Lîsa Çalan: Navê her kesê di dosyeyê de derbas dibe divê were darizandin

  • rojane
  • 10:51 4 Hezîran 2020
  • |
img

AMED – Bi ser bombekirina mitînga HDP’ê ya Amedê re 5 sal derbas bû. Lîsa Çalan a ku di êrişê de her du lingê hatin jêkirin xwest navê kesên di dosyeyê de derbas dibin werin darizandin. Parêzer Kazim Bayraktar jî got ew ê dozê bibin DMME’yê.

Partiya Demokratîk a Gelan di 5’ê Hezîrana 2015’an de mitînga “Mirovahiya Mezin” a hilbijartina 7’ê Hezîranê li dar xist. Bi sed hezaran kes beşdarî mitîngê bûbû. DAIŞ’ê li mitîngê bombe teqand. Ew roj 2 hezar û 360 polîs hatine wezîfedarkirin. Li gel vê yekê jî êrişkaran bombe xistiye qada mitîngê. Di teqînê de Ramazan Yildiz, Necatî Kûrûl, Şêhmûz Kaçan, Cîvan Arslan û Alî Turkmen canê xwe ji dest dan û bi ser 400 hezar kesî re jî birîndar bû.
 
Teqîn ji aliyê Orhan Gonder ê têkiliya wî bi DAIŞ’ê re heye pêk hat. Kujer ji Sûriyê tê Amedê. Li otelek dimîne. Li gel ku polîs nasnameya wî kontrol dikin û girteka qaçaxiya leşkeriyê didinê jî lê nayê darizandin.
 
Derbarê Îsmaîl Korkmaz, Mustafa Kilinç, Orhan Gonder, Îlhamî Bali û Burhan Gok de ku wek kiryarên êrişê tên zanîn ji ber kuştina însanan û teqînê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dihatin darizandin. Bi biryara Dadgeha Bilind dozê di gulana 2016’an de neqlî Dadgeha Enqereyê kirin. Heta niha 25 danişînê dozê hatine lidarxistin. Şandeya dadgehê derbarê Îlhamî Bali û Burhan Gok de biryara beratê dabû. Derbarê her sê bersûcên din de bi giranî hatin cezakirin.
 
DAVÛTOGLÛ NEHAT GUHDARÎKIRIN 
 
Tevî hemû îtîrazên parêzeran jî bersûc Burhan Gok nehat girtin. Parêzeran xwest Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû ku di axaftinek xwe têkildarî wê serdemê li xwe mikûr hatibû wî beşdarî danişînê bikin û li dadgehê were guhdarîkirin. Lê dadgehê daxwaza parêzeran red kir.
 
DARIZANDINA POLÎSAN
 
Ji ber ku polîsan wezîfeya xwe pêk neaniye derbarê wan de jî doz hat vekirin. 5 midurên emniyetê, 3 komiser û 11 polîs tên darizandin. Lê cezayek hindik bo wan tê xwestin. Danişîna wan li Dadgeha Amedê didome.
 
 
DÊ DOZÊ BIBIN EWROPAYÊ
 
Ji parêzerên doza 5’ê Hezîranê Kazim Bayraktar axivî û diyar kir ku di 5 sal in ev doz didome û heta niha delîl nehatine komkirin û bêyî ku delîl werin lêkolînkirin biryar hat dayîn. Bayraktar da zanîn ku têkiliya teqîna Amedê û teqîna li Balafirgeha Brûksela Belçîkayê bi hev re girêdayî ne. Bayraktar got komkujiyên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine kirin çi hebin bi têrkirî nehatine lêkolînkirin. Bayraktar anî ziman ku ji bo rewşa siyasî ya li Tirkiyê û têkildarî rewşa HDP’ê ku dê bi ser biketa şaneyên DAIŞ’ê xistine dewrê û gelek kar û mar dane wan. Bayraktar da zanîn ku ew ê dozê bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê.
 
 
TEVÎ REWŞA FIZÎKÎ JÎ LI KOLANAN E
 
Yek ji van birîndarên giran a teqînê Lîsa Çalan bû. Lîsa Çalan gelek caran emeliyat bû û her du lingê wê hatin jêkirin û asteng ma. Lîsa Çalan jî da zanîn ku piştî pêvajoya 2015’an tiştên li herêmê qewimîne û bêçaretiya bi xwe re aniye gelek bandor li ser wê kiriye û tevî ew asteng maye jî lê hewl daye li kuçe û kolanan be û tevî halê xwe yê fizîkî jî ew çûye her derê.
 
