Nivîskarê Kurd Varli: Li her qadên jiyanê kurdî

  • rojane
  • 09:17 14 Gulan 2020
  • |
img

ENQERÊ - Nivîskarê kurd Sadik Varli anî ziman ku dersên kurdî yê li ser înternetê alternatîf in, lê ne bes in û got: "Ji dibistana sereke heya zanîngehê, di her qadê jiyanê de divê kurd kurdî bi kar bînin. Qedexeyên li ser zimanê kurdî divê rabin. Yê bixwaze kurdî fêr bibe divê xewnê xwe bi kurdî bibîne."

Ji sala 2006'an ve 15'ê Gulanê roja weşana Kovara Hawarê ku ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve hat weşandin, wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Cejna her sal bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin, lê belê îsal ji ber şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) wê li ser platformên medyaya civakiyî bê pîrozkirin. 
 
Xebatkarê KURDÎ-DER'ê ya bi KHK'ê hat girtin û nivîskarê pirtûkên perwerdeya dersên kurdî Sadik Varli, anî ziman ku êdî divê kurdî di her qadên jiyanê de hebe.
 
Varli, ewil bal kişand bernameyên îsal ku dê ji ber şewba coronayê li ser înternetê bên lidarxistin û got: "Cejn di cih de ye û divê pir geştir bibe. Tê pîroz kirin, lê divê ev pîrozkirin di asteke hê jortir de were kirin. Tenê gotina 'ev roja zimanê kurdî ye' çênabe. Berhem divê werin çêkirin, bername hebin; ne bernameyê tenê ji bo rojekê, divê li gor salekê werin amadekirin. Divê her kes vê gotinê ji xwe bike; ez çawa dikarim zimanê kurdi pêş ve bibim. Zimanê kurdî çawa dikarim bidim jiyandin? Bi vî şiklî divê bername werin amadekirin. Zimanê kurdî bi peyamekê tenê nayê pîrozkirin."
 
‘DIVÊ SAMÎMÎYETEKÎ JI DIL HEBE’
 
Varli, bal kişand ser dersên kurdî yên li ser înternetê jî û got: "Divê em weke alternatîf bibînim. Mirov dikare li ser înternetê xwe peş ve bibe, lê ew dem bûriya. Ya rastî ji dibistanê sereke heya zanîngehê divê perwerdehiya kurdî were dayîn. Ew jî ne bes e, divê pêşiya zimanê kurdî vekirîbe. Divê samîmîyeteke ji dil hebe. 20 milyon kurd perwerdeya wa li ser înternetê ne mimkun e. Înternet di destê her kurdî de nîne. Hezar kes ji bo perwerdê serî lê da ye lê bi milyona kurd hene. Heya dibistanê kurdî vebin, divê mirov wekî alternatîfekî li vê meza bikin."
 
‘DIVÊ DAYIK BI ZAROKÊN XWE RE BI KURDÎ BIAXIVIN' 
 
Varli, bal kişand ser hêla têkiliya di nav bera dayik û zarokan de û got: "Zarok perçeke ji dayikê yê. Zarok, her tiştî ji dayikê hîn dibe. Ji ber wê dayik girîng e di hêla ziman de. Dema dayik bi zarokê xwe re bi kurdî neaxife kurdî wê winda bibe. Zarok heya here dibistana sereke; çîrok, stran, helbest, pêşgotina ji dayika xwe hîn dibe. Heya zarok here dibistanê mamoste yê wan dayik e. Bila hemû dayik bi zarokê xwe re bi kurdi bi axivin."
 
