Mele Kaplan: Dest nedin nirxên me yên pîroz

  • rojane
  • 09:02 24 Gulan 2020
  • |
img
AMED - Mele Nîzamettîn Kaplan, êrîşên li ser goristanan şermezar kir û diyar kir ku li aliyekî qala biratiyê dikin, li aliyê din jî dibêjin ‘kurdê herî baş ê bêgor e û got: "Dest nedin nirxên me yên pîroz." 
 
Êrîşên li ser goristanan ên li Mûş, Wan, Gever, Çewlik, Farqîn û Hezexê hatî kirin berdewam dikin. Goristana li Gundê Sîsê yê Licêya Amedê careke din hat rûxandin. Her wiha bertekên li dijî van êrîşan jî didomin. Mele Nîzamettîn Kaplan jî bertek nîşan da û diyar kir ku nêzîkatiya ku li cenaze û goristana tê kirin di tu dînî de nayê qebûlkirin û got: “Erîşên li ser goristanan tên kirin ne tenê di ola îslamê de, di tu olan de cihê vê nîn e. Ji ber ku pêxember hurmet daye miriya. Di herbê de jî dema yekî xeyrî muslîm dihat kuştin tu texrîbat li cenazeyên wan nedikir.”
 
‘TEHAMULÎ GORISTANAN NAKIN’
 
Kaplan, anî ziman ku beriya çend sala digotin li Kurdistanê kurdê herî baş kurdê mirî ye û wiha axivî: “Niha jî dibêjin ‘kurdê herî baş yê bê mezel e.' Ev tişteke pir şerm e. Rojekê cenazeyê yekî cihû li ber pêxember derbas dibe, radibe jê rêzê digire. Sehabe jê re dibêjin ‘ya Resûlullah ev ne misilman e cihû ye.’ Pêxember dibêje, 'ma ne mirov e?' Ji ber ku mirov bû jê re rêz girt. Îro êrîşên li ser goristanên gerîla tên kirin tiştekî gelek şerm e, eyb e. Serokkomar, Wezîrê Karê Navxweyî dibêjin em birayê hev in lê îro goristanan xerab dikin û tehamul nakin.”
 
‘DI BIRATIYÊ DE DIVÊ HER TIŞT WEKHEV BE’
 
Kaplan, bibîr xist ku di 13’ê Îlona 2017’an de êrîşî cenazeyê Hatûn Tûglûkê hatiye kirin û got: “Nijadperest rabûn gotin ‘em terorîsta li welatê xwe naxwazin’ û pişt re cenaze derxistin birin li Dersîmê definkirin. Tên dibêjin, em birayên hev in. Di biratiyê de gereke her tişt wekhev be. Dema hilbijartina em birayê hev in, niha dibêjin yek ol, dewlet û yek al. Di dînê îslamê de tiştekî wisa tune ye. Xwedê dibêje ‘min rengê we, qebîleyên we ji hev cuda çekirine ku hûn hev nas bikin.’ Tu yek ji xeynî tirkitiyê tişteke din qebûl nekî wê demê tu li dijî emrê Xwedê tê.”
 
‘MISILMANÊN ÇAWA NE?’
 
Kaplan, anî ziman ku kêlên goristanan ji bo ku gor diyar bin hene û got: “Kêlên goristana ji bo ku mezel winda nebin, dê û bav mezelê zarokê xwe nas bikin hene. Ji bo ku şehadet an navê gerilayekê hatiye nivîsandin tehamul nakin. Li gor min nijadperestiyê zêdetir tu wateya van êrîşan nîn e. Tenê ji bo ku kurd in, gerîla ne, dibêjin ‘bila mezelê wan tune be, dê û bav bila neçin ser gora wan’ ji bo vê yekê wisa dikin. Em van êrîşan şermezar dikin. Nahêlin em biçin ji bo zarokên xwe fatihayekê jî bixwînin û dibên em misilman in. Misilmanên çawa ne? Em Qur'anê û sunetên pêxember dinêrin tişteke wisa tune ye. Ji hezar û 400 salan heta niha di tu herba de dest bi miriya nedane. Ne li ser laşê wan leyistine ne jî goristanên wan xerab kirine.”
 
