrê jî biçûk dixîne
09:21 Mala wan vikîvala ye, zarokê wan ê felcî li erdê ye
09:20 Karkerên ku bibin Tanzanyayê perişan in
09:19 Ji bo girtiyê nexweş Kaya serî li AYM'ê dan
09:19 Piştî mir û şûnde nû kirin hemwelatî
09:18 Herî zêde jin û zarok dikevin bin bandorê ambargoyê
09:18 Wextê kerenga dest pê kir
09:17 Acînîklî: Divê heyeteke serbixwe biçe Îmraliyê
09:16 Dayika girtî: Bila AYM vê bêedaletiyê sererast bike
09:15 Piştî qeyûm parka Ekîn Ceren kirin navenda nîjadperestiyê: Ya sev ya terk et!
09:15 23 girtî di heman odeyê de dimînin
09:14 Rojnamevan Turfent ê girtî: Îzolasyoneke dijwar dest pê kiriye
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2020'AN