Ozsoy: Dewlet dixwaze miriyên kurdan ji îmaja siyasî derbixe

  • rojane
  • 09:44 16 Gulan 2020
  • |
img
ENQERE - Parlamenterê HDP'ê û Siyasetmedarê kurd Hiyar Ozsoy, diyar kir ku tevgera gelê kurd di 40 salên dawî de wateya mirinê guhertiye û got: “Mirin derxistiye ji derveyî tune bûnê. Hêza tundiya fîzîkî ya dewletê, wê ne kare hêza nirx û wateya gelê kurd a dide mirin û jiyanê têk bibe.”
 
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Hişyar Ozsoy, derbarê êrîşên li dijî goristan û cenazeyan ên di demên dawiyê de li gelek bajarên herêmê pêk hatin de nirxandin kir. Ozsoy, diyar kir ku ev polîtîkayeke dewletê ya dîrokiye û wiha axivî: “Ev rewşek dîrokiye. Divê rewşa heyî di kongekturê de baş bê nirxandin. Dewlet kurdên ku kuştiye, dixwaze wan bike hebûnek biyolojik. Lê li gorî hebûnên din em jiyanê bi awayekê civakî bi rêxistin dikin. Mirin jî bi vê re. Di encamê de hemû kes wê bimire, lê em weke civak û mirov, mirina biyolojik weke civakbûnê pîroz û bi awete dikin. Dewlet dixwaze mirina civakî, tune bike. Lê di vir de ewê çiqas bi serkeftîne ne diyare.”
 
‘DEWLET DIXWAZE KURDAN JI MIRIYÊN WAN QÛT BIKE’
 
Ozsoy, da zanîn ku li tevahiya cîhanê di hemû ol û baweriyên cuda de mirin piroze û wiha got: “Dema ku mirov di ber goristanan re derbas dibin, divê xwe bêdeng bikin û rêzê nîşan bidin. Ew qadek pîroze. Mirinên ku em behsê dikin, di encamê de mirinên polîtîkin. Mirinên polîtîk jî, di avakirina neteweya kurd de, xwedî cihek pir girîngin. Di têkoşîna avakirina neteweya kurd de, bi sedhezaran mirov jiyan xwe ji dest dan. Mêze bikin heya niha, stranên ji bo Alî Şêr û Şêx Saît tên gotin. Li ser wan kilam hene. Di demên herî nêz de 40-50 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan. Ne tenê li bakur, li hemû beşên din, kurd ji bo neteweya xwe ava bikin canê xwe feda kirin. Ji ber ku dewlet vê yekê dibîne û diyete, dixwaze van mirinan ji îmaja siyasî derbixe. Yanî dixwaze kurdên dijî, ji miriyên wan qût bike. Hewl dide sînoran bixe navbera wan û van sînoran jî bi awayekê hişk kontrol bike.”
 
‘KURD MIRIYÊN XWE DI MEJIYÊN XWE DE ZINDÎ DIHÊLIN’
 
Ozsoy, dest nîşan kir ku ev hewldana dewletê, hewldanek bêhûdeye û wiha bilêv kir: “Ez dixwazim tenê mînakekê bidim. Şex Saît di sala 1925 de li Deriyê Çiyê hat darvekirin û gora wî tuneye. Dibe ku di goreke komî de, li cihek nêz hatibe veşartin. Hema bêje 95 sal bi ser bûyerê re derbas bûye. Lê mirov wê rojê weke îro hatibe jiyîn tînin bira xwe û di mejiyên xwe de zindî hiştine. Ji ber vê dewlet tu carî bi ser nakeve. Cenaze hebin jî tune bin jî, kurd dîsan xwedî pîroziyên xwe derdikevin, wan tim bi bîr tînin, di fikir û ramanên xwe de zindî dihêlin.”
 