‘DEST JI NIRXÊN ME BERDIN’
 
Kaplan, destnîşan kir ku di dînê îslamiyetê de destnedayîna goristanan heye û wiha lê zêdekir: “Hewceye ku kes bi laş û goristanê neleyîze. Nahêlin mezelekî me jî hebe. Êdî bes e destên xwe ji goristanên me bikişînin. Bila dilê dayik û bavan zêde neşewite. Di vê meha pîroz de pêşiya çend rojan goristana Licê hilweşandine. Ji bo xatirê vê meha pîroz bes e êdî. Dest ji nirxên me yên pîroz berdin.”
 
Kaplan, herî dawî Cejna Remezanê ya gelê kurd û alema îslamê pîroz kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila ev eyd bibe wesileya aşitiyê, zilm û zora li ser welatê me û goristanên me rabe.”
 

Sernavên din

26/05/2020
16:07 15 rêxistinên civakî yên Amedê xwestin girtiyan serbest berdin
15:36 Li Cîhanê Covid-19: WHO li dijî pêla duyemîn hişyar kir
14:46 Zrîngê cenazeyên di bin peyarêyê de hatin veşartin xêz kiriye
14:44 Xwendekarên Tipê bi vîrûsa koronayê ketin
14:05 Derya Aydin: Jenosîda hiş û bîra civakî
13:26 Orhan mirina bi guman leşker bir rojeva meclisê
12:50 Ocalan her tim di çareseriyê de israr kir
11:17 ‘Em ê dest ji têkoşîna mafên xwe bernedin’
10:51 Vê carê jî polis û notirvanan li Sûltanbeyliyê êrîş kirin
10:31 Li Wanê 18 hezar kes di karantînayê de ye
10:18 Beriya bê kuştin alîkarî ji polîsan xwest
10:06 Temaşevan dikarin belgefîlma Siya Avê di înternetê de temaşe bikin
09:46 Weke çavên xwe li çinara 800 salî dinêrin
09:22 ‘Divê dest ji polîtîkayên şaş ên çandiniyê berdin’
09:07 Çalakiya hezaran deriyê Îmraliyê vekir
09:07 'Zarokên me dîrok nivîsandin'
09:07 Îxrac bû dest bi çêkirina gubre kir
09:07 Neviyê Şêx Seîd: Em dagirkeran nas bikin û zilmê qebûl nekin
09:06 Di pêvajoya Covît-19 de lez dan avakirina HES’an
09:01 Dayika Gezen: Ji bo azadiya gel lawê min çalakî pêk anî
09:01 Bazara heywanan vebe jî firotin tuneye
09:01 Vegeriya gundê xwe dest bi xwedîkirina mirîşkan kir
09:01 Bertekên rêxistinên civakî: Em li dijî şerma Kilyosê bibin yek
09:01 Bulbul: Ku êdî zilm li cenaze û goristanan tê kirin wê demê îktîdar xelas bûye
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2020'AN
25/05/2020
22:30 Bekçî lêxist polîs kelepçe kir
21:02 Li Tirkiyeyê 4 hezar û 369 kes bi Covît-19 mirin
16:54 Dilgeş ê nexweşê gurçikê ye nikare dermanên xwe bigire
16:16 Ji girtiyê li Bunyanê re gotin: Hûnê hêza dewleta Tirk bibînin
16:08 40 gund 11 rojin bê av û bê ceyran in
15:52 Gundê Gendelovayê xistin qerantînayê
15:47 Ji bo parêzerên di rojiya mirinê de bang kirin
14:39 Wezaret dê mudaxîlbûyîna lêpirsîna Komeleya Rosa binirxîne
12:27 Berf heliya maşîneyên di bin aşûtê de man derketin derve
11:52 Li Wanê malek hat şewitandin
11:21 Tirb hilweşandin û ala tirk bi daran vekirin
10:26 Rojnameya Yenî Yaşamê dusalî ye
10:03 Apê Musa 100 salî ye!
09:45 Komkirina kîvarkên bejî dest pê kir
09:19 Hatîmogûllari: Îşkencê li civakê dikin
09:18 Çotkar deyn dike û diçîne
09:02 ‘Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin
09:02 Jinan: Ji vê şaşiya xwe paşve vegerin
