Bertekên rêxistinên civakî: Em li dijî şerma Kilyosê bibin yek

  • rojane
  • 09:01 26 Gulan 2020
  • |
img

STENBOL - Nûner û rêveberên rêxistinên civakî û demokratîk feraseta definkirina komî û definkirina li peyarêya Goristana Kilyosê ya 261 cenazeyên ji Goristana Xerzanê anîbûn, şermezar kirin. Nûnerên rêxistinên sivîl  û demokratîk xwestin hemû hêzên demokratîk û muxalif li dijî vê şermê bibin yek û dengê xwe bilind bikin. 

 
Rêxistinên civakî û demokratîk bertek nîşanî definkirina komî û definkirina li peyarêya Goristana Kilyosê ya 261 cenazeyan dan. Eskeran bi fermana dozgeriya Komarê ya Tetwanê di 19'ê Kanûna 2017'an de li gundê Oleka Jor a Bedlîsê 282 cenaze ji Goristana Xerzanê derxistibûn. Piştre bi awayekî dizî cenaze biribûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Piştre hat dîtin ku li Goristana Kîlyosê hatine veşartin. Ji cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin heya niha tenê 21 jê radestî malbatan hatine kirin. Bi dîmen û wêneyan derket holê ku rayedarên ATK'ê û goristanê 261 cenazên din bi komî û di bin peyarêya li Goristana Kîlyosê defin kirine. Piştî dîmenên definkirinê gihişt destê Ajansa me ya Mezopotamya bertek û neazibûnên civakê û rêxistinên demokratîk zêde bûn. Gava cenazeyê Cengîz Demîr û Huseyîn Doner radestî malbatên wan tên kirin, dîmen tên girtin. Dîmen di 2'yê Adarê de hatine girtin. Di dîmenan tê dîtin ku peywirdar qabên jimareya wan 6 û 9'ê ku cenazeyên Demîr û Doner têde ne derdixin û wan radestî malbatan dikin. 
 
HDK: ÊRÎŞA LI DIJÎ HAFIZAYA KURDAN E
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ugurlu, anî ziman ku li hemû welatên cîhanê her kermeta mezin dide goran û wiha got: “Di tu bawerî û pirtûkên pîroz de êrîşa li dijî gor û goristanan nayêqebûlkirin. Goristan di qada navneteweyî de pîroz in. Goristan ji bo her civakê navenda hafizayê ye. Îqtîdara AKP'ê ji bo hafizaya gelê Kurd tune bike van êrîşan dike. Dewlet û hikûmet di her axatinên xwe de dibêjin 'Birayên me yên Kurd' lê li aliyê din êrîşî gorên birayê xwe dikin. Hurmeta dewletê ya li dijî gelê Kurd tune ye. Definkirina cenazeyên Kurdan ên li tenişta rê û bin peyarêyan bê hurmetiya li dijî gelê Kurd nîşan dide. Divê hemû civak li dijî vê şermê bibe yek û bertekên xwe binin ziman. Dê dîrok AKP'ê bi van sepandinê wê binivîse. 
 
ANYAKAY-DER: DIVÊ EM DENG BILIND BIKIN
 
Rêveberê Komeleya Piştevaniya Malbatên Xizmên Xwe Windakirine ya Anadolu (ANYAKAY-DER) Hasan Avras jî anî ziman ku dema cenaze ji Goristana Xerzanê revandin û birin Stenbolê, bertek û nerazibûn pir kêm bûn û wiha got: "Eger wê demê bertekên zêde hatibuya nîşandan, dê îro cenaze li tenişta rêyan û bin peyarêyan bi komî nehatina definkirin. Ger ku wê demê bertek zêde bûna dê cenaze bidana malbatan. Bertekên li dijî goristana Xerzanêpir dereng pêş ketin. Ger ku wê demê bertek zêde bûna dê piştre êrîşî goristanên li Lice, Wan, Çewlîk û cihên din nekiribûya. Divê hemû kesên ji xwe re dibêjin 'Ez mirov im' li dijî van êrîşan bêdeng nemînin. Divêher kes li dijî vê hovîtiyê dengê xwe bilind bikin. Kî li dijî vî sûcî dernekeve ew dibin şirîkê vî sûcî. 
 
