Girtî ava vexwarinê bi pereyan dikirin

img
WAN – Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Umît Dede, anî ziman ku ji ber girtiyên siyasî li dervê Zagona Înfazê hatin hiştin, bi rîskek mezin a vîrûsê re rû bi rû hatin hiştin û wiha got: “Dewletê pir aşkere bû sedem ku vîrûs têkeve girtîgehan û girtî bi şewba vîrûsê bikevin.  Li Girtigeha Patnosê girtî ava vexwarinê bi pereyan dikirn.Sabûna destan û deterjanê kêm didin wan." 
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Berpirsiyarê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Prz. Umît Dede, têkildarî rewşa Girtîgeha Tîpa L Patnosê û bi hezaran girtiyên siyasî yên bi talûkeya vîrûsa (Covid-19) re rû bi rû ne, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir. 
 
Dede, anî ziman parêzer û rêxistinên hiqûqê ji ber şewba vîrûsê nikarin biçin girtîgehan lêkolîn bikin û yên diçin jî rastî gelek zor û zahmetiyan tên. Dede, anî ziman ku di vê pêvajoyê de bi rêya malbatan der barê rewşa girtî û girtîgehan de dibin xwedî agahî û wiha got: "Di vê pêvajoya şewbê de gilî zêde bûn. Rêveberên girtîgehan naxwazin ku rastiya girtîgehan bê aşkerekirin. Jiyan li girtîgehan piştî şewba vîrûsa corona pir zor û zahmet bûye. Piştî serlêdanên zêde û giliyan, em çûn Girtîgeha Patnosê. Rêveberiya girtîgehê ewil destûr neda ku ez û Parlamenter û parêzer Berdan Ozturk têkevin girtîgehê. Ziyareta parlamenter ya girtîgehê asteng kirin. Piştî muzakereya me ya 3 saetan, herî dawî xwestin wekî parêzer em girtiyan ziyaret bikin. Ev nîşan dide ku girtîgeh naxwaze derve der barê girtîgehan de bibe xwedî agahî. Rêveberiya girtîgehê naxwaze agahiyên girtîgehê li derve belav bibe. " 
 
GIRTÎ AVA VEXWXARINÊ BI PEREYAN DIGIRIN
 
Dede anî ziman ku Girtîgeha Tîpa L a Patnosê ji roja hatiye vekirin heta niha bi pirsgirêk e û wiha lê zêde kir: "Piştî vîrus pêş ket, bi tedbîrên rewşa girtiyan bêtir giran kirin. Girtî êdî ava vexwarinê bi pereyan dikirin. Girtî nikarin paqijiiya qawîşan û şexsî bikin. Têra girtiyan deterjan, sabûna destan, ava cilşuştinê têr nadin wan. Eşyayên kantinê pir buha difiroşin girtiyan. Di pêvajoya vîrusê de girtî bi tecrîdek giran re rû bi rû ne. Rojnameyan nadin girtiyan. Nameyan nadin girtiyan. Nameyên ji derve diçin nadin girtiyan. Pirtukên nû naxin girtîgehe." 
 
Dede, anî ziman ku Wezareta Dadê diyar kiriye ku li girtîgehan 120 girtî ji ber şewba vîrûsa corona tên dermankirin û wiha bi dawî kir: "Ev rastiyê nîşan nadin. Hem rewşa giştî û hem jî rewşa girtîgehan a têkildarî şewbê rast aşkere nakin. Dane ji aliyê dewletê ve tên veşartin. Dewlet rastiyên giştî vedişêrin. Li Girtîgehan jî heman tişt heye. Wekilê me Omer Faruk Gergerlîoglu diyar kiribû ku li Sîncanê vîrûs gihiştiye girtiyekî. Lê rayedaran ev derewand. Lê piştre me dît ev kesê ku piştre hat berdan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Piştre li Girtîgeha Bafra girtî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da. Hêjmara 120 kesan a Wezareta Dadê aşkere kir rastiyê nîşan nade. Ku em vê yekê wekî rast qebûl bikin jî hêjmarek pir zêde ye. Sedema ku vîrûs gihiştiye girtîgehê rayedar û personel in. Pir aşkere û zelal dewletê vîrûs xist girtîgehan. Ji ber vê yekê girtî bi rîskek gelek mezin re rû bi rû ne. Girtiyên temenê wan 65 û nexweş ji ber tirsa qerantîna ya 14 rojan nikarin biçin nexweşxaneyan. Divê bi lez hemû girtî serbest bên berdan." 
 