‘SANSÛR XILAS, OTOSANSÛR DEST PÊ KIR’
 
Her wiha Varli, li ser nêzîkatiya dewletê ya ji bo ziman jî sekinî û got: "Dema em li jiyana kurda û serpêhatîyên wan mêze dikin; piştî damezrandina komara Tirkiyeyê polîtîkaya dewletê sererast dibe. Yê kêmanî tune tên hesapkirin. Kêmanî her roj dibêjê 'ji ber ez tirk im pir baxtewarim.’ Apê Mûsa di bîranînên xwe de tîne ziman çawa sansûr, asîmîlasyon hatiye kirin. Lê dîsa wan dema asîmîlasyon bi ser neketiye. Dema em diçûn gund me fedî dikir bi tirkî biaxivin lê niha kurdî şerm e. Êdî sansûr xilas, otosansur dest pê kiriye. Divê ev otosansûr were sekinandin. Ji bo di ziman de pêşveçûn çêbibe astengî divê ji holê rabin û di her qadên jiyanê de kurdî were jiiyandin."
 
‘BI KURDÎ XEWNAN BIBÎNE’
 
Varli, pêşnîyarî li ciwanê ku dixwazin fêrî zimanê kurdî bibin kir got: "Ciwan bêguman li ser înternetê dikarin hînî ziman bibin. Le bi guhdarî tenê ne bes e. Yê hînî ziman bibe divê binivîse, guhdar bike, biaxive jî. Divê bi kurdî xewna bibîne, bi kurdî bimeşe. Pêşnîyara min e, ê du peyv kurdî zane, divê wan deyne ser hev û bi kar bîne; divê nebêje 'ez nikarim xwe bi durdî îfade bikim.' Bila kêm be, lê kurdîya şaş ji tirkîya baş çêtir e."
 
‘HER ROJ BI SAETA DINIVÎSÎNIM’
 
Varli, anî ziman ku berî nexweşiyê li dikanêkî dixebitî û niha wextê wî yê vala pir e û got: “Heke peywirek li ser amadekariyê pirtûkê kurdî çêbibe ez dîsa dikarim amada bikim. 37 sala min perwerdaya zimanê kurdî da, ez dikarim wê bi kar bînim. Sibeha wekî ez herim kar zû radibim û li ser komputerê bi saeta dinivîsînim. Çend projeyên min î nîvco hene, ez wan didomînim. Di destê min de du heb biyografi hene, ez wan dinivîsînim. Pişt re heger ji o perwerdehiya dersa peywirek tunebe, ez ê ji bo ciwana romanekê binivîsînim."
 
Varli, bal kişand ser têkiliya ziman û sansûrê jî û got: "Erebeya me ser berjêr diçe. Zimanê me bi otosansûrê re wekî erebeyeke frêne wê nîne ser berjêr diçe. Dibê em taqozekî bidin pêşiya wê. Tu kes nabêje ka em zimanê we rast bikin. Divê em li zimanê xwe xwedî derkevin; binivîsînin, biaxivin û bijîn."
 
VARLİ KÎYE?
 
Varli, li gundê Geliyê Zîlan ê navçeya Erdîşa Wanê hatiye dinê. Li Enqereyê Beşa Zimanê almanî kuta kiriye. Li dibistanên dewletê mamostetiya zimanê almanî, îngilîzî û tirkî kiriye. Li zanîngeha Bîlkentê jî mamostetiya zimanê kurdî kiriye. Li Enqerê di Komeleya Demokrasî û Çandê de rêvebertiyî kiriye. Tevî çend hevalên xwe pirtûka "Kurdiya Hêsa" û "Gav Bi Gav Kurdî" amade kiriye. Paşê heman pirtûk di bin banê Esntîtiya Kurdî ya Stenbolê de bi navê "Hînker" hatiye çapkirin. 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

