Li gor rêveberiya girtîgehê her tişt bi rêk û pêk e!

img
ŞIRNEX - Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Parêzer Buşra Demîr, anî ziman ku hevdîtin bi rêveberiya Girtîgeha Şirnexê re çêkirine û got, rêveberiyê ji wan re gotiye li girtîgehê kes bi şewba Covîd-19'yê neketiye, lê belê ji ber ku nikaribûne hevdîtinê bi girtiyan re çêbikin tevdîr li cihê cih raçav nekirine. 
 
Çend roj berê heyeteke ku ji Partiya Demokratîk a Gelan, Odeya Bijîşkan a Şirnexê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) pêk dihat ji ber şewba coronayê (Covîd-19) çûbûn Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê û hevdîtin bi rêveberiya girtîgehê re çêkiribûn. endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD Parêzer Buşra Demîr, hûrguliyên hevdîtinê bi raya giştî re parve kir. 
 
REWŞA GIRTÎGEHÊ 
 
Demîr, anî ziman ku tevdîrên li dijî şewbê di berpirsiyariya dewletê de ye û got, li girtîgehan divê amûrên paqijiyê bêheq bidin girtiyan. Demîr, iyar kir ku rêveberiya girtîgehê gotiye her roj banyo û serşo tên dezenfektekirin û got: "Gotin, ji roja ku şewb li Tirkiyeyê belav bûye ew bi awayekî rêk û pêk paqijiyê dikin, dezenfekteyê dikin û tevdîran digirin. Gotin, bi awayekî rêk û pêk test hatine kirin û heya niha kes bi şewbê neketiye." 
 
Demîr, destnîşan kir ku lê belê ji ber qedexeya hevdîtinê hê jî didome nikaribûne hevdîtinê bi girtiyan re çêbikin û li cihê cih tevdîran raçav bikin. 
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ 
 
Demîr, bibîr xist ku li girtîgehan di ser hezarî re girtiyên nexweş hene û got, ji van girtiyan 18 jê di Girtîgeha Şirnexê de ne. Demîr, bilêv kir ku di hevdîtinê li ser rewşa girtiyên nexweş jî sekinîne û got: "Di 3'yê Gulanê de malbata Nesîmî Kalkanê ku 27 sal in girtiye û Hepatît B pê re heye û bi nexweşîna çolyakê ketiye serî li komeleya me da. Ên bi nexweşîna çilyakê ketine heya sax bin divê diyeta bêglûten bikin. Lê belê xwarina diyetî nadin Kalkan û di çend salên dawî de ulser tê de hatiye teşxîskirin. Çend roj şûnde em ê ji malbatê hîn bibin ku ka pirgirêk hatiey çareserkirin an na. Her wiha em li ser rewşa girtiyên nexweş Şadiye Yanik, Saadet Îdîn û Yahya Altûn jî sekinîn." 
 
‘MESELEYA AVÊ QEBÛL KIR' 
 
Demîr, anî ziman ku di hevdîtinê de bal kişandine ser bihabûna berên ku li kantîna girtîgehê tên firotin jî û got: "Rêveberiyê got, fiyetên berên li kantînê de di înîsyatîfa wan de ye, li girtîgehan hemûyan fiyeteke standard heye. Rêveberiyê meseleya ava germ qebûl kir. Lê belê got, di warê ava germ de kêfî tev nagerin, ji ber cihê ku girtîgeh lê ye û şert û mercên Şirnexê ev mesele çêbûye û ji bo ev mesele bê helkirin tev digerin." 
 
PÊŞNIYARÊN JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ 
 
Herî dawî Demîr anî ziman ku divê girtiyên nexweş bên berdan û ev pêşniyar kirin: 
 
"* Girtiyên nexweşîna wan giran demildest divê bên berdan û divê li cem malbatên xwe bên tedawîkirin û sîgorte ji hêla dewletê ve bê dayîn. 
 
* Ji bo taloqkirina înfazê divê Saziya Tiba Edlî ne merciya dawî û tekane be. 
 
* Di di biryarên taloqkirina înfazê de divê erka texdîrkirinê ya dozgerên komarê bê betalkirin, raporên nexweşxaneyan esas bên girtin û înfaz bên taloqkirin. 
 
* Divê pîvana "ji bo civakê talûke ne" ku li ber taloqkirina înfaza girtiyên nexweş asteng e, ji qanûnê bê derxistin. 
 
* Tirkiye, divê biryara DMME'yê ya der barê Hayatî Kaytan de esas bigire. 
 
