Rêxistinên jinan piştgirî dan pêngava Kongreya Star

  • jin
  • 12:16 1 Mijdar 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kampanya îmzeyan piştgirî dan pêngava Kongreya Star bi şiyara "Na ji dagirkerî û qirkirinê re. Em bi hev re jinê û jiyanê biparêzin". 
 
Rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kampanya îmzeyan piştgirî dan pêngava Kongreya Star bi şiyara "Na ji dagirkerî û qirkirinê re. Em bi hev re jinê û jiyanê biparêzin". Kampanya îmzeyan wê heta 25'ê Mijdarê bidome. Jinan kampanya bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin û wiha gotin:
 
"Li sere sasê baweriya me bi têkoşîn û fedekariyên jinên cîhanê ji bo azadiyê û edaleta civakî ji bo jinan, divê em fedekariyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şoreşa Rojava de ku bi şoreşa jinê tê nasîn û destkeftiyên ku jinan bi dest xistine, bi bîr bixin. Van destketiyan nirxeke zêdetir da têkoşîna jinan. Hemleya ku îro dest pê dikin, wê heta 25'ê Mijdarê dewam bike. Armanca hemleyê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ku tê de navên rêxistinên piştgiriyê didin hemleya me bên bibîrxistin. Ev hemle her wiha ji bo em piştgiriya rêxistinên jinan ên cîhanê ji bo destketiyên şoreşa jinê, bigirin û li dijî hemû rengên dagirkerî, qirkirin, emperyalîzm û faşîzmê bisekinin ku li gel bêdengiya hemû rêxistinên hiqûqî yên cîhanê û bêdengiya navneteweyî pêk tên."
 
Lînka îmzeyan a ji bo kampanyayê wiha ye:
 
https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLScvYTmQZl4ZEbuIVQCehs5Kh3d1CRiVvCPEp1TvAlh2O
 
Rêxistinên ku mohra xwe danîne binê kampanyayê:
 
Kongreya Star
 
Meclisa Jinên Sûriyê
 
Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
 
Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê
 
Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriyê Demokratîk
 
Yekitiya Jinên Ciwan
 
Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan
 
Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
 
Komeleya Aştî ya Mirovî
 
Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan
 
Rêxistina Mafên Mirovan
 
Rêxistina Aşna ya Pêşveçûnê
 
Rêxistina Maya
 
Rêxistina Doz a Civaka Sivîl