‘TÊKOŞÎNA GELÊ KURD TIRSA MIRINÊ JI NAVA GEL DERXIST’
 
Ozsoy, bal kişan ser têkoşîna 40 salên dawî ya tê bi rêve birin û wiha domand: “Di 40 salên dawî de, gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi deh hezaran ciwanên kurd hatin kuştin. Mirî her tim wate û nirxek mezin didin cîhana sembolik. Ger ji bo goran destûr neyê dayîn jî, di navbera kurd û miriyên wan de girêdanbûnek mezin heye. Li Kurdistanê dema ku mirov jiyana xwe ji dest didin, mirov wan bi duayên cuda defin dikin. Ev li gorî herêman tê gohertin. Elewî cudane, Sûnnî û Êzidî cudane. Lê hemû jî bi awayekê miriyên xwe defin dikin. Ji xwe heta ku wan defin nekin şînê nagirin. Ev pir girînge. Tevgera gelê kurd, carek din karî mirinê bi siyaset û jiyanê ve girê bide. Yanî mirin ji mirinek biyolojîk derxist. Têkoşîna gelê kurd, tirsa mirinê ji nava kurdan derxist û veguherand weke hewldanekê.”
 
‘HIRSA CIVAKÊ MEZIN DIKIN’
 
Ozsoy, diyar kir ku bi êrîşkirina cenaze û goristanan ne pêkane ku dewlet vî şerî qezenc bike û wiha rêz kir: “Bi xeyalan re şer dikin. Ev rewşek pir bi êşe ji bo dewletê. Dewlet di nava tirs û fikarê deye. Sedema êrîşkirina wê jî eve. Her ku dewlet êrîş bike, yê pêşberî xwe mezintir dike. Çi dibe bila bibe kurd her tim ji bo miriyên xwe cihekê dibînin. Kurd di vî warî de, misqalî zerre jî gav paşve na avêjin. Ger gavê paş ve bavêjin wê tune bibin. Ji ber vê ne pêkane ku tiştek wiha bikin. Ev binpêkirinek mafê mirovan a wisan hêsan tuneye. Mafê tu kesî nîne ku wisan bike. Kes vê rewşê qebûl nake. Dewlet bi rûxandin goran, hirsekê civakî ya mezin derxistiye holê. Gelo wê ev hirs çawan xwe îfade bike? Hemû kes hewl didin li du miriyên xwe herin.”
 
HER TIM TÊ ROJEVÊ
 
Ozsoy, da zanîn ku rêxistibûn dikeve para hemû kesan û wiha pê de çû: “Divê em bên gel hev û em vê mijarê bikin kurevî. Ger em nekarin tiştekê jî bikin, divê em van pêkanînên hovane li tevahiya cîhanê teşhîr bikin. Niha di destê me de xebatek heye. Di demek nêz de emê êrîşîn li dijî gor û cenazeyan bi raya giştî ya navneteweyî re par ve bikin. Di rojên derbas bûyî de, em bi nûnerên welatiyên endamên Yekitiya Ewropayê re civiyan. Her tim tê rojevê. Wê rapora li Tirkiyeyê mirov çawan tên kuştin, çawan tên definkirin û rastî kijan muameleyan tên bên nivîsandin û nîqaş li ser vê bên kirin.”
 
‘DIVÊ EM BERPIRSIYARTIYA XWE BI CIH BÎNIN’
 
Ozsoy, anî ziman ku evqas êş bi malbatan dayîna jiyîn tu feydeyê na de tu kesî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ew malbat ji xwe diaxivin. Ji xwe xwedî zarokên xwe derdikevin. Divê dewlet dest ji van êrîşan berde. Lazimek ku ji derveyî êrîş, xirabkirin û kuştinê em rêyên çareseriyê esas bigirin. Hovîtiyeke ku miriyan cardin bikujin heye. Em bi rastiyek wiha re rû bi rû ne. Divê em li dijî van hemûyan berpirsiyartiya dikeve ser milê me bi cih bînin.”
 