SYKP: PLANA HILWEŞÎNÊ DIDOME
 
Hevserokê Partiya Avakirina Ji Nûve ya Sosyalist (SYKP) Cavît Ugur jî bertek nîşan da û wiha got: "Di bingehê dewletan de her dem polîtîkayên înfaza bê daraz, windakirina mirovan, îşkence û hemû dijhiqûqî û binpêkirina mafan heye. Zimanê mafyayê herî ketî, wekî zimanê çareseriyê derdixin pêş. Derdikevin ekranên televizyonan û diyar dikin ku dê çend kesan bikujin. Heta diyar dikin ku dê xwîna keç û zarokên me vexwin. Êrîşa li dijî gor û goristanan jî encama vê hişmenî û gefan in." 
 
Ugur, da zanîn ku nerîna siyasî, bawerî, nasname û rengê wan çi dibe bila bibe, kesek piştî jiyana xwe ji dest bide, divê ji hemû cezakirin û mudaxaleyan bê par bê hiştin û wiha got: “Mirovahiyê bi çand, bawerî dîrok û kevneşopiyên hezar salan xwe gîhandiye îro. Definkirina 261 hestiyên mirovan a bêyî agahiya malbatan bi komî û di peyarêyê de definkirin bi tu awayî nayê qebûlkirin. Di tu pergalên baweriyan de ev yek tune ye. AKP, mafê merasim û definkirina cenazeyê Kurdan tehamul nake. Peyama wan pir aşkere ye. Bi vê yekê êrîşî hemû mafê Kurdan ên kolektif dike. Ev berdewama plana têkçûn û hilweşînê ye."
 
EMEP: EV DIJMINANTÎ YE'
 
Seroka Giştî ya Pardiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan jî anî ziman ku îqtîdar qural û qanûnan nas nake. Polîtîka berberî û dijminantiyê berdewam dike. Bi polîtîkaya yek zilamiyê îşkenceyê li cenazeyan dike, êrîşên lîncê pêş dixin, gor û goristanan xera dikin. Îşkenceya li miriyan û êrîşa li goristanan nêzîkatiya dijminantiyê ye. Di hemû baweriyan de hurmeta li dijî gor û goristanan heye. Di hemû baweriya de hurmeta li dijî cenazeyan heye. Di dîroka hiquqa şer de her dem li dijî cenazeyan hukmên taybet hene. Rêveberiya Rejîma yek zilamî ji definkirina komî ya peyarêyan a Goristana Kilyosê heta êrişên cenazeyan tu qûral û qanûnan nas nake. Êrîşa li dijî goristanan encama vê feraseta hovîtiyê ye. Bersîva herî baş divê hemû hêzên têkoşîna demokrasiyê didin bêtir li demokrasî û aştiyê xwedî derkevin û di têkoşînaa azadiyê de bêtir israr bikin." 
 
ESP: EV KEVNEŞOPIYA DEWLETÊ YE
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîs a Bindestan (ESP) Şahin Tumuklu jî anî ziman ku êrîşa li dijî cenaze û goristanan ji serdema împaratoriya Osmanî dest pê kiriye û heta niha didome û got: "Ev kevneşopiya dewletê ye. Şoreşger û lehengên gel ên ku li dijî feraseta dewletê têdikoşin, dewlet ji bo wan ji beleka dîrokê paqij bike êrîşî cenazeyen wan dike. Li ser bedena miriyan siyasetê dike. Kesên wekî Şahkulu, Şêx Saîd, îxtîlalkarê Hurufî, Fatma Hatun, Seyîd Riza, Paramaz û gelek kesên din hêj gorên wan ne diyar in. Li ser vê axê hemû kesên tekoşîna edalet û azadiyê dide gorên wan tên windakirin. Kesên di dîrokê de bûne peşeng gorên wan rastî êrîşan tên. " 
 
Kurdan ji bo xwe talûkeyek mezin dibîne. Ji ber vê yekê bi taybetî êrîşî wan dike. Wan dixe hedefa xwe ya taybet. Ji bo ser pergala xwe ya dagirkerî û metîngeriyê bigirin, êrîş dikin. Dixwaze Kurdistanê dîl bigire. Dixwazin Kurdan bê nasname û bê siyaset bihêlin. Ev halê rizînê ya polîtîkaya înkar û bişaftinê ye. Divê li dijî vê yekê em bêtir têkoşînê bilind bikin. Divê em li dijî polîtikaya înkar û îmhayê têkoşînê bilind bikin." 
 