‘JI BO EDALETÊ EZ TÊDIKOŞIM’
 
Çalan anî ziman ku piştî teqînê jiyana wê gelek guherî ye û got: “Min ji bo tenduristiya xwe û edaletê gelek têkoşîn kir. Piştî 4 salan ez tevlî danişînê bûm. Têkoşîna min a edaletê didome.” Çalan destnîşan kir ku polîs û walî jî di nav de gelek kes ji dozê nehatine darizandin û got: “Ew hinek baweriya min a bi edaletê hebû jî ji binî tune bû. Navê her kesê ku di dosyeyê de derbas dibe heke werin darizandin ancax edalet pêk were. Yanî werin darizandin û cezakirin ancax baweriya min bi edaletê were.”
 
 
MA / Aydin Atay

Sernavên din

06/06/2020
15:00 Di Gulanê de 156 karker mirin: 29 karker bi Covît19 mirin
14:53 Bûldan: 26 sal in qatil di nava me de ne
14:41 Operasyona QSD'ê ya li diji DAIŞ'ê didome
14:13 Cenaze xistin baxaca maşinê û li gundan gerandin
Zarok jî di navde 7 welatî bi îşkenceyê binçav kirin
13:38 Girtiyê nexweş bi nivînan ve kelemçekirî kemoterapî kirine
13:37 ÎHD'ê xwest girtiyê nexweş Şaşmaz berdin
13:33 Xizmên windayan aqûbeta Aydogan pirsîn
13:32 Derket holê ku tundî li Çakir hatiye kirin
13:19 Şivanê ciwan di Çemê Zilanê de xeniqî
13:04 'Leyla Guven remza berxewdana jinan e'
12:34 Li Çinarê 2 jê cerdevan 8 kes hatin girtin
12:20 HDP’ê biryar girt ku bimeşe Enqereyê
12:01 Xebata Tifaq a Kurdîstanî: Xistina parlamenteriya parlamenteran têkçûna demokrasiyê ye
11:35 Li Îzmîrê dengek hevpar: Em bi hev rê têbikoşin
11:34 Demirtaş xwest herkes li dora HDP’ê bibin xelek û glok
11:33 Colemêrgiyan: Leyla Guven vîna me ye
09:53 Hatîp Dîcle: Tu feydeya tirsê tuneye
09:44 Polîsan 10 kes li Edeneyê binçav kirin
09:39 Her sal 200 cotkarên Hewagê dest ji çandiniyê berdidin
09:30 Nivîskar Hamît Dilbahar serbest berdan
09:11 Armanca wan li kuçeyan piştevaniyê xurtir bikin
09:10 Esnafên Wanê: Rewş qet nebaş e
09:10 Tirkiye nahêle raporên der barê îşkenceyê de bên aşkerekirin
09:06 ‘Bi zêdekirina erka notirvanan armanc serweriya li ser kuçeyan e'
09:06 ‘Bila hemû malbat serlêdana sûc bikin'
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:08 Li Rihayê çalakî qedexe kirin
08:00 Jinek li Bagcilarê kuştin
07:47 Dadgehê 6 gundiyên Şêba Jêr girtin
05/06/2020
22:10 Berberoglû yê CHP'î hat berdan
21:42 Li Meletiyê erd hejiya
21:33 Guvenê peyamek şandiye: Têkoşîn li ku be ez ê li wir bim
19:57 18 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:52 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em ê bitêkoşin heta dawiyê
19:34 Li Amedê bîranîna 5’ê Hezîranê
16:04 'Em li dijî talankirinê xwezayê hembêz bikin'
15:43 Muxalefeta Çep: Em ê ji faşîzma AKP-MHP’ê re bêjin rawest e
15:00 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:55 Li gelek bajaran 'darbe' şermezar kirin: Berxwedan jiyan e
14:54 Mahmut Alinak: Tarî zêdetir dibe
14:16 Li Semsûrê 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Nûçegîhanê MA'yê ji ber nûçe çêkir li wî lêpirsîn vekirin
13:45 Dayika du zarokan li nava kolanê hat kuştin
13:26 Baroyên herêmê berteka hevpar nîşan dan: Em qebûl nakin
13:08 Ji HDK'ê peyama Roja Derdorê ya Cîhanê: Ji xeynî berxwedanê çare nîne
12:49 KESK: Îqtîdar vîna welatiyan binpê dike
