Platforma Zimanê Kurdî: Têkçûna zimanê me têkçûna netewa me ye

  • rojane
  • 12:00 14 Gulan 2020
  • |
img

AMED – Platforma Zimanê Kurdî bi minasebeta 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek belav kir. Platformê Mîr Celadet Bedîrxan û hevalê wî bibîr anî û got têkçûna ziman têkçûna gelê kurd e. Platformê bi wesîleya 15’ê Gulanê ji raya giştî ya kurd û rayedarên dewletê daxwazên ji bo zimanê kurdî dubare kir.

Platforma Zimanê Kurdî ya ku di meha cotmeha 2018’an de ji aliyê partî û rêxistinên kurdî ve li Amedê hat damezrandin bi boneya 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî belav kir. Daxûyanî bi sernavê “Îro Roja Zimanê Kurdî Ye, Li Zimanê Xwe Xwedî derkevin!” hat belav kirin.
 
Daxuyaniya Platforma Ziman wiha ye:
 
“Di 15’ê meha Gulanê de di sala 1932’an de li Bajarê Şamê Mîr Celadet Bedirxan û hevalên xwe dest bi weşana Kovara Hewarê kiribûn. Ev kovara ku xwedî nirxên hêja bû bi salan xizmetên giranbûha kirin. Em dizanin ku îro jî xebata ziman, edebîyat û kultura Kurdî li ser mîrata Hewarê pêşde diçe, dibişkive, geş dibe û berheman dide. Em weke Platforma Zimanê Kurdî li ber xebata Mir Celadet Bedirxan û hevalên wî bi rêzgirtin kemberbest dibin.
 
BANGA LI DAYIK Û BAVAN
 
Di Roja Zimanê Kurdî de ku ji sala 2006’an û vir de tê pîroz kirin, em weke Platforma Zimanê Kurdî di vê roja watedar de dixwazin bala gelê xwe bikşînin ser pirsa zimanê dayîkê. Zimanê dayîkê divê were parastin û bikaranîn. Dê û bav divê zimanê Kurdî bi hevdû re biparêzin. Em dizanin ku zimanê Kurdî nasnama me hemûyan e, rûmeta me ye, hebûna me ye. Di pirsa zimanê Kurdî de divê em bi hişmendî tevger bikin. Ji ber wan sedeman divê miletê Kurd di her qada jiyanê de zimanê xwe bi baldarî, bi dildarî û bi hişmendî bikar bîne. Bi hemû hêza xwe xwedî li zimanê xwe derkeve. Em dizanin ku hişmendiya zimanê Kurdî bi qasî hişmendiya siyasî ji bona doza Gelê Kurdan girîng e. Gava ku zimanê me têk biçe, wê bi wextê re miletê me jî têk biçe.
 
DAXWAZ HATIN RÊZKIRIN
 
Em weke Platforma Zimanê Kurdî careke din daxwazên xwe ji bona raya giştî dubare dikin;
 
* Di xebata siyasî de divê Kurd civînên xwe bi Kurdî bikin.
 
* Di çalakiyan de bi Kurdî biaxivin, rewşenbirên me divê bi Kurdî binivîsînin, hunermendên me divê bi Kurdî xebatên xwe bikin, divê gelê me di dawet û şahîyan de bi Kurdî biaxivin.
 
* Bila TV, rojname û malpêrên Kurdan bi Kurdî weşanê xwe bikin.
 
* Di hemû tevgirêdanên olî de zimanê xwe bikar bînin, li mizgeftan, li şînan, li mewlûdan zimanê xwe bikar bînin.
 
* Li balafirgehan, li otogaran, di otobus û minîbusan de, li sûk û qeyserîyan bi Kurdî biaxivin.
 
* Ji bona zarokên xwe di dibistanan de daxwaza dersên bijarte bikin. Zimanê xwe bi hişmendî hilbijêrin û xwedî lê derkevin.
 
Hilbet, di Roja Zimanê Kurdî de em weke Platform hinek daxwazan jî berpirs û rayedarên dewletê jî dikin;
 
* Zimanê Kurdî bila bibe zimanê perwerde û zimanê fermî.
 
* Bila rayedarên dewletê bi fermî Saziya Zimanê Kurdî damezrînin.
 
* Bila rayedar û berpirsên dadgeh û zîndanan astengan ji zimanê Kurdî re dernexînin.
 
* Bila li balafirgeh û otogaran jî bi Kurdî anons werin kirin.
 
* Bila zimanê Kurdî bi serbestî were bikaranîn.
 