 
HDP: EV PÊKANÎNEK FAŞÎST E
 
Parlamenterê HDP'ê yê  Stenbolê Erdal Avcî jî anî ziman ku derxistina cenazeyan a ji Goristana Xerzanê û definkirina bi komî ya li peyarêya Goristana Kilyosê li dijî sinc û wicdan e û wiha got: "Ev goristan di pêvajoya çareseiyêde bi destûra waliyên AKP'ê hatibûn avakirin. Bi armanca piştgiriyê bide pêvajoya çareseriyê goristan hatibûn avakirin. Ji bo hinek êşa civakê derman bike û pêvajoya asayîbûnê pêş bixe bû. Lê AKP'ê pevajoya çareseriyê xelas kir û bi MHP'ê re îtîfaq ava kir. Konsepta şer xist meriyetê. Ev yek bû sedem ku Tirkiye dîsa veger pêvajoya şerê salên 1990'an. Em dixwazin bi lez dawî li van pêkanînên faşîst bînin. Goristana Kilyosê di qada Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de ye. Divê van cenazeyan ji peyarêyê derxin û li gorî usulê yek bi yek defin bikin. Divê şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî dawî li vê şermê bîne. 
Divê hikûmet lêbokrîna xwe ji gel bixwaze. Divê wezaret zû dest bi xebatan bikin û bi lez encama testên DNA zelal bikin. Divê cenazeyan bidin malbatan û li gorî kevneşopiyan bên definkirin. Divê dawî li vê şerma mirovahiyê bînin." 
 