12:47 Hiqûqzan: Li benda AYM’ê nesekinîn, biryar cudakariye
12:37 Polîsan li Amedê piştî daxuyaniyê êrîşi girsê kir
12:26 Kesek li Cizîrê hat binçavkirin
12:23 Piştî operasyonê herêm hat qedexekirin
12:20 TJA: Leyla Guven vîna jinan e
12:15 Waniyan: Ma eve vîna sindoqan?
11:51 Zarokê 14 salî di Çemê Êlihê de xeniqî
11:43 An wekîlên Kurd digirin anjî qeyûm tayîn dikin û hevşaredaran digirin
11:42 Li Meclîsê li dijî darbeya 3’yemîn meşiyan: Em ê çok ne danîn erdê
11:40 DFG: 105 rojnameger girtî ne
10:25 ‘Walîtî dixwaze ser îşkenceyê binuximîne, lê delîl di destê me de hene’
10:09 Guven: Ji xeynî berxwedana li dijî faşîzmê şensek din tune
10:00 Parêzeran bertek nîşan da: Dixwazin baroyên spî ava bikin
09:08 Di 3 mehên dawî de 2 hezar û 125 jin serî li xeta îxbarê dane
09:07 Hêdî hêdî dest bi berhevkirina qatixên xwe dikin
09:06 Li ber avahiya HDP'ê rûnişt li şaredariyê dest bi kar kir
09:05 Bi qenala 60 sal berê avdaniyê dike
09:00 ROJEVA 5'YÊ HEZÎRANA 2020'AN
08:24 Dê li 15 bajaran derketina derve qedexe bikin
07:53 Aydenîz: DAIŞ'ê diparezin, lê demokrasiyê naparêzin
00:24 Hevseroka KCD'ê û Wekîla HDP'ê Leyla Guven û Musa Farisogullari hatin girtin
00:13 Wekîlê CHPê Enîs Berberoglu hat girtin
04/06/2020
23:06 Hevseroka KCD'ê û Wekîla HDP'ê Guven binçav kirin
22:12 Wekilê HDP'ê Farisogullari binçav kirin
20:44 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 630
19:03 DBP: AKP-MHP'ê careke din piştrast kir ku lingê siyasî yê FETO'yê ne
18:44 Meclîsa Jina ya HDP'ê: Leyla Guven vîna me ye
16:57 'Li Meclisê darbe heye'
16:47 Li Giyadînê jinek bi awayek gumanbar mir
16:35 KCD: Vîna gel nayê darizandin
16:23 Navê 3 parlamenteran ji malpera meclîsê rakirin
16:01 Meclîsê parlamenteriya Leyla Guven xist
Leyla Guven: Berxwedan Jiyane
15:28 'Jimartina eskerî' li ser Girtîgeha Kirşehîrê ferz dikin
15:00 Sancar: Em ê plana çalakiyên demokratîk pêş bixin
14:43 Rêxistinên elewiyan tundiya polîsan şermezar kirin
14:20 M.E.C: Ez tazî kirim û bi copan îşkence kirin
14:12 Endam û rêveberên BTS’ê li Enqereyê ne: Em sirgûnan qebûl nakin
13:48 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:39 Komên çekdar bav û 3 kur kuştin
13:33 Ji bo cenazeyên ku li peyarêyê hatibûn veşartin gilî hat kirin
13:25 Li Amedê hejmara nexweşên şewba coronayê zêde bûye
12:49 QSD`ê li Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ`ê operasyon pêk anî
12:03 Yenî Yaşam di 8'ê hezîranê de dîsa li bayiyan e
11:52 Qarantînaya li Weysel Qeranî bi dawî bû
11:45 Piştî şewbê rewşa aboriyê: Dê betalî derkeve 11,7 milyon kesan
11:28 Muxalefet li dijî yasaya notirvaniyê bi bertek e
11:21 ESÇEVDER: Talankirin û wêrankirinê bi zagonan rewa dikin
11:16 Deriyên sînor ên Iraq û Îranê vebûn
10:51 Lîsa Çalan: Navê her kesê di dosyeyê de derbas dibe divê were darizandin
10:16 Grup Yorum: Bi qedexeyan hûnê nekarin me bêdeng bikin
10:12 Binçavkirina 7 kesên li Dêrikê 4 rojên din zêde kirin
10:00 Parêzeran di 10 salan de 962 serlêdan kirin, lê tenê 5 caran hevdîtin kirin
09:58 Temellî: Tundiya aboriyê li Kurdistanê qat qat zêdetir bû
09:03 Tiryakî: Êdî em ê jî bêjin qaşo walî