MA / Denîz Nazlim
 

Sernavên din

17/05/2020
16:51 Jinek li Cizîrê hat kuştin
16:37 Li ser Onlinê kampanya kursên Kurdî dest pê kir
15:58 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman dewam dikin
15:46 Vîrûs ji Stenbolê anî Wanê
15:20 Di 2 mehan de herî kêm 128 karker ji ber şewbê mirin
15:04 Rapora Girtîgehên Wanê: Talûkeya li ser jiyana girtiyan zêde dibe
14:52 Guven: Em bi xwe tedbîrên xwe bigirin
14:42 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna Hevşaredarên Îdirê dan
14:06 Bi guleyan gef li Ayhan Bîlgen xwarin
13:57 Agir bi dexl zadê Mexmûra Jêrîn ket
13:32 Komeleya Ekolojî ya Mêrdînê bertek nîşanî çêkirina RES’ê da
13:32 Şîrket zorê li karkerên bi şewbê ketine dike ku îstîfa bikin
13:00 KCD'ê Kurtay, Anyik, Oner û Zengîn bibîr anîn
12:37 Deriyê Navenda Vegerandina Kocberan li parêzeran girtin
11:34 Koçberiya masiyên Gola Wanê dest pê kir
11:27 Karkerê çandiyê yê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
11:27 ‘Îbrahîm nayê jibîrkirin’
10:41 Endamên OSO li Serêkaniyê 2 sivîl kuşt li Eyn îsa dexil şewitad
10:10 Hevşaredarê Vartînîsê hat girtin
09:46 Çend dîmenên xizaniyê
09:24 Prof. Kurul: Divê Tirkiye bi têgînên ‘terorê’ û ‘terorîst’ re rû bi rû were
09:21 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyên jin dane
09:12 DYA li dijî Îranê amadekariya şer dike
09:03 Çinîna ceh li Şengalê dest pê kir
09:02 Behsa hevalên xwe yê qawîşê Kûrtay, Zengîn, Anyik û Oner kir
09:01 Êrîşa li ser goristana perçeyek ji feraseta 'bila kurd dayika xwe nebîne' ye
09:01 Kûrtalan: AKP'ê pandemî jî veguherandiye firsendê
09:00 Pîroglû: Em dikarin siyaseta dijminatiyê ya îqtidarê pûç bikin
09:00 Parêzvanên mafên mirovan: Şewb veguherandina tolhilgirtinê
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2020'AN
16/05/2020
20:17 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 96
16:50 TMMOB’ê bertek nîşanî HES’ên Geliyê Zîlan da
16:25 Delîla suc ku xistin stuyê Hevşaredar aydî eskerê TSK’ê derket
16:11 Li Wanê nexweşên Covît-19 zêde dibin
15:59 ‘Hemû girtiyên nexweş berdin'
15:32 Jinan li Ofîsê Zincîra Xemrî ava kir: Jin Jîyan Azadî
15:07 Bûldan: Em bêdeng bimînin dê dor bê Stenbol û Enqerê jî
14:47 Li Îdir û Amedê qeyûm şermezar kirin
14:38 YNK'ê meşa Zînî Wertê asteng kir
14:35 Ji xizmên windayan pêşniyara “komîsyona rûbirûbûnê”
14:20 DEDAŞ'ê dîsa ceyran qut kir û gelek gund bê av man
14:04 Dayikên Şemiyê: Bila gorên her kesî bên dîtin
13:50 Banga ‘bêdeng nemîne’ li Îmamoglû kirin
13:29 Ji bo Kaya daxwaza ‘berdana lezgîn’
13:28 'Êrîşa li djiî goristanan hişmendiya Yezîd e'
13:27 Rêya çareseriyê têkoşîna hevpar e
13:03 Zîlan li ber çavê me dipirpirt e!
12:31 Dayik: Sol perçe kirin û dan girtiyan
12:09 Esker li Licê derketin operasyonê
12:06 Tundiya li dijî jin û zarokan zêde bû
12:00 Ne destûr dan bên şûştin, ne jî wesayîta cenaze dan malbatan
