Başaran: Hevdîtina bi telefonê ya li dozgeriyê dijhiqûqî ye

  • rojane
  • 09:19 11 Gulan 2020
  • |
img

AMED - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran, derbarê hevdîtina telefonê ya piştî 21 salan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi malbata xwe re kir  de diyar kir ku hevdîtina telefonê ya li dozgeriyê hat kirin dijhiqûqî ye û wiha got: "Mafê Ocalan ê telefonê 21 salin tê astengkirin."  

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê piştî 21 salan yekemîn car hevdîtina telefonê bi malbata xwe re kir. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê 27’ê Nîsanê gazî birayê Ocalan Mehmet Ocalan kir û li dozgeriyê bi telefonê hevdîtin kirin. 
 
Hevberdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran têkildarî hevdîtina telefonê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî 21 salan kir de wiha got: “Hevdîtina telefona ku li dozgeriyê pêk hatî rewşeke ku asayî di rewşeke awarte de pêkanîne.”
 
‘MAFÊ OCALAN Ê TELEFONÊ 21 SALIN TÊ ASTENGKIRIN
 
Başaran, diyar kir ku hevdîtina telefonê ya piştî 21 salan bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hat kirin û hevdîtinên carna tên kirin bi awayekî hiqûqî nameşe û wiha axivî: “Sûcê girtî û hikumxwaran çi bibe bila bibe mafê wan ê bi malbat û parêzerên xwe re bi telefon û rûbirû hevdîtinê bikin heye. Hevdîtina bi telefonê ya li dozgeriyê li dijî hiqûqê ye. Diviya bû li teleona malbatê geriya bûya. 21 salin mafê Ocalan ê telefonê tê astengkirin. Ev nêzîkatiya desthilatdariyê ya nêzîkatiya pirsgirêka kurd û Birêz Ocalan e. Eleqedarê tecrîd û meşandina tecrîdê ye.” 
 
‘DIVÊ OCALAN HER HEFTE 20 DEQÎQEYAN BI TELEFONÊ BI MALBATÊ RE BI AXIVE' 
 
Başaran, da zanîn ku ji ber şewba vîrûsa coronayê divê Ocalan jî weke girtiyên din di heftê de 20 deqîqeyan mafê xwe yê hevdîtina telefonê bikar bîne û wiha berdewam kir: “Hevdîtina telefonê divê ne di bin çavderiya dozgeriyê de bûya, mafên jiyana kesî girtibûna berçav û wisa pêk anîbûna. Nêzîkatiya desthilatdariyê ya Girtîgeha Îmraliyê ji hev cuda ye nêzîkatiya wan li gor pêvajoyê tê guhertin. Tecrîda girankirî didome. 21 sal in tecrît bi rêbazên cuda didome. Dema li Tirkiyê pêvajoya muzakereyan dihat meşandin heyetên siyasetmedar hevdîtin pêk anîn. Lê dema em li pêvajoyê hemûyê dinêre tecrîdeke girankirî heye. Hevdîtina dawî ji ber me agahî jê girt em kêfxweş bûn. Lê têr nake. Divê ji bo pêvajoya pêşiya me de bi mekanizmayeke ku hiqûq were sepandin berdewam bike." 
 
‘OCALAN Û GIRTIYÊN DIN DI BIN RÎSKEKE MEZIN DE NE’
 
Başaran, anî ziman ku ji ber şertên avhewayê Ocalan û girtiyên din di bin rîskeke mezin de ne û wiha lê zêde kir: “Ji ber Îmrali girtîgeheke giravê ye û temenê Ocalan mezin e, di koma rîskê de ye. Berê jî nexweşiyên wî hebûn. Jiyana girtîgehê ya 21 salan metabolizmaya mirovan zerar dibîne. Bi awayekî tenduristî xwe xwedînekirin, sûdê ji ronahiya rojê têra xwe negirtin di laşê mirov de dibe sebebê xesaran. Bi van re tedbîrên coronayê baş negirtinê bi mirinê re rûbirû dihêlin. Tirkiyê qanûna darvekirinê bi rêkên qanûnî rakir û anî rewşa sepanên fîîlî. Ev nêzîkatiye bi xeter e.”
 