09:01 Qedexeya Nisêbînê vegot: Me heta dawiyê li ber xwe da
09:01 Hewl dan peykerê 6 hezar sal ji cihê wê bikin
09:01 Hilberînerên çayê bi derdin
09:00 ‘Asta zilmê ya herî jore’
09:00 ROJEVA 25’Ê GULANA 2020’AN
24/05/2020
17:58 100 endamên DAİŞ'ê vegeriyan Almanyayê
17:49 SOHR: Heta niha Tirkiye 10 Hezar û 100 eskerên bi pere ji Sûrî şandine Lîbyayê
17:31 OHD'ê rapora goristanan parve kir: Hem gorên wan şikandin û hem lêpirsîn vekirin
15:33 Li Wanê eskerek kuştî hat dîtin
14:31 Dilgeş ê 3 salî jî bi diya xwe re ket girtîgehê
14:12 Goristan îsal vala man
13:12 MED TUHAD-FED: Dawî li bê hiqûqiyê bînin
HDK: Em ê aştî û edaletê bi hevre pêk bînin
12:36 26 sal berê bira û birazê revandin, lê hêj kujer nehatine cezakirin
11:59 Gelê Rojava Cejna Remezanê li ser goristanan pîroz kir
11:24 Şaredariya AKP'î di cejnê de welatî bê av hişt
10:57 KÎD: Bila cejn bibe wesîleya vejîn û raperînê
10:15 Piştevaniya Mor, li dijî tundiyê xwe digînin hev
09:56 Aydenîz: Ji tora têkoşîna jinê ditirsin
09:30 KCD: Em dixwazin cejn li gorî wateya xwe bê pîrozkirin
09:13 HDP dest bi têkoşînek nû dike
09:03 'Me Komkujiya 1938’an anî rojevê
09:02 Mele Kaplan: Dest nedin nirxên me yên pîroz
09:01 Cerdevantiyê li zozanvana ferz dikin
09:00 'Dest nedin xwezaya me'
09:00 Işik: Bi hilbijartinê nikarin bi qeyûman xesp dikin
09:00 Zimanê zikmakî bi weşaneke hevpar diparêzin
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2020'AN
08:27 Dadgehê 12 siyasetmedarên kurd şandin girtîgehê
02:33 Kurd li korîdorên dadgehan cejnê pêşwazî dikin
23/05/2020
23:15 Endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê Kûzû hat girtin
19:55 32 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:14 Rojnamevan Dogrû hat girtin
16:44 Cenazeyê Sabrî Kaya di bin dorpêça polîsan de defin kirin
16:30 Xizmên windayan vegotin: Ne hestî û ne gorên wan hene
16:01 Dozger bêyi îfadeyên wan bigire xwest bên girtin
15:54 Rojnameger Rojhat Dogrû di binçavan de ye
15:42 Keça min întîhar nekiriye, ez bi guman im
15:42 Çûyîna komeleya xwe ji sûc hesibandin
15:14 Ji bo girtiyê 70 salî bang kirin
15:07 'Operasyon li dijî hemû jinan e'
14:23 17 sal in hestiyên bav û apê wî nadin wan
14:22 Malbatê cenazeyê Kaya girt
14:04 ÎHD'a Îzmirê azadiya girtiyên nexweş xwest
13:50 Parêzvanên Jin ji 30 welatan bang kirin: Bêdeng nemînin
13:09 715 rojan girtî ma hêj nû îdeaname amade kirin
13:01 Bi wêneyan bêdengiya li Sûrê û Deriyê Çiyê
13:01 Notirvanan li ciwanê ku ji bo avêtina çopê derket derve xistin
12:51 OHD'ê rapora çavdêriya Kilyosê parve kir: Bila rayedar bên darizandin
12:04 Agir bi konteynerê ket: Karkerek mir
11:48 Keskîn: Bêdengiya mûxaletefê Kaya kuşt
11:46 Testa Kaya ya vîrûsê negatîf derket
11:40 Azadiyê binpê dikin
10:58 Fîlmê Dilop li ser youtube weşandin
10:58 Konseya Ewropa Tirkiye hişyar kir: Êrîşên li ser rojnamegeran rawestînin
10:20 Ji Rosa banga piştevaniyê
10:19 Tê payîn siyasetmedar û aktîvîstan îro sewqî dadgehê bikin
10:05 Nameya ji bo ‘goristanan'