* Bila zext û zordariyên ku li ser saziyên ziman û weşanên Kurdî hene, demildest rabin.
 
Platforma me bi hişmendî dibêje; li vê dinyayê berê em Kurdbûn û dixwazin li vê dinyaya gewrik dîsa weke Kurd bimînin, weke Kurd bijîn û em tu caran naxwazin asimîle bibin!”

Sernavên din

15/05/2020
09:18 OHD: Ji bo ziman bibe zimanê perwerdehiyê hewceye serlêdanên navnetewî bên kirin
09:18 Erdogan, mirovê teqawidbûyî daye ber îcrayê
09:17 Mamosteyê kurdî ê li Japonyayê: Hêviyê ji tu dewlet û pergalan nekin
09:16 Li dijî şidetê jiyana hevpar a azad
09:15 Gokkan: Ê ku xwe nede ber yekîtiyê wê bêîtibar bibe
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2020'AN
08:00 Qeyûm tayînî Şaredariyên îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û Vartînisê kirin
14/05/2020
23:05 Bernameya 'Zaravayên Kurdî' li dar xistin
19:37 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 4 hezar derbas kir
16:12 Li ser xeta Serêkaniyê û Tilxelef teqîn pêk hat
16:02 Kesên birûpoş: Em ê şevekê bên taxa Gazî hesap ji we bipirsin
15:55 Li Qelqeliyê êrîşî wesayîta şaredariyê kirin: 2 kes mirin û kesek jî birÎndar bû
15:27 Rêxistinên pîşeyî: Ji bo rawestandina vê hewlê em ê bixebitin
15:25 Başaran: Yê bi dijminantiya jinan û Kurdan welat perçe dike îqtîdar bi xwe ye
15:24 Alinak: Ji ber nêrînên xwe hatim darizandin
14:22 Di salvegera 88’emîn de 88 pirs kir
14:15 Polîsan xwest Gulistan Atasoy bêdeng bikin
13:53 Malbata Ceylan: Ne întîhare, kuştin e
12:22 TJA: Emê têkoşîna azadkirina hemû zimanan bi rêve bibin
12:11 Cenazeyê Duran defin kirin: Wezîr 2 sal berê gotibû 'hat kuştin'
12:00 Platforma Zimanê Kurdî: Têkçûna zimanê me têkçûna netewa me ye
11:37 Li sêgoşeya Licê, Pasûr û Dara Hênê 4 esker hatin kuştin
11:25 Şûştina cenazeyan asteng kirin
11:11 Ahmet Turk: Ruhê şoreşgerî dikare gelek tiştan biguherîne
10:36 Li dijî asîmlasiyonê rêya herî bibandor: Axaftin, xwendin û nivîsandina bi kurdî ye
10:18 Piştî Nisêbînê li Bismilê jî tundî li zarokekî hat kirin
09:34 Dîmen nehatibûna parvekirin dê dest polîsan nedabûna
09:33 Kerestecîoglû: Tundiya li dijî jinên em ê rawestînin
09:32 Piştî 25 salan dîsa heman ambargo
09:32 Karadag: Hikumet dixwaze baroyên xwe ava bike
09:31 Dahata me keda me ye
09:30 Ne cotkar ne karker ji rewşa heyî nerazîne
09:17 Nivîskarê Kurd Varli: Li her qadên jiyanê kurdî
09:16 Saziyên Ziman ên Kurdî kampanyaya alfabeya kurdî didin destpêkirin
09:15 Ji bo kurdî pêşniyara 'kampanyayeke civakî'
09:10 Bijîşk Torûn: Dibe ku pêla duyemîn piştî cejnê dest pê bike
09:09 Li quntarên Çiyayê Erekê amadekariyên zivistanê
09:09 ‘Gotin ên Omer in, lê emel ên Yezîd in'
09:00 Osmanagaoglû: Hêzên paramîlîter ketine dewrê
09:00 'Ziman nasname ye, nasnameya xwe winda nekin'
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2020'AN
08:12 14 kesên li Enqereye hatin binçavkirin serbest hatin berdan
13/05/2020
23:32 Behsa Baba Tahirê Uryan û dubeytiyên wî kirin
19:33 Li Tirkiyeyê hejmara miriyan bû 3 hezar û 952
16:43 Ma Muzîkê konser da
16:22 Bi solan kêfa zarokan anîn
15:46 ‘Em bi zimanê xwe hene’
15:46 Giliyê Serokê Diyanetê û Serdozgerê Komare yê Enqereyê kirin