‘TECRÎD BILA BI DAWÎ BIBE’
 
Başaran, dest nîşan kir ku desthilatdarî li dijî şewba vîrusa coronayê ji bo rewşeke neyînî neyê jiyîn divê tedbirên pêwîst werin girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku Ocalan ji bo pirsgirêka kurd aktorê sereke ye tenduristî û ewlehiya wî ji bo civaka kurd gelek girîng e. Li gor min ji bo gelên Tirkiyeyê jî girîng e. Divê desthilatdarî di ferqa vê de be. Pirsgirêkên ku derkevin holê ji bo Tirkiyeyê tê wateya aşitiya ku belkû sedsalan berdewam bike dînamît bikin. Divê desthilatdarî ji vê nêzîkatiya xetere dev jê berde.” Başaran, xwest ku tecrîda girankirî ya tê sepandin bi dawî bibe û heyeteke serbixwe ya tenduristiyê biçe Îmraliyê û kontrolên rûtîn bike. Ev yek gelek girîng e.
 
BANG LI CPT Û NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
 
Başaran, bal kişand ser rola CPT û got: "Girtiyên li Îmraliyê ji aliyê tenduristiyê ve pirsgirêkekê bijîn berpirsyarê yekemin Komîteya Peşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê ye. Saziyên navnetewî bi demkî hinek gavan diavêjin lê ev konjokturel e. CPT berpirsyara yekemîne lê hemû cîhan ji vê mijarê berpirsyarin ji ber ku di holê de sûcê mirovahiyê heye. Tirkiyeyê gelek peymanên navneteweyî îmze kirine ji ber wê dewletên cîhanê jî berpirsyartiyek hevpar heye.” Başaran, bang li CPT û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û got: “Tenê şermezarkirina tecrîdê têr nake. Gavan bavêjin. Li dijî siyaseta Tirkiye tedbîran bidin.” 
 
‘HINEK HÊZ JI DÎROKÊ DERS NAGIRIN’
 
Başaran, diyar kir ku Ocalan di telefonê de qala girîngiya yekitiya kurd kir û wiha lêzêde kir: “Ocalan bi pêyamên dayî dîsa rola çareseriyê da ser xwe. Bi taybetî protokola 1982’yê bibîrxist.  Li ser yekitiya neteweyî ya kurdan rawestiya. Anî ziman ku bi şerê navxweyî kes qezenç nake. Em hemû bûn şahidê vê yekê. Piştî dagirkirina Rojava arastebûna Başûr nîşanda ku hêzên hegemonîk ên navneteweyî dixwazin vê sedsalê jî kurd bê destkeftî û bê statû bimînin. Armanceke wan a din jî kurdan bi êkûdû bidin şikênandin. Hinek hêz ji buyerên di dîrokê de qewimî ders nagirin û tevdigerin. Ji ber wê yekê divê hemû hêz li dîroka nêzîk binêrin. Bi taybetî jî hêzên Başûr ên ji bo destkeftiyên demkî destkeftiyên sedsala berhewa dikin divê dîrokê di nêzîk de bişopînin.”
 
‘JIN DÊ PÊŞENGTIYÊ LI YEKITIYA NETEWEYÎ BIKIN’
 
Başaran, di dawiya axaftina de, dest nîşan kir ku ew nêzî serkeftineke mezin in û wiha got: “Rojhilata Navîn ji bo kurdan hatiye asteke destkeftiyên mezin. Di vê sedsalê de kurd dê xwe azad bikin û statûya xwe bi dest bixin. Sedsaleke ku her çar parçe di ruh de bibin yek ava bikin an jî gelekî bê statû, di nava dewletan de hatî parve kirin, dîroka wan hatî winda kirin û nikarin xwe pêşve bibin. Ji ber vê yekê jin dê pêşengiyê ji yekitiya neteweyî re bikin, bi rol û mîsyona pêwîst a girtine ser milê xwe wê vê pêvajoyê derbas bikin.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Arjîn Dîlek Oncel
 