MA / Erdoğan Alayumat

Sernavên din

26/05/2020
16:07 15 rêxistinên civakî yên Amedê xwestin girtiyan serbest berdin
15:36 Li Cîhanê Covid-19: WHO li dijî pêla duyemîn hişyar kir
14:46 Zrîngê cenazeyên di bin peyarêyê de hatin veşartin xêz kiriye
14:44 Xwendekarên Tipê bi vîrûsa koronayê ketin
14:05 Derya Aydin: Jenosîda hiş û bîra civakî
13:26 Orhan mirina bi guman leşker bir rojeva meclisê
12:50 Ocalan her tim di çareseriyê de israr kir
11:17 ‘Em ê dest ji têkoşîna mafên xwe bernedin’
10:51 Vê carê jî polis û notirvanan li Sûltanbeyliyê êrîş kirin
10:31 Li Wanê 18 hezar kes di karantînayê de ye
10:18 Beriya bê kuştin alîkarî ji polîsan xwest
10:06 Temaşevan dikarin belgefîlma Siya Avê di înternetê de temaşe bikin
09:46 Weke çavên xwe li çinara 800 salî dinêrin
09:22 ‘Divê dest ji polîtîkayên şaş ên çandiniyê berdin’
09:07 Çalakiya hezaran deriyê Îmraliyê vekir
09:07 'Zarokên me dîrok nivîsandin'
09:07 Îxrac bû dest bi çêkirina gubre kir
09:07 Neviyê Şêx Seîd: Em dagirkeran nas bikin û zilmê qebûl nekin
09:06 Di pêvajoya Covît-19 de lez dan avakirina HES’an
09:01 Dayika Gezen: Ji bo azadiya gel lawê min çalakî pêk anî
09:01 Bazara heywanan vebe jî firotin tuneye
09:01 Vegeriya gundê xwe dest bi xwedîkirina mirîşkan kir
09:01 Bertekên rêxistinên civakî: Em li dijî şerma Kilyosê bibin yek
09:01 Bulbul: Ku êdî zilm li cenaze û goristanan tê kirin wê demê îktîdar xelas bûye
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2020'AN
25/05/2020
22:30 Bekçî lêxist polîs kelepçe kir
21:02 Li Tirkiyeyê 4 hezar û 369 kes bi Covît-19 mirin
16:54 Dilgeş ê nexweşê gurçikê ye nikare dermanên xwe bigire
16:16 Ji girtiyê li Bunyanê re gotin: Hûnê hêza dewleta Tirk bibînin
16:08 40 gund 11 rojin bê av û bê ceyran in
15:52 Gundê Gendelovayê xistin qerantînayê
15:47 Ji bo parêzerên di rojiya mirinê de bang kirin
14:39 Wezaret dê mudaxîlbûyîna lêpirsîna Komeleya Rosa binirxîne
12:27 Berf heliya maşîneyên di bin aşûtê de man derketin derve
11:52 Li Wanê malek hat şewitandin
11:21 Tirb hilweşandin û ala tirk bi daran vekirin
10:26 Rojnameya Yenî Yaşamê dusalî ye
10:03 Apê Musa 100 salî ye!
09:45 Komkirina kîvarkên bejî dest pê kir
09:19 Hatîmogûllari: Îşkencê li civakê dikin
09:18 Çotkar deyn dike û diçîne
09:02 ‘Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin
09:02 Jinan: Ji vê şaşiya xwe paşve vegerin
09:01 Qedexeya Nisêbînê vegot: Me heta dawiyê li ber xwe da
09:01 Hewl dan peykerê 6 hezar sal ji cihê wê bikin
09:01 Hilberînerên çayê bi derdin
09:00 ‘Asta zilmê ya herî jore’
09:00 ROJEVA 25’Ê GULANA 2020’AN
24/05/2020
17:58 100 endamên DAİŞ'ê vegeriyan Almanyayê
17:49 SOHR: Heta niha Tirkiye 10 Hezar û 100 eskerên bi pere ji Sûrî şandine Lîbyayê
17:31 OHD'ê rapora goristanan parve kir: Hem gorên wan şikandin û hem lêpirsîn vekirin
15:33 Li Wanê eskerek kuştî hat dîtin
14:31 Dilgeş ê 3 salî jî bi diya xwe re ket girtîgehê
14:12 Goristan îsal vala man
13:12 MED TUHAD-FED: Dawî li bê hiqûqiyê bînin
HDK: Em ê aştî û edaletê bi hevre pêk bînin
12:36 26 sal berê bira û birazê revandin, lê hêj kujer nehatine cezakirin
11:59 Gelê Rojava Cejna Remezanê li ser goristanan pîroz kir
11:24 Şaredariya AKP'î di cejnê de welatî bê av hişt
10:57 KÎD: Bila cejn bibe wesîleya vejîn û raperînê
10:15 Piştevaniya Mor, li dijî tundiyê xwe digînin hev
09:56 Aydenîz: Ji tora têkoşîna jinê ditirsin
09:30 KCD: Em dixwazin cejn li gorî wateya xwe bê pîrozkirin
09:13 HDP dest bi têkoşînek nû dike
09:03 'Me Komkujiya 1938’an anî rojevê
09:02 Mele Kaplan: Dest nedin nirxên me yên pîroz
09:01 Cerdevantiyê li zozanvana ferz dikin
09:00 'Dest nedin xwezaya me'
09:00 Işik: Bi hilbijartinê nikarin bi qeyûman xesp dikin
09:00 Zimanê zikmakî bi weşaneke hevpar diparêzin
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2020'AN
08:27 Dadgehê 12 siyasetmedarên kurd şandin girtîgehê
02:33 Kurd li korîdorên dadgehan cejnê pêşwazî dikin
23/05/2020
23:15 Endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê Kûzû hat girtin
19:55 32 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:14 Rojnamevan Dogrû hat girtin
16:44 Cenazeyê Sabrî Kaya di bin dorpêça polîsan de defin kirin
16:30 Xizmên windayan vegotin: Ne hestî û ne gorên wan hene
16:01 Dozger bêyi îfadeyên wan bigire xwest bên girtin
15:54 Rojnameger Rojhat Dogrû di binçavan de ye
15:42 Keça min întîhar nekiriye, ez bi guman im
15:42 Çûyîna komeleya xwe ji sûc hesibandin
15:14 Ji bo girtiyê 70 salî bang kirin
15:07 'Operasyon li dijî hemû jinan e'
14:23 17 sal in hestiyên bav û apê wî nadin wan
14:22 Malbatê cenazeyê Kaya girt
14:04 ÎHD'a Îzmirê azadiya girtiyên nexweş xwest
13:50 Parêzvanên Jin ji 30 welatan bang kirin: Bêdeng nemînin
13:09 715 rojan girtî ma hêj nû îdeaname amade kirin
13:01 Bi wêneyan bêdengiya li Sûrê û Deriyê Çiyê
13:01 Notirvanan li ciwanê ku ji bo avêtina çopê derket derve xistin
12:51 OHD'ê rapora çavdêriya Kilyosê parve kir: Bila rayedar bên darizandin
12:04 Agir bi konteynerê ket: Karkerek mir
11:48 Keskîn: Bêdengiya mûxaletefê Kaya kuşt
11:46 Testa Kaya ya vîrûsê negatîf derket
11:40 Azadiyê binpê dikin
10:58 Fîlmê Dilop li ser youtube weşandin
10:58 Konseya Ewropa Tirkiye hişyar kir: Êrîşên li ser rojnamegeran rawestînin
10:20 Ji Rosa banga piştevaniyê
10:19 Tê payîn siyasetmedar û aktîvîstan îro sewqî dadgehê bikin
10:05 Nameya ji bo ‘goristanan'