15:32 Birayên ku tundiyê li jinekê kiribûn hatin girtin
15:16 Ragihandina birîna ceyranê pêşiya PTT’an têje kir
15:06 301 karkerên kana komirê li ser gorên xwe hatin bibîr anîn
14:54 301 qûrbanî hatin bibîranîn: Çerx dizivire û karker dimirin
14:46 Li sêgoşeye Lîcê, Pasûr û Dara Hênê operasyon
14:28 CÎSST: Ji 72 girtîgehan giliyê binpêkirina mafan hat
14:03 Li dijî êrişên goristanan nerazîbûn: Bêdengî erêkirin e
14:00 Mahmût Alinak hat berdan
13:48 Sancar: Gewdeya HDP’ê kurd û guliyên wê jî gelên Tirkiyeyê ne
13:38 Jinan hişyar kir: Em destûr nadin ‘Efûya îstîsmarê'
13:36 Piştî serî li qereqolê da sê roj şûn de daliqandî hat dîtin
13:07 Li Serayê gundek xistin qerantinayê
12:15 Koordînasyona Qeyranê ya Covît-19: Li girtîgehan îzolasyon veguheriye tecrîdê
12:11 KESK: Zû yan jî dereng em ê hesabê Somayê bipirsin
11:33 Vê carê jî roviyên girtiyê nexweş Kaya xwîn bûn
11:32 Dosyaya Kadîrova: Angaşta întîharê heye, lê rapora ATK’ê tuneye
11:08 Girtiyê nexweşê şîzofren hat berdan
11:06 Serokê TMMOB'ê: Hewldanên AKP'ê li dijî Destûra Bingehîn e
11:04 Gulum: Êriş û gef ji navendekê tên birêvebirin
10:28 HDP: Bi sererastkirina înfazê pêşî li faîlên Somayê vebû
10:10 Uyanik: Me li Amedê piştgirî da 10 hezar malbatan
10:08 Li Turkoglû bergirî tuneye, provokasyon heye
09:48 ‘Ev nêzîkatî ji Destûra Bingehîn a Cunta wêdetir e'
09:39 ‘Ne tenê rojek 365 rojan li ser kurdî bisekinin’
09:16 Zimanzan Alpay: Tu ziman ne di ser tu zimanî re ye
09:15 Li Somayê bedêla 'mirina her mirovekî' 6 roj cezayê girtîgehê ye!
09:14 Biryara ji bo JES'ê dijî hiqûqê ye
09:13 Li madenê şert û merc giran bûne, nexweşîn zêde bûne
09:11 Zevî bi rengê kesk û sor û zer xemilîne
09:10 Nivîskar Robar: Em ne ziman, ne ruh, ne jî bedenê bikujin
09:09 'Gardiyan li qawîşan bê lepik dest didin her derî'
09:08 Gunay: Îqtidar 'zirxê bêcezatiyê' dide polîsan
09:00 ROJEVA 13'YÊ GULANA 2020'AN
12/05/2020
20:08 53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:00 Bernameya 15'ê Gulanê ya Tora Çand û Zimanê Kurdî diyar bû
17:21 Ji Rêxistinên Mêrdînê bertekên hevpar: Destê xwe nedin zarokên me
16:35 Bijîşkek din ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
16:29 ‘Bêcezatî ji bo xwe kirine kevneşopiyek'
16:06 Şandeya DBP û HDP’ê li Tetwanê çû serdana goristanê
15:54 Sancar bersiva ‘maseya welat’ da Meral Akşener
15:31 Beştaş: Dewleta ku êrîşê tîne ser goristanan têk çûye
15:20 Buldan Cemxaneya Gazî ziyaret kir: Divê îqtîdar lêborînê ji elewiyan bixwaze
15:07 Walîtiya Enqereyê bîranîna Komkujiya Somayê qedexe kir
14:52 Li Bajarê Kurdan çima cezayê vîrûsa corona zêde ye
14:26 6 Girtiyên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin dev ji greva birçîbûnê berdan
14:13 Hejmara nû ya Jineolojiyê derket
13:51 Bang li Gerînendeyê Giştî yê Evrenselê Polat kirin ku îfade bide
13:49 Gef li HDP’iyan xwar û bêyî ku hesab bide çû
13:30 Girêdayî pevçûna çekdarî 14 kes hatin binçavkirin
13:05 Aktivîsta TJA'yê Newal jiyana xwe ji dest da
13:00 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
12:53 KCD: Em Leyla Qasim û hevalên wê ji bîr nakin