Sernavên din

12/05/2020
12:53 KCD: Em Leyla Qasim û hevalên wê ji bîr nakin
12:45 Rapora SES'ê ya Roja Hemşîreyan
12:04 Kovara Leman bi sernavê "Vahşî Guneydogu" derket
11:42 400 hezar nexweşên vîrûsê yên veşarî di nava me de digerin
11:29 Bertek nîşanî çêkirina JES’ê dan
11:28 Li Edenê rêxistinên pîşeyî yekitiya xwe ava kirin
11:24 'Mûçe niye'
10:54 Îhlalên ku rojnameger Guleş ragihand birin meclîsê
10:45 Xwebûn bi manşeta 'Cejna Ziman Pîroz Be' derket
09:59 ‘‘Îqtîdar dixwaze di doza MÎT'ê de ser sûcê xwe bigire’
09:16 Raportor Webb: Dadgeh naxwazin polîsan darizînin
09:15 Ozturk: Daxwaza hevpar a gelê kurd yekîtî ye
09:15 Salewext avdaniyê dikin
09:10 'Di sektora înşeatê de tevdîrgirtin nepêkan e'
09:09 Ji bo anketê gazî wî kirin, lê 'sîxurtî' lê ferz kirin
09:08 Karkerên Somayê: Berê jî tedbir nehat girtin niha jî nayên girtin
09:08 Dîroka Heskifê çû sergo ma
09:00 Li bazarê kes ji halê heyî neraziye
09:00 Dayika Bêkes: Heger cezayek li Alinak bê birîn, di asasê xwe de ew ceza dê li me bê birîn
09:00 Ji bo zarokên girtî daxwaza 'kontrolkirinê'
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2020'AN
08:12 33 roj şûnde qerentina rakirin
11/05/2020
21:07 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 841
20:59 Ji girtiyê nexweş Kaya re gotine 'Covîd heye' û wî şandine girtîgehê
16:56 Ji bo bîranîna Hozan Mizgîn stranek
16:42 Rojnamegerê girtî Guleş: Xwarin pir hindik tê dayîn
16:13 Rapora girtîghên Marmarayê: Koron belav dibe, tevdîr kêm in
15:59 Hejmara xebatkarên tenduristiyê yên bi vîrûsê dikevin zêde dibin
15:36 HDP û DBP'ê li Geverê goristana rastî êrîşê hat ziyaret kir
15:35 Kontrolên girtiyên nexweş di dema xwe de nayên kirin
15:20 Beriya girtî dest bi rojiya mirinê bikin gavan bavêjin
15:01 Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî bertek nîşanî ‘asayîbûnê’ da
14:57 Serlêdanên Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt dest pê kir
14:35 Gunay: Divê polîsê bi çekê da ser pişta zarok bê girtin
14:15 Li Sûrê pîrozbahiya Roja Dayikan
14:04 Kuaforên dest bi xebatek zêde kirin bi fikarin
13:53 Kaya: Ne li Corona ne jî li cejn, remezan û Roja Dayikan guhdar dikin û êrîş dikin.
13:51 Enqere vegeriya rojên xwe yên berê
13:51 Karkerên demsalî di çapameniya Cîhanê de ne
13:17 Girtiyê nexweşê şizofren çima nayê berdan?
13:16 Tundiya polîsan a li Nisêbînê birin rojeva Meclîsê
11:04 Hemû jiyana wan di konekî 20 metrekare de derbas dibe
11:01 Aktîvîsta TJA'yê Biçimlî spartin axê
10:57 HDK: Êriş li dijî mirovahiyê û nirxên mirovahiyê ne
10:46 Beştaş: AKP dê di hilbijartina ewil de winda bike
09:55 Li Stenbolê ‘malbatên xwişk û bira’ zêde dibin
09:47 Şaredarê AKP'î ya Rihayê milkê şaredariyê bi TOKÎ'yê taqas kir
09:47 Parêzeran banga ‘têkoşîna hevpar’ kirin
09:23 Xwestin êrîşî gora Îbrahîm Gokçek bikin
09:20 Li Somayê di 6 salên borî de pergal neguherî
09:19 Başaran: Hevdîtina bi telefonê ya li dozgeriyê dijhiqûqî ye
09:19 Dayika Şerzan Kurt: Min zen kir ku kurê min ê dawî be