* Tirkiye, divê biryara DMME'yê ya der barê Gulay Çetînê de esas bigire û divê ji bîr neke neberdana girtiyên nexweş binpêkirina xala 3'yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. 
 
* Erka efûkirina girtiyên nexweş a di destê serokomar de divê bê guherandin. 
 
* Serokomar, di bikaranîna erka xwe ya ji bo girtiyên nexweşîna wan giran de cihêkariyê neke."

Sernavên din

09/05/2020
14:39 Li Amedê qedexe û li Sûrê jî hilweşandin heye
14:32 Endamên mafya li Kazakistanê gefa mirinê li karkerên Tirkiyeyê xwarin
13:16 Cenazeyê Yilmaz ê HPG nivê şevê defin kirin
12:56 Li dijî avahiyên li Avzêmên Halvorî bên avakirin bertek hene
12:32 Girtiyê ku xwîn çû ser mêjiyê wî rewşa wî di xetereyê de ye
12:04 Cenazeyê Gokçek spartin axê
11:24 Dayika Nivîskar Akdogan: Bila êdî dilê me nesoje
11:23 HDP’ê bertek nîşanî êrîşa li dijî cemxaneyê da
10:57 Zarakolû: Ew bi xwe darbekar in loma her kesî dikin darbekar
10:55 Li Amedê 3 jinan dest bi çêkirina rûpoşên bêpere kirin
10:50 Destûr nadin kes têkeve goristana ku Gokçek lê defin bikin
10:35 Li Qelqeliyê kuştina jinekê ya bi şik û guman
10:34 Îqtîsatvan Onder: Gel xizan dibe, ferqa xizan û dewlemendan zêde dibe
10:00 Dayika Aştiyê Varli: Êdî bes e
09:59 Serokê Baroya Wanê: Em deng dernexin sibê dê dereng bibe
09:57 Komeleya 78'an: Divê kiryar hesab bidin gel
09:07 Hevalên wî 10'emîn salvegera kuştinê de Şerzan Kurt bi bîr tînin
09:06 'Dest nedin gorên me'
09:05 Ne tê firotin ne jî tê kirîn
09:05 Parêzeran ji bo têkoşîneke hevpar bang kirin
09:04 Li Heskîfê jiyana kosiyên Firatê jî di xetereyê de ye
09:03 'Ma rojên me yên xweş hene ku em bi kêfî roja dayikan pîroz bikin'
09:02 Ozsoy: Di warê 'beşdariya demokratîk' de axaftin herî dawî li walî dikeve
09:02 Qeyûm, bûrsa ku ji bo xwendekaran hatibû dayîn bi faîz xwest
09:01 Li gor rêveberiya girtîgehê her tişt bi rêk û pêk e!
09:01 Girtî ava vexwarinê bi pereyan dikirin
09:00 ‘Yekîtiya Kurdan dê hemû gelê Rojhilata Navîn bi ser bixe'
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2020'AN
08/05/2020
19:53 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 689
17:36 Cenazeyê Gokçek li Tûzlayê radestî malbatê kirin
16:50 Siyasetmedara hat revandin li dozgeriyê gilî kir
16:37 Xizmên girtiyan: Di Roja Dayikan de em zarokên xwe dixwazin
16:29 Li Licê esker ji nişkeve pêşiya welatiyan digirin
16:03 HDP’ê nivîsên nijadparest bir rojeva Meclîsê
15:51 Roja danişîna rojnamegeran diyar bû
15:24 Derbarê Serokwekîlên Koma CHP'ê de lêpirsin hat vekirin
15:19 190 hezar girtî bi metirsiya koronayê re rûbirû ne
14:50 Li Bedlîsê bertek nîşanî revandina endama Meclîsa HDP'ê hat dayîn
14:42 Polîsan mudaxile kir û cenazeyê Gokçek revandin
14:32 Gunay: Bila ji butçeya Serokkomariyê destekê bidin kesên mexdûr
14:23 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê cardin serlêdan kirin
13:40 'Em ji bo dinyayek ku jin lê neyin qetilkirin têdikoşin’
13:16 393 jinan bang kirin: Em dixwazin qanûna înfazê bê guhertin
12:57 Polîsan bi guleyên plastîk û bombeyên gazê mudaxile kirin
12:41 Îdîaya li Arnavûtkoyê zaroka 13 salî rastî tacîzê hat
12:04 Polîsan mudaxileyî girseya merasîma cenazeyê Gokçek kirin