11:32 Xwişka Ferhat Kurtay: Her yek ji wan welatek bûn
11:13 Ciwanan dest bi meşa Zînî Wertê kirin
11:03 Çîçek: Ocalan, siyaseta ku hevsengiya Rojhilata Navîn biguhere pêş dixe
09:44 Ozsoy: Dewlet dixwaze miriyên kurdan ji îmaja siyasî derbixe
09:23 KÎD: Xwedî derketina mafê ziman seknek olî, sincî û mirovî ye
09:02 Ji bo girtiyên nexweş daxwaza 'tedawiya li malê'
09:01 Ên tên perçekirin ne gor in, mirovahî ye
09:01 Nivîsandina weziyeta karkerên çandiniyê bi qasî karê wan zehmet e!
09:00 Ondeş: Bi gotina 'raza dewletê' ser şaşiyan tê girtin
09:00 Cerdevan li Cûdî daristanê talan û wêran dikin
09:00 Li ser navê 'asayîbûnê' piştgiriya ji bo sermayeyê
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2020'AN
15/05/2020
23:48 Celîlê Celîl: Divê kurd dibistana vekin bi navê Hawarê
19:37 Îro hezar û 708 kes bi şewbê ketine
17:16 Xebata Tifaqa Kurdistanê tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:47 Bijîşkekî din bi Covît-19 jiyana xwe ji dest da
16:40 Qeyûm ewil wêneyê Soylu û Erdogan bi dîwarê şaredariyê dakir
16:23 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:15 Adiyaman: Wezareta Tenduristiyê destûrê nade lêkolînên zanistî
16:09 Li her deverê bertek nîşanî qeyûman dan: Roj ne roja bêdengiyê ye
15:58 SES dê li dijî giştînameya SGK'ê dozê veke
15:56 Egîtîm Sen: Bi zimanê xwe bijîn
15:03 Li Xarpêtê gardiyanan li jinên girtî da
15:02 Polîsan bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kirin
15:00 TJA: Her netew li ser çand û zimanê xwe mezin dibe
14:24 Karê ewil ê qeyûm Merşa Îstîklalê bû
14:21 Li Geliyê Zîlanê dê carek din talankirin pêk were
14:01 ‘Dewlet li dijî zimanê kurdî darbeyê pêk tîne’
13:06 Li dijî qeyûman bertek zêdene: Asayîbûna Qesrê ev e
13:05 Sancar: Ev îqtîdar darbekar e
12:50 Li dijî vîna hilbijêran darbe: Ji 65 şaredariyan qeyûm tayînî 45 şaredariyan kirin
12:45 DBP: Şaredarî hatin dagirkirin
12:18 Girtiya nexweş Ozbay: Dixwazin em ji mirinan yekê hilbijêrin
12:09 Polîsan li Qelqeliyê 43 kes binçav kirin
11:33 Di fabrîqeyan de 118 karker bi vîrûsa koronayê ketin
11:22 Yekîtiya Jinên Kurd Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
11:03 'Guh bidin vê Hawarê'
10:46 DBP: Em hemû qad û jiyana xwe bikin bi kurdî
10:33 Derî û şibake şikandin
10:20 Parlementerên HDP’ê: Yên dibêjin darbe ew bixwe darbekar in
10:20 Ji ber ambargoyê dermankirina nexweşan tê astengkirin
10:16 Dr. Deger: Heta derman neyê dîtin mirov nikare qala asayîbûnê bike
09:57 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 7'an diyar bû
09:42 Saleka xwe ya bi astengî derbas bû vegotin
09:30 HDP: Cejna Zimanê Kurdî li dijî zextan berxwedan e
09:30 Li Bedlîsê 356 malbatan hev dîtin
09:29 Kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî
09:29 AYM'ê serlêdana der barê girtiyê rewşa wî xedar Kaya de red kir
09:28 Fîlmekî nû yê Alî Kemal Çinar: Dilop