15/05/2020
09:18 OHD: Ji bo ziman bibe zimanê perwerdehiyê hewceye serlêdanên navnetewî bên kirin
09:18 Erdogan, mirovê teqawidbûyî daye ber îcrayê
09:17 Mamosteyê kurdî ê li Japonyayê: Hêviyê ji tu dewlet û pergalan nekin
09:16 Li dijî şidetê jiyana hevpar a azad
09:15 Gokkan: Ê ku xwe nede ber yekîtiyê wê bêîtibar bibe
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2020'AN
08:00 Qeyûm tayînî Şaredariyên îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û Vartînisê kirin
14/05/2020
23:05 Bernameya 'Zaravayên Kurdî' li dar xistin
19:37 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 4 hezar derbas kir
16:12 Li ser xeta Serêkaniyê û Tilxelef teqîn pêk hat
16:02 Kesên birûpoş: Em ê şevekê bên taxa Gazî hesap ji we bipirsin
15:55 Li Qelqeliyê êrîşî wesayîta şaredariyê kirin: 2 kes mirin û kesek jî birÎndar bû
15:27 Rêxistinên pîşeyî: Ji bo rawestandina vê hewlê em ê bixebitin
15:25 Başaran: Yê bi dijminantiya jinan û Kurdan welat perçe dike îqtîdar bi xwe ye
15:24 Alinak: Ji ber nêrînên xwe hatim darizandin
14:22 Di salvegera 88’emîn de 88 pirs kir
14:15 Polîsan xwest Gulistan Atasoy bêdeng bikin
13:53 Malbata Ceylan: Ne întîhare, kuştin e
12:22 TJA: Emê têkoşîna azadkirina hemû zimanan bi rêve bibin
12:11 Cenazeyê Duran defin kirin: Wezîr 2 sal berê gotibû 'hat kuştin'
12:00 Platforma Zimanê Kurdî: Têkçûna zimanê me têkçûna netewa me ye
11:37 Li sêgoşeya Licê, Pasûr û Dara Hênê 4 esker hatin kuştin
11:25 Şûştina cenazeyan asteng kirin
11:11 Ahmet Turk: Ruhê şoreşgerî dikare gelek tiştan biguherîne
10:36 Li dijî asîmlasiyonê rêya herî bibandor: Axaftin, xwendin û nivîsandina bi kurdî ye
10:18 Piştî Nisêbînê li Bismilê jî tundî li zarokekî hat kirin
09:34 Dîmen nehatibûna parvekirin dê dest polîsan nedabûna
09:33 Kerestecîoglû: Tundiya li dijî jinên em ê rawestînin
09:32 Piştî 25 salan dîsa heman ambargo
09:32 Karadag: Hikumet dixwaze baroyên xwe ava bike
09:31 Dahata me keda me ye
09:30 Ne cotkar ne karker ji rewşa heyî nerazîne
09:17 Nivîskarê Kurd Varli: Li her qadên jiyanê kurdî
09:16 Saziyên Ziman ên Kurdî kampanyaya alfabeya kurdî didin destpêkirin
09:15 Ji bo kurdî pêşniyara 'kampanyayeke civakî'
09:10 Bijîşk Torûn: Dibe ku pêla duyemîn piştî cejnê dest pê bike
09:09 Li quntarên Çiyayê Erekê amadekariyên zivistanê
09:09 ‘Gotin ên Omer in, lê emel ên Yezîd in'
09:00 Osmanagaoglû: Hêzên paramîlîter ketine dewrê
09:00 'Ziman nasname ye, nasnameya xwe winda nekin'
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2020'AN
08:12 14 kesên li Enqereye hatin binçavkirin serbest hatin berdan
13/05/2020
23:32 Behsa Baba Tahirê Uryan û dubeytiyên wî kirin
19:33 Li Tirkiyeyê hejmara miriyan bû 3 hezar û 952
16:43 Ma Muzîkê konser da
16:22 Bi solan kêfa zarokan anîn
15:46 ‘Em bi zimanê xwe hene’
15:46 Giliyê Serokê Diyanetê û Serdozgerê Komare yê Enqereyê kirin
15:32 Birayên ku tundiyê li jinekê kiribûn hatin girtin
15:16 Ragihandina birîna ceyranê pêşiya PTT’an têje kir