11:43 Şewba Kovîd-19 li Girtîgeha Sîlîvrî belav bû
11:09 Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê hişyariya pêla duyemîn kir
11:01 Li Cîhanê hejmara kesên bi vîrûsê ketin nêzî 4 mîlyonî bû
10:09 Polîs meşa ji bo Gokçek asteng dikin
09:54 Girtiyê nexweşîna şîzofren nayê berdan
09:14 Ji bo girtiyê nexweş Fîlîz serî li sê saziyên pêwendîdar hat xistin
09:14 Karkerên tirkiyeyî yên li Tanzanyayê bang li rayedaran kirin
09:13 Alaca: Armanca me em vî bajarî bikin bajerekî ku jin karibin bi rihetî bijîn
09:12 Dayikên Girtiyan: Bi azadbûna zarokên me hemû roj rojên dayika ne
09:11 ‘Heke daxwazên wan pêk neyên wê bikevin rojiya mirinê’
09:05 Işik: Pêdivî bi analîzên Ocalan heye
09:05 Dadgehê cezayê kiryarên 2 zarokan kêm kir
09:05 Dayikên tenduristvan: Ji ber xebatê em zarokên xwe nabînin
09:04 Dayika Irmakê: Beriya Roja Dayikan ceza li keça min birîn
09:04 Zarokên wan li nav erdan mezin bûne
09:03 Remezan hatiye lê dilmayî ne
09:03 Li Serhedê 7 hezar malbat bûn 'xwişk û bira'
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2020'AN
08:51 Li Tahranê erdhej pêk hat
07/05/2020
19:54 Li Tirkiyeyê 57 kesên din jî ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan
18:18 Tirkiye dîsa av ji ser Hesekê qut kir
17:15 Zabita Şivan ceza kir
16:33 Pirsgirêka xwe gihandina xizmetên tenduristiyê ya jinan zêde bûye
16:22 Îdîanameya rojnamegeran hat qebûlkirin
16:05 Rapora Komîsyona Jinan a 4 mehan: Mafê 204 jin û zarokan binpê bû
15:34 2 ciwanên HDP'î hatin berdan
15:15 SES: Tedbîr kêm in, kar û bar zêde ye
15:07 KESK: Niha jî dixwazin qeyûman tayînî rêxistinên pîşeyî bikin
14:38 Çima girtiyê bi nexweşiya pençeşêrê nayên tedawîkirin?
14:31 Komeleya Jinê ya Rosayê ŞOK market boykot kirin
14:26 Hat îdiakirin ku di kêliya welidandinê de tundî hatiye kirin
13:58 Îbrahîm Gokçek jiyana xwe ji dest da
13:20 HDK'ê banga 'bêalîtiyê' li AYM'ê kir
12:38 Ayşe Acar Başaran: Dixwazin nasnameya kurdan li ser goristanan tune bikin
12:23 Şere bi miriyan re nayê qezençkirin
12:00 Koç: AYM dikare nîşan bide ku Qanûna Bingehîn heye
11:39 Îpekyuz: Çavkaniyan li şûna şer ji bo civakê xerç bikin
11:29 Me gorên qurbaniyên Covîd-19’ê yên li Stenbolê yek bi yek jimart
11:27 Bavê Dînç: Di pişt û qirika wî de şop hebûn
10:48 KCD: Bi erêkirina cezayê Irmak li hemû gelê Kurd ceza hatiye birîn
09:57 Li Zînî Wertê li xwe mikûr hatin heye, paşde kişandin nîne
09:36 Gardiyan tif dikin û bijîşkê revîrê jî biçûk dixîne
09:21 Mala wan vikîvala ye, zarokê wan ê felcî li erdê ye
09:20 Karkerên ku bibin Tanzanyayê perişan in
09:19 Ji bo girtiyê nexweş Kaya serî li AYM'ê dan
09:19 Piştî mir û şûnde nû kirin hemwelatî
09:18 Herî zêde jin û zarok dikevin bin bandorê ambargoyê
09:18 Wextê kerenga dest pê kir
09:17 Acînîklî: Divê heyeteke serbixwe biçe Îmraliyê
09:16 Dayika girtî: Bila AYM vê bêedaletiyê sererast bike
09:15 Piştî qeyûm parka Ekîn Ceren kirin navenda nîjadperestiyê: Ya sev ya terk et!
09:15 23 girtî di heman odeyê de dimînin
09:14 Rojnamevan Turfent ê girtî: Îzolasyoneke dijwar dest pê kiriye
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2020'AN