Sernavên din

09/05/2020
14:39 Li Amedê qedexe û li Sûrê jî hilweşandin heye
14:32 Endamên mafya li Kazakistanê gefa mirinê li karkerên Tirkiyeyê xwarin
13:16 Cenazeyê Yilmaz ê HPG nivê şevê defin kirin
12:56 Li dijî avahiyên li Avzêmên Halvorî bên avakirin bertek hene
12:32 Girtiyê ku xwîn çû ser mêjiyê wî rewşa wî di xetereyê de ye
12:04 Cenazeyê Gokçek spartin axê
11:24 Dayika Nivîskar Akdogan: Bila êdî dilê me nesoje
11:23 HDP’ê bertek nîşanî êrîşa li dijî cemxaneyê da
10:57 Zarakolû: Ew bi xwe darbekar in loma her kesî dikin darbekar
10:55 Li Amedê 3 jinan dest bi çêkirina rûpoşên bêpere kirin
10:50 Destûr nadin kes têkeve goristana ku Gokçek lê defin bikin
10:35 Li Qelqeliyê kuştina jinekê ya bi şik û guman
10:34 Îqtîsatvan Onder: Gel xizan dibe, ferqa xizan û dewlemendan zêde dibe
10:00 Dayika Aştiyê Varli: Êdî bes e
09:59 Serokê Baroya Wanê: Em deng dernexin sibê dê dereng bibe
09:57 Komeleya 78'an: Divê kiryar hesab bidin gel
09:07 Hevalên wî 10'emîn salvegera kuştinê de Şerzan Kurt bi bîr tînin
09:06 'Dest nedin gorên me'
09:05 Ne tê firotin ne jî tê kirîn
09:05 Parêzeran ji bo têkoşîneke hevpar bang kirin
09:04 Li Heskîfê jiyana kosiyên Firatê jî di xetereyê de ye
09:03 'Ma rojên me yên xweş hene ku em bi kêfî roja dayikan pîroz bikin'
09:02 Ozsoy: Di warê 'beşdariya demokratîk' de axaftin herî dawî li walî dikeve
09:02 Qeyûm, bûrsa ku ji bo xwendekaran hatibû dayîn bi faîz xwest
09:01 Li gor rêveberiya girtîgehê her tişt bi rêk û pêk e!
09:01 Girtî ava vexwarinê bi pereyan dikirin
09:00 ‘Yekîtiya Kurdan dê hemû gelê Rojhilata Navîn bi ser bixe'
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2020'AN
08/05/2020
19:53 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 689
17:36 Cenazeyê Gokçek li Tûzlayê radestî malbatê kirin
16:50 Siyasetmedara hat revandin li dozgeriyê gilî kir
16:37 Xizmên girtiyan: Di Roja Dayikan de em zarokên xwe dixwazin
16:29 Li Licê esker ji nişkeve pêşiya welatiyan digirin
16:03 HDP’ê nivîsên nijadparest bir rojeva Meclîsê
15:51 Roja danişîna rojnamegeran diyar bû
15:24 Derbarê Serokwekîlên Koma CHP'ê de lêpirsin hat vekirin
15:19 190 hezar girtî bi metirsiya koronayê re rûbirû ne
14:50 Li Bedlîsê bertek nîşanî revandina endama Meclîsa HDP'ê hat dayîn
14:42 Polîsan mudaxile kir û cenazeyê Gokçek revandin
14:32 Gunay: Bila ji butçeya Serokkomariyê destekê bidin kesên mexdûr
14:23 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê cardin serlêdan kirin
13:40 'Em ji bo dinyayek ku jin lê neyin qetilkirin têdikoşin’
13:16 393 jinan bang kirin: Em dixwazin qanûna înfazê bê guhertin
12:57 Polîsan bi guleyên plastîk û bombeyên gazê mudaxile kirin
12:41 Îdîaya li Arnavûtkoyê zaroka 13 salî rastî tacîzê hat
12:04 Polîsan mudaxileyî girseya merasîma cenazeyê Gokçek kirin
11:43 Şewba Kovîd-19 li Girtîgeha Sîlîvrî belav bû
11:09 Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê hişyariya pêla duyemîn kir