15:06 301 karkerên kana komirê li ser gorên xwe hatin bibîr anîn
14:54 301 qûrbanî hatin bibîranîn: Çerx dizivire û karker dimirin
14:46 Li sêgoşeye Lîcê, Pasûr û Dara Hênê operasyon
14:28 CÎSST: Ji 72 girtîgehan giliyê binpêkirina mafan hat
14:03 Li dijî êrişên goristanan nerazîbûn: Bêdengî erêkirin e
14:00 Mahmût Alinak hat berdan
13:48 Sancar: Gewdeya HDP’ê kurd û guliyên wê jî gelên Tirkiyeyê ne
13:38 Jinan hişyar kir: Em destûr nadin ‘Efûya îstîsmarê'
13:36 Piştî serî li qereqolê da sê roj şûn de daliqandî hat dîtin
13:07 Li Serayê gundek xistin qerantinayê
12:15 Koordînasyona Qeyranê ya Covît-19: Li girtîgehan îzolasyon veguheriye tecrîdê
12:11 KESK: Zû yan jî dereng em ê hesabê Somayê bipirsin
11:33 Vê carê jî roviyên girtiyê nexweş Kaya xwîn bûn
11:32 Dosyaya Kadîrova: Angaşta întîharê heye, lê rapora ATK’ê tuneye
11:08 Girtiyê nexweşê şîzofren hat berdan
11:06 Serokê TMMOB'ê: Hewldanên AKP'ê li dijî Destûra Bingehîn e
11:04 Gulum: Êriş û gef ji navendekê tên birêvebirin
10:28 HDP: Bi sererastkirina înfazê pêşî li faîlên Somayê vebû
10:10 Uyanik: Me li Amedê piştgirî da 10 hezar malbatan
10:08 Li Turkoglû bergirî tuneye, provokasyon heye
09:48 ‘Ev nêzîkatî ji Destûra Bingehîn a Cunta wêdetir e'
09:39 ‘Ne tenê rojek 365 rojan li ser kurdî bisekinin’
09:16 Zimanzan Alpay: Tu ziman ne di ser tu zimanî re ye
09:15 Li Somayê bedêla 'mirina her mirovekî' 6 roj cezayê girtîgehê ye!
09:14 Biryara ji bo JES'ê dijî hiqûqê ye
09:13 Li madenê şert û merc giran bûne, nexweşîn zêde bûne
09:11 Zevî bi rengê kesk û sor û zer xemilîne
09:10 Nivîskar Robar: Em ne ziman, ne ruh, ne jî bedenê bikujin
09:09 'Gardiyan li qawîşan bê lepik dest didin her derî'
09:08 Gunay: Îqtidar 'zirxê bêcezatiyê' dide polîsan
09:00 ROJEVA 13'YÊ GULANA 2020'AN
12/05/2020
20:08 53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:00 Bernameya 15'ê Gulanê ya Tora Çand û Zimanê Kurdî diyar bû
17:21 Ji Rêxistinên Mêrdînê bertekên hevpar: Destê xwe nedin zarokên me
16:35 Bijîşkek din ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
16:29 ‘Bêcezatî ji bo xwe kirine kevneşopiyek'
16:06 Şandeya DBP û HDP’ê li Tetwanê çû serdana goristanê
15:54 Sancar bersiva ‘maseya welat’ da Meral Akşener
15:31 Beştaş: Dewleta ku êrîşê tîne ser goristanan têk çûye
15:20 Buldan Cemxaneya Gazî ziyaret kir: Divê îqtîdar lêborînê ji elewiyan bixwaze
15:07 Walîtiya Enqereyê bîranîna Komkujiya Somayê qedexe kir
14:52 Li Bajarê Kurdan çima cezayê vîrûsa corona zêde ye
14:26 6 Girtiyên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin dev ji greva birçîbûnê berdan
14:13 Hejmara nû ya Jineolojiyê derket
13:51 Bang li Gerînendeyê Giştî yê Evrenselê Polat kirin ku îfade bide
13:49 Gef li HDP’iyan xwar û bêyî ku hesab bide çû
13:30 Girêdayî pevçûna çekdarî 14 kes hatin binçavkirin
13:05 Aktivîsta TJA'yê Newal jiyana xwe ji dest da
13:00 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
12:53 KCD: Em Leyla Qasim û hevalên wê ji bîr nakin