09:18 Bertek nîşanî êrîşên li dijî cenaze û goristanan dan: Sînorê tehemilê derbas kirin!
09:17 Projeya RES a li Keleha Rabat û Şelaleya GAP’ê bê avakirin hat qebûlkirin
09:16 'Êrîşên li dijî goristanan konsepta Enqereyê ye'
09:15 'Bindest wê bi piştevaniyê cîhanê xweşik bikin’
09:15 ‘Pêdivî bi polîtîkayek çandiniyê ya nû heye’
09:14 Peyamên Ocalan: Divê hemû kes bi awayekê rexnedayîn nêz bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê GÛLANA 2020’AN
10/05/2020
19:56 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gehişt 3 hezar û 786’an
17:21 'Dengê xwe nekin bila millet hişyar nebe'
16:56 'Xweşikbûna me ji xweşikbûna bajarê me ye'
16:47 Li taxa ku kiribûn qarantînayê hejmara waqeyan derket 84’an
16:44 Ji bo paqijkirina depoyên avê dê 4 rojan ava Kobanê qut bikin
16:35 TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê gora Taybet Înan ziyaret kirin
16:24 39 rêxistinên derdor û ekolojiyê: Bi lez şîrketa zêr bigirin
15:02 ‘Dîmenê êrîşa li Nisêbînê qeyda îstîsmara fîzîkî ye'
14:44 Aşkerakirina pêkanînên di cenazeyê Gokçek de ne pekan e
14:23 Kî fermana êrişa li dijî goristanan dide?
13:55 Parêzerê Demîrtaş: Mutalaya dozger kêm e
13:54 ÎHD: Divê ew polis bi cezayekî herî guncav bê cezakirin
13:00 Ji SKM’ê daxuyaniya Roja Dayikan
12:57 Sancar, li malbata zarokê ku polîs bi çekan da ser pişta wî geriya
12:02 Dayika Egîd Îpek: Em dayik destê xwe bidin hev û biçin pêş meclîsê rûnên Êdî Bes e!
11:44 Dayika Gulistan Dokû: Keça xwe dixwazim
11:31 MED TUHAD-FED: Aştî û azadiyê diyarî dayikan bikin
11:18 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Îqtîdar polîtîkayên dirû dimeşîne
11:09 HDP: Vekirina AMV'yan dê rîsa şewbê zêdetir bike
10:52 Kesên astengdar du qat îzolasyonê dijîn
10:37 Eskeran li Hezexê gor perçe perçe kirin
10:11 Malbata zarokê ku polisan bi çekan berî ser pişta wî da axivî
10:02 Gunay: Ez wekî misilmanekî ji ber van êrîşan şerm dikim
09:16 'Em ê mafê xwe berxwedanê bi kar bînin'
09:02 Dr. Erdogan: Di tenduristiyê de astengên zayendparêz pir in
09:01 'Îqtîdar li derve û hundir tevdîrê nagire
09:01 ‘Polîtîkaya tepisandinê ya rejîma yekdengî ye'
09:01 Durakoglû: Wê encamên wê giran bin
09:00 Hevberdevka HDK'ê Ûgûrlû: Pêşengên jiyana nû divê jin bin
09:00 Hevserokê Herêma Firatê: Wê pergala me ji bo gelan bibe model
09:00 Li Pulumurê peyama 'Em ê cardin salên 90'î bidin jiyîn'
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2020'AN
09/05/2020
19:52 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 739
16:39 5 cenazên HPG’iyan li morga Meletiyê ne
16:08 Aqûbeta xwendekarên di bin çavan de winda bûn pirsîn
16:04 75 kes li gundê Siyavanê bi şewba Covît-19 ketin
16:03 Ji bo girtiyên nexweş bang kirin
15:24 Keskîn: Di dosyeya Nadira de darizandinek rast nehat kirin
15:16 Xizmên windayan faîlên malbata Fîdancî pirsîn
15:09 'Me dixwest di Roja Dayikan de zarokên me gurzek gul bidin me'
14:40 Onlu: Êrîşa dişibe hişmendiya DAIŞ’ê kê bi plan kir?