ENQERE - Endamên Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê kul i dijî tundiya li ser jinan hatiye avakirin diyar bûn.
Ji bo pêşî li tundiya li ser jinan were girtin û tundiya li ser jinan bi her awayî were lêkolînkirin Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê hat avakirin. Biryara têkildarî hilbijartina endamên ji bo Komîsyonê di Rojnameya Resmî de hat weşandin. Parlamentera AKP’ê Onzûr Çalik bû Seroka Komîsyonê. Her wiha Parlamentera AKP’ê Tûba Vûral Çokal bû Cîgira Seroka Komîsyonê, Parlamentera AKP’ê Çîgdem Erdogan Atabek jî bû Berdevka Komîsyonê û Parlamentera MHP’ê Esîn Kara jî bû katiba Komîsyonê.
Endamên din êm komîsyonê wiha ne: Parlamenterên AKP’ê Mehmet Şukru Erdînç, Pakîze Mutlu Aydemîr, Nîlgun Gok, Mahmut Atîlla Kaya, Habîbe Ocal, Haci Ahmet Ozdemîr, Yelda Erol Gokcan, parlamenterên CHP’ê Gamze Taşcier, Aysûn Baknoglu, Suzan Şahîn, Neslîhan Hancioglû, parlamenterên HDP’ê Filîz Kerestecîoglu, Semra Guzel, parlamenterê MHP’ê Hayatî Arkaz û parlamenterê Partiya ÎYÎ Şenol Sunat.”