11:01 Li Cîhanê hejmara kesên bi vîrûsê ketin nêzî 4 mîlyonî bû
10:09 Polîs meşa ji bo Gokçek asteng dikin
09:54 Girtiyê nexweşîna şîzofren nayê berdan
09:14 Ji bo girtiyê nexweş Fîlîz serî li sê saziyên pêwendîdar hat xistin
09:14 Karkerên tirkiyeyî yên li Tanzanyayê bang li rayedaran kirin
09:13 Alaca: Armanca me em vî bajarî bikin bajerekî ku jin karibin bi rihetî bijîn
09:12 Dayikên Girtiyan: Bi azadbûna zarokên me hemû roj rojên dayika ne
09:11 ‘Heke daxwazên wan pêk neyên wê bikevin rojiya mirinê’
09:05 Işik: Pêdivî bi analîzên Ocalan heye
09:05 Dadgehê cezayê kiryarên 2 zarokan kêm kir
09:05 Dayikên tenduristvan: Ji ber xebatê em zarokên xwe nabînin
09:04 Dayika Irmakê: Beriya Roja Dayikan ceza li keça min birîn
09:04 Zarokên wan li nav erdan mezin bûne
09:03 Remezan hatiye lê dilmayî ne
09:03 Li Serhedê 7 hezar malbat bûn 'xwişk û bira'
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2020'AN
08:51 Li Tahranê erdhej pêk hat
07/05/2020
19:54 Li Tirkiyeyê 57 kesên din jî ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan
18:18 Tirkiye dîsa av ji ser Hesekê qut kir
17:15 Zabita Şivan ceza kir
16:33 Pirsgirêka xwe gihandina xizmetên tenduristiyê ya jinan zêde bûye
16:22 Îdîanameya rojnamegeran hat qebûlkirin
16:05 Rapora Komîsyona Jinan a 4 mehan: Mafê 204 jin û zarokan binpê bû
15:34 2 ciwanên HDP'î hatin berdan
15:15 SES: Tedbîr kêm in, kar û bar zêde ye
15:07 KESK: Niha jî dixwazin qeyûman tayînî rêxistinên pîşeyî bikin
14:38 Çima girtiyê bi nexweşiya pençeşêrê nayên tedawîkirin?
14:31 Komeleya Jinê ya Rosayê ŞOK market boykot kirin
14:26 Hat îdiakirin ku di kêliya welidandinê de tundî hatiye kirin
13:58 Îbrahîm Gokçek jiyana xwe ji dest da
13:20 HDK'ê banga 'bêalîtiyê' li AYM'ê kir
12:38 Ayşe Acar Başaran: Dixwazin nasnameya kurdan li ser goristanan tune bikin
12:23 Şere bi miriyan re nayê qezençkirin
12:00 Koç: AYM dikare nîşan bide ku Qanûna Bingehîn heye
11:39 Îpekyuz: Çavkaniyan li şûna şer ji bo civakê xerç bikin
11:29 Me gorên qurbaniyên Covîd-19’ê yên li Stenbolê yek bi yek jimart
11:27 Bavê Dînç: Di pişt û qirika wî de şop hebûn
10:48 KCD: Bi erêkirina cezayê Irmak li hemû gelê Kurd ceza hatiye birîn
09:57 Li Zînî Wertê li xwe mikûr hatin heye, paşde kişandin nîne
09:36 Gardiyan tif dikin û bijîşkê revîrê jî biçûk dixîne
09:21 Mala wan vikîvala ye, zarokê wan ê felcî li erdê ye
09:20 Karkerên ku bibin Tanzanyayê perişan in
09:19 Ji bo girtiyê nexweş Kaya serî li AYM'ê dan
09:19 Piştî mir û şûnde nû kirin hemwelatî
09:18 Herî zêde jin û zarok dikevin bin bandorê ambargoyê
09:18 Wextê kerenga dest pê kir
09:17 Acînîklî: Divê heyeteke serbixwe biçe Îmraliyê
09:16 Dayika girtî: Bila AYM vê bêedaletiyê sererast bike
09:15 Piştî qeyûm parka Ekîn Ceren kirin navenda nîjadperestiyê: Ya sev ya terk et!
09:15 23 girtî di heman odeyê de dimînin
09:14 Rojnamevan Turfent ê girtî: Îzolasyoneke dijwar dest pê kiriye
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2020'AN